Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

 kamiran simo

 

 

 

Xewna li bin lihêfa xeyalan

 

 

            

Ji tirsa bêdengiyê, dilê min lêvan gez dike.

Dengê ewrekî hatiba û peşkên baranê anîba.

Ez ji qirêja bêdengiya ku xwe bi asmanê wêrekiya min ve zeliqandî, rizgar kiribama.

Kolan, bajar û gerdûn bêbizav rawestana.

Mîna dengê dilopên xaniyê zarokiya min, dipale ser sing û berê bêpêjiniya şevê.

Ez wisa ditirsim, dibêm xoşewîsta min, tiştên ji min re gotine, hemûyan ji min bi paş ve bigirê.

Ken û maçên xwe bi paş ve bixwaze.

Nêrînên wê di nêrînên min de bivirbûn.

Tirsiyam ku hêlîna min, nedikarê nav lê bikim û di nav herdu mêmikên xwe de çêkirî, rahejiyê û bi xwe re bibe û here.

Pençeşêra di nava min de mezin bike.

Ji dijwariyan, dijwariya herî zehmet li min bar bike.

Li bin parsûyên min yên çepê hêviya heyî bike jan. Xaniyê ku min jê re digot mal, bike gora tenêtiya min.

Min bi tena serê xwe bihêle.

Bi benê dergûş û hemû deydikên ku ez li van siwar bûbûm, di wan de razabûm, leyîstibûm û min nasdikirin, ken û şadiyên min bi sêdarê ve daleqêne. Xecxecok ji avkêşiya xwe silbike û agirê bin piyên bavê pêxembaran gurtir bibe.

Ez bê hechecok û kevok bimînim.

Ji min re bi tenê ji xwe dûrkirina siya giyanê reşikê şevê û xwedewandê tirs afirandî ma.

Li nêzîkbûna her nêzîkî kolanên koçê, fêrbûna koçberiya jiyanê dîsa destpêkir.

Ez ê vêga derdikevim û biçim.

Bêdeng û bênasname.

Dibê rojekê dîsa vegerim, roja ku dengên… dengê.. dengê min yên bibihîzê hebin.

Ne tenê dengê bilûrê, dengê meyî jî, nava min di dengê zirnê de digiriyênê îşev.

Li cihên ku zaroktiya min lê mirî, pêşî em geriyan. Min nepirsî, destên wê min negirtin û çûma balê. Me milên xwe nedana hev û li mala evîna pêşî

geriyan.

Giraniya ducaniya bû lez û rêwîtiya me.

Derî hatine girtin, kasêta bêçaretiya şevê min danî ser. Stranên ku min di nava xwe de kom kiribûn hemû min bi şewata loriyên dilê xwe strandin.

Ji zanîna germiya loriyan, dest û piyên min di agirpêjê de dikelîn.

Min dengên hemû hunermendên nêr û mê bê ku xoşewîst zanibe, di nava xwe de girtin û bi wan re……..

Min hêvî kir ku rê qet bidawî neyê. Bi şerma ku me, xwe ji hine din re xemilandibe….

Weke em di tora perwerdê de mabin, nedipeyîvin. An ji me nedihat û me nedikarî ku em bipeyîvin? Bêdeng bûn em.

Tiştên li ser dil û mejiyê min dişemitîn û giyanê evînê ditixtixandin.

Min dixwest di hişê xwe de bicih bikim û bêjim.

Bi dilê xwe re bûme yek û min li derve nêrî.

Pêwîste ku hin tiştan bixime berîka xwe ya çepê. Mîna gustîlên bi destên dêwên cinan hatine guhertin û evîn kirine goristana ciwanan.

Min jî, ji bo bibe şahitê rêwîtiya şevê, ken, melûlî û dilşadiya me, kira berîka xwe çepê.

Li nav şil û şepalên riya şevê gihiştina malê.

Mîna mêhvandariya helbestê bi sergêjî, li nav peyv û hevokan min, xwe dirêj kir.

Pêşî matmayî, paşî fêrî bêdengiya jiyana mayî ponijîm.

Di pencerê re min li bajêr nêrî, mîna ku asman hemû keriyên stêrên xwe berdê nava min, nêzîkî min bû.

Awirên min, ez birime riyeke ji stêran mişt.

Cihê ez derxistime ji stêran hê bilindtir.

Min xwe di şêwata çavên stêran de dît.

