Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 
 

 

Sirûda xemê

 

 

Gulnar Eli

 

Tinê me

Bêkes

Mûm ronahî dide

Taristana şevên biyanî

Yadgaran bi rondikan vedimirîne.

Di gel toqîna

Taristana şevên dirêj dimînim

Bi xewê, dê xewa xwe birevînim.

Ger mijîlanek

ji cavên min neket,

dê dengê giriyek hêdî

bibihîzim.

Li dawiyê min zanî

Ew nebez

hêj dawiya  awaza bû te mişt ba dike,

ji bo çavên te

sirûda gazinda dinivîse

 

Te ji bîr kir?

Yan te  bi jibîrkirinê xwe  rizgar kir?

Te xemla me pêça

mîna pêçana pertûkan

ez bûm xewn.

Di nav domanê de,

winda dibim

 

 

 

 

Te xanî li min kavil kir

Ma tu nizanî..

tu bûyî  hêvî

û ji bo te

min ji jiyanê hez kir,

min ji xwe hez kir.

Di temenê gencatiyê de,

di dil de, tu bûyî evîn,

di şevê de ronahî,

di bêdengiya min de

xem te belav kir

 

Ser perasiyên xwe ciwantirîn

wate min ji bo te vekolan.

Dara evîna te

bi bayê peyvên min naheje..?

hevokên qêrînê ji wan dibarin,

te nalerizînin?

Ji asoyê agirê tu pê pêçay

bû baxçê buhêşta min.

Tu hez nakî

A................x

Ez bûm  sîper/ leylan.

Te dil kir bajarekî dorpêçkirî

Dil girtîxana hêviya ye,

ma tu nizanî,

yek ji wan hêvîya

goristana min singa te bû!?

 

Berhemên dara min, bûn

xem

azar

jan

û ramûsanek negihayî

Dil dijî, ez pê birîndar

Evro ji min dixwazî xemla duhî

Çirisîna çav û…

 

Ez li benda xemla te me,

kevokek baskokirî

di cihê xwe da bêdeng im,

rondikan dibarînim.

 

Tu dê di dil da

her sirûda xemê bimînî

Li benda te deminîm,

bawer im dil dê bizivire,

ji te hez dikem,

gazi te dikem

ta xwezî di gewriya min da zîl bide,

gula dêmî biçilmise

gulav winda bibe.

 

Eger dilê te hişiyar

an jî mirî be.

Eger tu di derya evînê de

melevan an jî mest bî.

 

Eger tu di temenê min de leylan  şîn vedî,

ji çavên te Peyalek  xem bibare

dê  vexwim.

 

Tu barkey bê xatirxwastin

gazinde bimire

dê bimînim ..

ji te hez bikem

ji te hez bikem

ta henasên min 

binax

û winda bibin.

 

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics