|

Xelîl Dihokî
|
|
MIN DIGOT TE VEDIGÊRA
Narîna min
Min digot û te vedigêra!
Min digotî:
Jiyana min, biyabaneke têhnî ye!
Qirqiçî û hişk û bê av e!
Min digotî: Esmanê min,
Ji mij ûmoranê girtiye û bê hetav e.
Te digotî: Çavê min roja li hindav e!
Min digotî: Sorgula min,
Çirmisiye û bê xunav e
Li nexşeya şenge buharê, ya bê nav e.
Te digotî: Ez im nexşey divehîn im
Wê ji te re ev silav e.
Min digotî: Qonaxa min,
Rêkeke pir stirî û dav e-
Te digotî: Min ji bo hindê bizav e!
Hey narînê!!
Pa ka dilê lîsê caran?
Ka ew sîngê derya mezinan
Dildar û evîndaran?
Ka ew axiftinên şirîn,
Te vedigêran, bo me êxsîr û hejaran?
Kanê? Kanê
Her ho zûka,
Te armancên xwe ji bîr kirin!!
Te tev hîvî û omêdên min, ser jêkirin!
Erê naête bîra te, wek te digot:
Payîza te, dê kem buhar û xemlînin!
Sed hezar dermanên bijar,
Dê li birînên te werînim!
Dê te ji derya kovanan,
Qortal kem û zû derînim!
Pa te bo çi ev agirê berda dilî!!
Ew buhara te digotî nexemilî!!
Lê narînê
Ger careka dî tu hatî
Dîsan te viya evînê bikey.
Haj xwe hebe, kurkê nezanîn û fêlan,
Nekey ber xwe û dilîn nazik
Pir kovan û axînk nekey!
Baxê Îrem kavil nekey!
Da navê te li ser dilê min bêt çap kirin...
Sexmeret hîvî û armancan,
Xwe bideme gorî kirin...
Gorî kirin...
( Xelîl Dihokî, 1976 )
DEREBEG |
Derebegan li ser rûbarê,
Gûndê min sikir cêkirin.
Hizir kirin.
Tev cinîk dê ji têhnê mirin.
Lê ji bîr kirin.
Ku li dûrên şenge gundî.
Kanî di pir in...
Kanî di pir in...
( Xelîl Dihokî, 1977 )
|
|