|
|
|
 |
|
Hozanê Girkundê |
Welatê Xemgîn nalîna te guhê Di pelîne Ez perest û xembarê Teme Welat wê kengî roj lit e hilê Go tu ji xefk û rekên Gura bê te der Axîna te li cegerê min dide Mîna Xencer
Welatê Dil Di xewna te de
Xulmaş dibim Bi qîrîna tere Ji xewê Feradibin hêvîyêd min li bendemana gegangê De geh di sincirin û geh rûsar dibin Welat Cîhan tev lit e bûne
Har Hîn te tune dikin û hînjî dîroka te Berovajî dikin Xewnên di çavê
Mendalên te de Di qurmiçînin Qîrîna helebçê û Qamişlo û zêwa
û xormal Ji nûve di govenda Mirinê De Sazdikin Welat
Tovên tirsê Li asîmanê Te diçînin û evîna te li min kirine Prtîkek
Qedexekirî û te kirine Daristanek Laş bi xwîn Nikarim te derînim Nikarim te hemêz bikim Welat
cobraû zevîyên Te kirine Tarîstaneke sar Te dibin Ji bîr Welat
Azadî ne çare Ronahîne çare ji ber tu Di nêv çar sînorande mest û lal Welat teênê sitrîyan li şiqamên te Raistine Rovî û gur bûne şahên te û taca te biser serê Xwede dakirine welat
sibehên te û êvarên Di zindana şevêde gemkirîne Welat Pînûs di axaftina te de bê çare
û helbest Nikare şengewîna Kanî û daristan û çîyayên te bide Welat Rimbazên çav sor
Li meyxanên te dikin Bore bor Peyalên meyê Didin hev Li ser masên
zêrên radiwestin û sirûdên Xwîn mijiyê Li dar dixînin Gava
Navê Te tê rolê Dilê Wan li ser Pernga kînê tê sotin û navê Te ji ferhenga
Jînê davjin Welat
|
|
|