Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

 

 

 

 

 Seydayê Tîrêj

 

 

 

Roj û şev

min bi xwîna dil mivîsî, reşbelek bo yarî ma
bi dilovanî sivik bik, tu li mil min barî ma

çunkî zaro me, dibin barê evînê zorî ma
beske xeşmê tu li min, da ey şah û xunkarî ma

ez bi nalîn û fîxan im, bê seman im şev û roj
min bi zarotî evînî, bi xwe kir armanc û kar

min nizanî keyse dildarî, ne ku soz û qerar
ez evîndar im tenê, îro gulek nakî bihar

zulfê sor dûpişkê tev jehr in û ebrû tîremar
pir wekî min dil digestin, ez bi jan im şev û roj

sed mela û şêx bi berbejn û nivişt û qelema
Feqiyê Teyran bi qêrîn ku ji ber av û çema

Rustemê zalê bi şûr û gurz û mertal û rema
Bên bihan im naşikînim leşkerê derd û xema

Ketme tora dilberan ez bi fîxan im, şev û roj
Ma gelo dîsa bibînim her wekî dewra berê

Bejn û bala wê şepalê, zulf û bisk û temberî
Geş bibî pêta evînê şewq û pertew jê herî

Da bi merdî dil bi soz im, ez li ser wî agirî
Ez ne poşman im tu carî, vînperest im şev û roj

Qehremanên dewleta Medî, Kîtanî û Horiyan
Herqelê Romê di gel dehqanê Hind û Ariyan

Padîşahê textê Faris, Kesrewê îraniyan
Tev dibin darê te bin taca serê şah û keyan

Rû bide Tîrêj hevalê bê hedan im, şev û roj

*         *

Buhar dem û dewrana minê
Serpişk û hem para minê

Bax û gulîzara minê
Mêrg û gulîstana minê

Xemala te nîşana zemîn
Kulîlk bi sed reng û bi bîn

Şair li ser te har û dîn
Adar û nîsana minê

*         *

Ez pîr û kal bûm dewra min nema
Ketim ber pêlê derdan û xema

Werzê mi lê bû tişrîn û kanûn

Kulîlkêm weşyan ji şaxê lema

Jîna ciwanî pişta xwe da min
Lerz û êş û ta ketin laşê min

Kabûsê Mirnê Berê xwe da min
Bi kerb û bi kîn nizanim çima ..


 
 

 
 

BÎST Û YEKÊ ADARÊ

Bîst û yekê adarê, hezar carî bi xêr hat
Di dewrana biharê, Newroz û cejna welat

Agir li deşt û çiyan, pêtî jê diçne banî
Li çar koşê Kurdistan, dikî şewq û xuyanî

Ew agirê dilê me, pêtî jê diçne ezman
Perava xwe da welat, deşt û çiya û zozan

Keç û xortên di kurdan, li her war û der û cî
Bi ser bejna xwe berdan, xeml û xêza kurmancî

Keç û xort û mêr û jin dikin pîroziya hev
Tev rûgeş in, devliken bi ax û xweziya hev

Bi kêf û şadîmanî girtine reqs û govend
Yekîtî mehrevanî ne b'eşîrtî ne b'dubend

Ji bo me pir ziyan in, ev dubendî eşîrî
Bi van rêçên xwar û mar, doza me naçe serî

Heta ku em nebin yek, nabe tu kar û xebat
Goga xwe em nabin şeg, azad nabe welat

Divê bi dilpaqijî, destê xwe em bidin hev
Çi çotkar û çi karker, bi yek can û dil û dev

Hinga em xweş dikarin, bikin daw û doza xwe
Bi serbestî azadî, pêk bînin newroza xwe

Hêvî dikim ji Yezdan, her sal weke vê rojê
Bikin pîroziya hev, bê par nebînin em jê

Hem jî bê par nemînin, ji raman û doza xwe
Bi dilxweşî bistînin, em jî îro mafê xwe

Mafê me jî bighê me, wek milletê cîhanê
Azad bijîn der welat, di vê dewr û zemanê

Wekî îro li hev kin, pîroziya welatê
Ji dil xwe em bi derkin, vê keder û şewatê

Wek îro em silav kin, li şehîdêd goristana
Baqên gulan belav kin, li tirbên cengevana

Destan li hev dibestin, li ber gorêd ciwana
Demek em tev biwestin, ji bo wan pehlewana

Ji bîr nakin tucarî, xebata wan şepala
Ne b'şev û roj û meha, ne jî bi heyam û sala

Ew şehîdên dilawer, canê xwe kirne qurban
Xemilandin bi xwîna xwe, axa kurd û Kurdistan

Daxwaza min ji dinyê, ji vê pê ve min navê
Tîrej li ser we û wan, dike herdem silavê


 
 

 

NÛ ROJ

Adar e adar e, newroza me ye
Xweş cejn û sersale, newroza me ye

Adar çi şêrîn e, cejna ariyan
Welat hemî şîn e, newroza me ye

Adar bi ser me'd tê, hersal wek îro
Bihna gula xweş tê, newroza me ye

Agir emê dadin, li deşt û zozana
Ji mafê xwe em nadin, newroza me ye

Alê emê rakin, ser xan û sera
Dilê millet şa kin, newroza me ye

Sazbend di gel sazan, hûn pêk ve bidin
Ber deng û awazan, newroza me ye

Xort û keç û qîza, bejna xwe bidin
Ber xeml û ber xêza, newroza me ye

Dakevne govenda, bezma şahiyê
Li bajar û gunda, newroza me ye

Derdê dilê millet, hûn derman bikin
Xweş deme ev firset, newroza me ye

Karker û cotkar tev, îro wek bira
Destê xwe bidne hev, ev doza me ye

Das û bivir rakin, ser dest û mila
Welat pê avakin, ev doza me ye

Bê xwendin û zanîn, em pêş nakevin
Bê ceng û hem bê xwîn, newroza me ye

Ta kengî tê wa bî, ey xortê dilêr
Bê yekîtî nabî, ev doza me ye

Ta ku nebin yek tev, nabî tu xebat
Karê me naghê hev, ev doza me ye

Bi sûnd û peyman be, bi gurzê Rustemî
Bi çakûça Kawa be, ev doza me ye

Herdem ezê bêjim, best û dîrokan
Seydayê Tîrêj im, ev doza me ye.
 

 

NÛROZ

Serî rake ji temara xewê, da ey dilê jar
Serê rojê bi der ket, çûn ji ser me ew şevên tar

Perava xwe veda, çar koşê Kurdistan sera ser
Kirî rohnî hemî deşt û newal û koh û zinar

Mij û ewrên di reş çûn, va li ser me bûye sahî
Zivistan çû bi serma xwe, li me xweş bûye bihar

Bihar her sal bi ser med tê, di gel wê cejna Newroz
Çi cejnek pir xweş e ey dil, delal û nav û nazdar

Di vê rojê de Kawa ku bi çakûçê edalet
Kirî perçe serê Dehakê xwînrêj û sitemkar

Di vê rojê nejadê Kurd, ji bin xeşmê bi derket
Bibû kêf û xweş û şahî, li her cih û der û war

Ji xwe'r carek binêre dil, li her cî şademan e
Li her cî reqs û govend e, çi gund û şehr û bajar

Bi xeml û xêza kurdî ne, wekî hawayê kevnar
Di gel hev ew bi kom û cot û tek, têne semayê

Çi mêr û jin çi xort û qîz, çi zarok û çi yixtiyar
Li xwe wergirtî ye qadê, kiraskî şîn î heft reng

Kulîlk û çîçek û nêrgiz, vebûn wa bişkivîn dar
Tilûr û bilbil û şalûr, quling û qaz û legleg

Ewan mêrg û çîmen kirne, ji bo xwe hêlîn û war
Hela carek tu jî rabe, here çayê Kurdistan

Kurdistan pir xweş e ey dil, wekî baxê Gulîzar
Hemî dehl û rez û mêrg in, hemî bax û di bistan

Hemî av û çem û kanî ne, hem jî cok û cobar
Temaşeke li hewdê sorgula, carek bi şahî

Tu guhdêre li dengêd bilbilan tim qîr û hewar
Eger xestey Kurdistan, bo te nuzhetgah e ey dil

Eger hey dil evîndar î, ew e baxê evîndar
Bi wî dengê xwe yî taze, bike hewar û gazî

Wekî bilbil bike fîxan, di nêv baxan li ser dar
Bibin sukran û serxweş, ew bi deng û best û eşar

Tu çend sal û zemanê xwe, bi şahî lê bibûrin
Ji bîr bik tu xem û derd û xiyalên xwe'y di kevnar

Bi erzanî meke winda, evê jîna ciwanî
Me jîn hêja li nîv ro ye, nebûye lê tu êvar

Berî mirna xerabmal, can bikî nîşan û armanc
Berî tîra xwe ey dil, ew di laşê me'd bikî xwar

Bihêlin em ji bo millet, hinek dîrok û xweşxuwan
Xebata bo welat ferz e, li ser me roj û êvar

Dema Tîrêj here gorê, bi şahî şademanî
Di heqê miletê kurd de, nebim ey dil gunehkar

Bi vê helbestê ya taze, ku vêga ez dixwînim
Dikim pîroz heval û hogir û sed dost û sed yar.


 
 

 

QULINGO

Qulingê min çima îro
Bi qîrên tê ji germiyana

Bi ceng û bask û perwazan
Berê te wa li zozanan

Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo

Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana

Bi vê qîrîn û hawarê
Xem û derdêm te tev rakir

Birînên dil te axaftin
Bi wan êş û kul û jana

Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa kerbela jaro

Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana

Welatê kanî û ava
Welatê wa çem û mava

Welatê çîçek û baxa
Welatê mêrg û çîmana

Welatê fêris û mêra
Cihê comerd û camêra

Welatê kaniya zêra
Cihê petrol û mircana

Welatê bilbil û bazan
Welatê şalûr û qazan

Welatê dîlber û nazan
Welatê ebr û qeytanan

Wealatê kovî û şêran
Welatê xêr û hem bêran

Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mîtana

Weyaxud tu evîndarî
Dixwazê dîtina yarê

Di gel hev ku bikin seyran
Di nîv bax û gulîstana

Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e

Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana

Ne wek rengê min diljar î
Ji gist û dîtina yara

Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana

Ji Yezdan ez dikim hêvî
Tu bighê meqsed û wara

Bi dilşahî li hev rûnin
Li ser darên di qizwana

Bi xwedê kî qulingê min
Tu raweste hela carek

Ji te'r bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana

Berê te ger li Amed bî
Tu xweş deynî qulingê min

Li kêla Sêx Seîdê kurd
Bidî ber deng û fîxana

Bikî qêrîn li ser gorê
Ku kuştî pêk ve bin dorê

Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana

Silavê min bikî dîsa
Li kurdê ameda rengîn

Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û hepsa û zindana

Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê şehîdan deyn

Bibêje Qadî û Seyfî
Hezar rehmet li ser wana

Berê te ger li Serhed bî
Weyaxut Dêrsim û Sason

Li zozanê şerefdînê
Li Agrîdax û Sîpana

Silavê min li kurdan ke
Çi xort û qîz mêr û jin

Li xakî kurd û Kurdistan
Li birc û xan û eywana

Bibêje ku gelek Tîrêj
Ji bo we tim pesindare

Belê ma çi bikî ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana


 


 

 

 

 

 

ÇáãÞÇáÇÊ ÇáãäÔæÑÉ ÊÚÈÑ Úä ÑÃí ÃÕÍÇÈåÇ æáÇ ÊÚÈÑ ÈÇáÖÑæÑÉ Úä ÑÃí ÇáãæÞÚ
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics