Hun bi xêr hatin malpera  amûdê                         www.amouda.com                          ÇåáÇ æ ÓåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ  ÚÇãæÏÉ     

 

Medya kurdî

Medya Turkî

Medya Farisî

Medya Cîhanî

Medya Erebî

 

Þã ÈãÑÇÓáÉ ÇáÃÏÇÑÉ

Wêne

Helbest

Rêziman

Navên Kurdî

Navdar

Muzîk

Video clîp

Lîsk

Çîrok

Meselok

Pêkenok

Lînk

TV

Radio

 

 

Antolojiya çîrokên kurdî

 

 

 

 

 

 

  Helbestvan 

 

 

 » adar e 
 » di gel yezdan 
 » ji evînê narevîn 
 » sibe xwedî dewletim 
 » venagerim 
 » zengilê min 

 


Sebrî  botanî

 
 

ADAR E

Adar e xweş Adar e
Dem demê keyf û kar e

Tu b'xêr hatî Adarê
Di gel bûka biharê

Serma revî çû nema
Hat çaxê geşt û sema

Hateve sersala me
Şahî xiste mala me

Newroz e xweş Newroz e
Cejna me ya pîroz e

Awazên eşqa kevnar
Dagirtin dol û zinar

Welato em bi gorî
Cejna me hat û borî

Hat û borî dê hêtin
Me Newroza xwe d'vêtin


 

 
 

DI GEL YEZDAN

Ev hezar û çarsed sal e
Li welatê min "enfal" e
Ser û mal û namûsa min
Li dijminê min helal e

Evan misilmanên qeşmer
Îslam li min kirin xencer
Bi ayeta enfala reş
Mûhemmed jî kirin Hîtler

Ey Xudayê şev û rojan
Bila bes bin ev derd û jan
Ev dîn eger dînê te ye
Kê kir hevalê xûnmijan?

Ez li welatê xwe bê soc
Riswa dibim ditevizim
Bi fetwaya mizgefta te
Di xûna xwe digevizim


Ev derdê min pir ji mêj e
çîrok dijwar û dirêj e
Hemû diz in, mirovkuj in
Dîroka wan, miştqirêj e

Ceng û rev e sal û zeman
Kuştim evan derd û xeman
Bûm gedayê vê dunyayê
Nav û namûs jî min neman\

Ez rateqandim derbider
Li ser serê min ceng û şer
Min dikujin, hem dibêjin
Selewat li ser pêxember

Li Îslamê zû peyda bûm
Hem şagird û hem seyda bûm
Ji hingê ve heta evro
Girtiyê dav û qeyda bûm

Ku Îslam hate meydanê
Hizr û hêza xwe min danê
Min bi xûna xwe mezin kir
Wê ez xistim di zindanê

Dîn ez kirim sed ol û ol
Sofî mofî bê maf û şol
Misilmanek bi ser û ber
Belengaz û qels û melûl

Bi destê van milislmanan
Evan cîran û pismaman
Tev bi talan û şewat çû
Dam û dezgeh, xam û man

Rejîma tirk û ya faris
Hem erebên nezan û birsî
Rûmeta min perçiqandin
Dîn li derdê min nepirsî

Bi navê te û bi navê dîn
Pênûsa min ji min dizîn
Bi ol û qanûnên sexte
Ku ji mêj e hemû rizîn

Ey Xudayê jêr û jorî
Ger tu nêzîkî ne dûr î
Heywax li min heta kengî
Ev kotek û zulm û zorî

Nizanim çend sal û dem e
Li pey evê doza xwe me
Her li pey bûm, dê li pey bim
Bê rawestan heta heme

Hawar dikim ez eve me
Xudanê vê qada xwe me
Wek miletan ez milet im
ç ima nebim? Madem heme

Ez ku heme gerek hebim
Keyayê welatê xwe bim
Ev hawara min rewa ye
Heta kengî aware bim?

Dixwazim wek wan azad bim
Bi dewleta xwe dilşad bim
Hem dost û hevalê wan bim
Ne kêmtirê kes ji wan bim

Bo çi dîlê vî derdî bim?
Tim bindestê vî û wî bim!
Dixwazim ez efendî bim
Ne koleyê kesek dî bim

Tu rast î û rastî xweş e
Ev derdê min dedek reş e
Her çi min got û ez bêjim
Durist û zelal û geş e

Li Mosko kevinperest im
Li Waşînton komonîst im
Li mizgeftê ez kafir im
Li Ankerê terorîst im

Welatê min kirin let let
Nehêlan xwe bikim dewlet
Mizgefta min ne ya min e
Eve karê xwehr û xelet

Mizgefta min erebî ye
Bi tirkî û ecemî ye
Tif li kurdê bêjit bila
Ew ne j'min e, ew bîjî ye

şildim û bildim tirkî ye
Kîzb û nîfaq erebî ye
Xîrrrî mîrrrî farisî ye
Pa rûreşiya min cî ye?

çi derdek hişk û bela ye
Navê Xudê bismila ye
Her tişt bi zimanê daykê
Xweşiya hizr û dila ye

Ku tênegehim ka vîtamîn?
Fayde çi ye amîn amîn
Rastî ev e li min negre
Ey Xudayê alemîn

Zimanên tirk û ereb e
Li welatê min xezeb e
Tu bi kurdî şîrîntir î
Ev gotinek pirr edeb e

Ji kovanan pirr û mişt im
Dagirtî me ez biriştim
Mizgefta min di gel wan e
Ez bê pişt û bê her tişt im

Ew miletê dewlet nîne
Bivêt nevêt ew bê dîn e
Bê dewletî bê dînî ye
Dîn û dewlet j'min dizîne

Ew kurdê vê nevêjit
Xaîn e yan jî ker e
Rûmebirîndar e kurd
Welat kul û keser e

Dîn û qanûn du nivişt in
Ji ayatan pirr û mişt in
Ji bo weca faşîstan e
Ez û yên wek min pê kuştin

Xudayo min heq navê te ye
Lewra dibêjin heq heq e
Lewra jî ev hawara min
Teq û req û deq deq e

Tif li qencê wan
Len estesnî minhum eheden
Har û hov in, ne mirov in
La yexcelone ebeden

Sûnd bi te û bi Încîlê
Bi Tewrat û tehwîlê
Xew naçê çavê kes ji wan
Bê kuştin û qal û qîlê

Îndehum elfitnetu elezzu min eleselî
We re'su l însanî ke re'sin min elbeselî
Tarîxa wan ne tarîx e
Ma çi bêjim? Hema rîx e

Hemû gef û tirre tirr e
Hizirkuj e, wek zernîx e
Ya delîle dûdî fî leylî duca
Ji te ez qet xafil nebûm çu ca'

Sipasdarê te me Xuda
Înnenî mine şşakirinîn
Lakinnenî len ekûne ebeden
Mine ssabirîn

Gotinek pir şîrîn e
Men sebere zefere
We lakin ela zzulmî
Men sebere kefere

Ew çi sebr e ya îlahî
Ela ceraîmil cubenaî?
Ew ela nezaletî zumretin
Min wihûşil enfalî?

Napalim û jahr û gaza xerdel û çepelî
Min ecmelî hedaya ulaîkel enzalî
Pîr û biçûk pê dikuştin
Ya leha min cemalîl menzerî

Bil ji te kesek nizanê
Ededu ddehaya bi summî wel kîmyawî
Ehaza cezau tedhiyatî
Li turkî wel fursî wel erebî?

Em li îmanihim bil Îslamî de'men
Li ayatîl qetlî we nehebî?
Em ya tura temeen fî malî we helalî?
Be'de tesdîqî ebedin min eşrefîl melalî

Nizûlen înde rexbetî tuxatî wel buxatî
Min eshabîl fexametî wel mealî
Xudayo bila hilweşin dîn û dunya
Ela hazîhîl fexfexe wettealî

We ela riûsîna cemîen ji her alî
Da mirovatî rizgarbit ji vî halî
Eve ye edalet û musawat û wekhevî
We îleyke ya îlahî ma tebeqqe min meqalî

Şêx jî çû ser meberê
Ihim ihim wek berê
Erê Xudayo erê bi navê te î pîroz
Yuqeddim el hedeya we exreb erreşawî

El cenne wel hûrriyat
Yanî behişt û perî
Lîmen yaqtul sahîb heq
Ez çi bêjim vî kerî?

La edrî emiftîyyen haza em himaren
Yuitî hazîhî el fetawî?
Ey Xudayê ji her kes re delîl
Dexîlê te me ya nîimel wekîl

Zidnî îlmen ez nizanim
Ev xelat in yan bertîl?
Ew tiştê ku ez dizanim
Cudabûna xwe dixwazim

Serxwebûna Kurdistanê
La bedîl we la tebdîl
Ez bi darê zorê tirk im
Faris im hem ereb im

Egir bêjim na xaîn im
Kafir im hem bê edeb im
Karek dî hebû gunehtir
Êzîdiyên ji min kurdtir

Ez ji wan re kiribûm dijmin
Kanê fetwa j' vê çepeltir?
Hem tîyarî û ermenî
Xudayê min hey ez benî

Ev derd bi ser wan da jî hat
Bi emrê ûlî emrên devgenî
Ji bê çareyî şoreşgerr im
Li yekbûna xwe digeriim

Rizgarî biryara min e
Çok çok teşekur ederim
Rizgar nebim her wek nebim
Ku bindest bim ka azadî

Ez bi te û bi şêx Adî
Sûndê dixum careka dî
Rasîzmên wan gişt faşîst in
Çepizmên wan toranîst in

Qazî û miftiyên wan jî
Hemû wek wan çepalîlst in
Ey Xudayê li her derî
Hezkirina te l' ser vî serî

Lê pa min jî pirsek heye
Ez? yan Sadam e serserî?
Sadam nevyê pêxember e
Tucul Îslam li ser ser e

Li mizgefta min digotin
Sadam îmamê Omer e
Ûlî emr e wek Êlî ye
Qureyşî ye wek welî ye

Hawar ez kurd im bi min ci?
Ger welî ye yan xwelî ye?!
Gelek ji van şêx û melan
Hostayên xap û teşqelan

Qereqoşin dînfiroş in
Wan ez xistim derd û belan
Kirim derwêş û mam û mam
Dîlê Hîcaz û Misr û şam

Xudayo wan ez xesandim
Ji her kes re kirin xulam
Ji eraeban erebtir in
Ji erpekan tirktir in

Misilmantî riswa kirin
Ji Xumênî bê dîntir in
Digotin min ey misilman
Kes neçûye banê heyvê

Îyyake summe îyyake
Qet bawer neke vê peyvê
La tuseddiq hazel kelam
Min ehlil kufrî wezzelam

Derewa axir zeman e
Ya ehlel Îslam
Ellahu ekber ya qemer
Çav li kafitan bîne der

Van derwên mezin dikin
Kufrun kebîr hazel xeber
Yekê negot maşallah
Her digotin haşa lîlah

Kella summa kella ya nas
Bêjin estexrurullah
Hozan nezan û ehmeq in
Yan jî bê şerm û serreq in

Xwe xapîn û çavnebar in
Xudayo bila bipeqin
Mirova li heyvê rît û mîst
Bawer nekin îmanleq in

Heqê wan ger nezan in
Bê kar in tizbîçeqçeq in
Bi duristî û bi kurtî
Rad'gehînim bi xurtî

Umer û Cengiz û Lenîn
Wek hev in bo gelê kurdî
Her sê yek in yek ferq nînin
Beramber min dilbikîn in

Xalid, Ataturk, Stalîn
Dagîrker in devbixîn in
Lenînîzmê wek Îslamê
Difna min girt û berneda

Dunya hejand, pirr xûn rijand
Heştî salan tiştek neda
Eger Lenîn eger Zeydu
Ji bona min yekin her du

Ev rastiye û rastî ev e
Xudayê min ez bi navê te eşhedu
Her sê alî çi ev çi ew
Her çi digotin tev derew

Hema her ez dibişavtim
Bi gotinên pûç û qelew
Çi bêjme wan komunistan
Wan jî weku toranîstan

Bê nav û winda dikirim
Bi derdê min dileyistan
Dewleta min wan da Îran
Wan Qazî kuşt, netroman

Stalîn ev kir, Stalîn
Babê komunîstê kurdan
Sipas êdî dilpola me
Ne dîlê ol û mola me

Çak hev dinasin ez û tu
Ne b'destê şêx û mela me
Hişyar bûme, zêde, ne kêm
Çûme û diçim, dê hêm û hêm

Germ û xurt e şoreşa min
Şêdar im ez dê şêm û şêm
Xudan heq im ez nawestim
Bê rûmet bim ger rawestim

Fîraziya min va ye hat
Bila jî dereng verestim
Soz bit êdî ez û Evdo
Ne bin malek di gel hevdu

Ji min bo te Xudayê min
Hezar sipas û elhemdu
 

 
 

JI EVÎNÊ NAREVÎN

Kur:
Dîlberê dilrevînê
Canê finda şevînê
Hatim baxê evînê

Kiç:
Tu ser çavê min hatî
Rojê li min hilatî
Xêr û bêr û xelatî

Kur:
Tu dîlberek aqilî
Ser bextê min kakilî
Evîna te da dilî

Kiç:
Evîna me da denge
Pesnê evîn sed renge
Çax bû li me d'renge

Kur:
Li vê nêçîr û ravê
Ez û tu ketîn davê
Evîn derçû ji tengavê

Kiç:
Ji evînê na revîn
Daxaza dilê hevîn
Hevl were baxivîn

Kur:
Bi nîgar û binexşî
Tu nêrgiz û binefşî
Bû jîna min tu rewşî

Kiç:
Ez gulim herdem bûk im
Ber dilê te biçûk im
Were peymanê nûkim

Kur:
Çav û dil û destê min
Bû gula ser textê min
Spîtahiya bextê min

Kiç:
Bes bixwîne navê min
Hey bînahiya çavê min
Pêtê da hinavê min

Kur:
Me bişîreta seyda kir
Wek bilbilê şeyda kir
Gula corî peyda kir

Kiç:
Lawka mala te ava
Dil dixwazî ser çava
Birengê bûk û zava

Kur û kiç:
Em duxtor zanê hevîn
Gewherê canê hevîn
Herdu dermanê hevîn


 
 

 
 

SIBE XWEDÎ DEWLET IM

Miletek qareman im
Hember zora zeman im

Ji bîr nakim doza xwe
Qet naşkênim soza xwe

Şer dikim bê rawestan
Nizanim çi ye westan

Şer dikim, şer naxwazim
Welatê xwe dixwazim

Niştê min e, dêrîn e
Ber dilê min şêrîn e

Gerçî îro bindest im
Sibe ez jî serbest im

Hebûm dereng hatîme
HiŞyar û kêrhatî me

Ji mêj ve ez milet im
Sibe xwedî dewlet im

Xebata min zanist e
Dijminê min faşîst e

Ji xaviyê hez nakim
Xebata xwe bes nakim

Her tiştê min bi kurdî
Li bajar û li gundî

Azadî xelatê min
Kurdistan welatê min

Hingê dîsan dirist im
Kurd im aştîperest im

Nimûnê pakdilan im
Dostê hemû gelan im


 
 

 
 

VENAGERIM

Têm û diçim li te d'gerim
Aware bim li te d'gerim

Direvim jî li te d'gerim
Dikevim jî li te d'gerim

Ku nivistim xewna min î...
Êrîş dikim li te d'gerim

Navegerim heta d'gehim
Li te d'gerim, li te d'gerim


 


ZENGILÊ MIN


Zenge zenga zengilê min
Vaye dîsa deng veda
Dengê doza miletê min
Dinya girt û berneda

Zenge zenga zengilê min
Xweş hawar û gaziye
Awaza vê zenge zengê
Ji ferhenga Qazî ye

Her weku berq û biroskê
Xwe gihand çerxa felek
Sed û xweş bo vî dilê min
Ku min dî kurd bone yek

Lêxe lêxe zengilê min
Zengilê doza pîroz
Tu dil û canî, xweş nîşanî
Em didin peyman û soz

Peyman û soza mêrane
Geş dikin bihara me
Xebata qîz û lawane
Geş dikin Adara me

Sond bi wê rêça evîndar
Tim û tim têra diçin
Sond bi wê hizra pîroza
Norûzê jêra dikin

Ta ku mabin bê tenahî
Ev çiya û deşt û dol
Cejn û sersal dê bimînin
Her giz û nizim û melol

Ez ezînê em vehêlan
Ax ji derdê ez ezînê
Ez ezîna XANÎ gotî
Di cîroka MEM û ZÎNÊ

Lêpa kurd im serbilind im
Jîr û hişyar û lezim
Xweş kes û gernas û merdim
Dostê dostan her ez im
 


 

 

 

 

ÇáÐåÇÈ áÑÆíÓíÉ ÇáãæÞÚ

ÚÇãæÏíÇÊ

ÇáÊÇÑíÎ

ÇáãÔÇåíÑ

ÇáÑíÇÖÉ

Íßã æÇáÇãËÇá

ÇáÍæÇÑÇÊ

ÇáÚÇÈ

ãæÓíÞì ÚÑÈí  ßÑÏí

ÝíÏíæ ßáíÈÇÊ

äßÊ

Ïáíá ÇáãæÇÝÚ

ÊÑÌãÉ ÝæÑíÉ

ÚÌÇÆÈ ÇáÏäíÇ ÇáÓÈÚÉ

ÔæÝ ÚÇãæÏÉ ãä ÇáÝÖÇÁ

ÎÑíØÉ ÇáÚÇáã

äÏÇÁ Ïæá æãÏä

ÚÏÏ ÓßÇä ÇáÚÇáã

ÇßæÇÏ ÇáÌÇÝÇ

ÇáØÞÓ Ýí ÞÇãÔáí 

 

Webstats4U - Free web site statistics