Min gazî kir, li min bi nêre dildara min, çawa şewitîm.

Heta dev tijî bûm ji agirê stêran.

Di avên şevên aram de, paqij mîna masiyên sor, stêr min kom kirin.

Berê çiqasî erd dûr bû ji xemrîtiya asmanê jor.

Ji nû ve dibihîzim dengê te.

Dengê firiştên bask şil.

Binêre, dûmahiyê ez giham kadiza bê mirin.

Li vê jora em bi hev re derketin.

Bişo min bi şepolên şerabê, bipêçe li deziyên maçên xwe.

Ji vir û pêve ji şevên bêdawî re nehêle êdî min.

Ji stêran cuda neke.

Li pêşberî me ye finda şevê, dilop dilop çawa dihelê. Çawa heta dev ji şeraba xewê tijî ye piyala çavên min.

Li loriyên te guhder dikin.

Tu û roj bi hev re dizinê, ser gula helbesta min.

Wê devê xwe venedikir. Bi melûliya mijgulan nîv bersiv da min. Ax ax, xemgîniya şevên bê sibe.

Li hêviya ku rojeke vegerê lîs bûm.

Li ser banan li hêviya dengê leyîstika kenê wê bûm. Xewnê ji çerxan lêborîna xwe dixwest û di nav xewnên rojhilat de, di paşila min de xewnê bi xepandina xwe re xwe pîr kir.

Xeyalan xwe avêtine derve, bi çol û çiyan ketin.

Li ber beroşa Çarçembil, ya cejnên ji min xeyîdîn sekinîm. Min lê nêrî û wê li min meyzekir. Min ji bê cejn pîroz kirinê nedikarî.

Ew li bê cejn û li jibîrbûna xwe digirî.

Min xwest tiliyên xwe bigihênim nav kefa mista yarê.

Lê cih, dem, tora û fêrbûnên kevin, mîna ku li pir kesan neborîn li me jî nediborîn.

Nepeyivî û bêdeng li min dinêrî.

Ew çiqasî bêdeng dibû, ez hewqasî ji êşa qalablixa dengên bêaheng bi zimanê lalan giriyam.

Weke ku ez wê li dewa çiyayekî di nav bataniyeke bixwîn de veşêrim û vegeriyam û ew ji min re bêje.

”Here… here dildarê min! min li vir bihêle.’’

Min dest neda rêwêtiya wê.

Xemgîniyên di berîka dilê min de qet neqediyan.

Her caran destên bîranînên min diçina berîkan, dilopên avşor, xwe di ser dêman re berdidine xwer.

 Vêga di aqilê min de bi hezaran rê, bi hezaran raman û henasa yarê.

Zimanê min negeriya, bi rastî min nepirsî û min negote evîndarê, te ev çiya û gir hemû ji bo dîtina min derbaskirin.

Her zêda li ku êşiyabû, zehmetkêşabû û tirsiyabû jî, min nepirsî.

Demê têra ziman vebûna min û pirsa min nekir.

 Li nav gola qalabalixa dengên sê reng ji xew hişyar bûm.

Hemû tişt dihatina bîra min.

Sibeheke ku herkes dipeyîvin, ’’cejn’’ bû.

Bi sê zimanan deng bilind dibûn û herkesî ji hev fêhm dikir û herkes bi zimanê ku jê re sivik dihat dipeyîvî.

Malbata min, hinek bi kurdî, hinek bi zimanê dagirkeran dayî û hinek bi zimanê koçberiya bê welatî dipeyîvîn.

Mezin bi kurdî, zarokên wan bi zimanê dagirkeran dayî û zarokên zarokan jî bi zimanê koçberiya bê welatî dipeyivîn.

Vê bêahangiya zimanan hestên min birina cejnên ku ji min dûr ketin.

Sibe ji bo silbûna hestên min çêbûbû.

Ez nebame sibe jî nedibûn û hestên min wisa xemgîn nedibûn.

Melûliya çavên dildarê di nenika xemgîniyên min de diçîrisand.

Dildara min,

tiştên min di rêwîtiya şevê de nekirî, vêga ez dê bikim.

Bi şahidiya xwêdana giyanê xwe û êşa şevên çûyî, dilê xwe rê dikim.

Tu î, li wir î, li armancgeh û pîrozgeha min î!......

 

23.10.2006

Kamran Simo Hedilî

 

 
 
 
 

Webstats4U - Free web site statistics