|
Pêxemberê jibîrçûyî
|
 |
| |
Kamran simo |
Dengbêj
stranekê bibêje!
‘ne lo, lo
ne jî lê, lê’ be
bila
bi stêra berbangê re
bêhna evînê
ji bayê wê werê
ne derew
ne jî rast be
bi awirên xeyala min azad
be
di rastiya jînê de dîl be
dengbêjê deng xweş
straneke wisa
ji aqilkêmiya pirsên min re
bêje!
Derya pirsên aqilê kêm, ez ji
çûna nav civatê dûr kirim. Lê civat tê min, dibe ku hûn
bêjin ’
çawa dibe civat bê te?
Ma mala te hewqasî mezine’?
Naxêr mala min nîne, ez hê nebûme xwedî mal. Bi mêhvanî li
jûrekê (odeyekê) dimînim, dilê xwe bi min neşewitînin.
Ez mêhvanekî qure me.
Gelek caran xwarina min tê
jûra min, yan jî, ji bo ku ez tûre nebim, bi dengê nizim
gazî min dikin, ji bo xwerek xwarinê. Li vir ez ne xwarinê û
ne jî vexwerinê nakirim. Kirê jî nadim. Ez mêhvanekî wisa
qure û tiral im. Lê jûra dane min, ne mezin e. Firehaya wê
metreyek û çil û pênc santîm e, dirêjiya wê, sê metre û nîv
e. Hemû kesê ku ez ji wan pirsê dikim, ew têna jûra min. Hin
ji wane bi xeyd radibin, lê ji min re ne xem e. Ez bi
kêmaqiliya xwe, pirsan ji wan dikim. Ew tûre bibin, an nebin
ew zanin. Lê xirabiya, van pirsên aqilkêm, por bi serê min
ve jî nehiştiye.
Ne tenê ew tûre dibin. Ez
jî, nêzikî meymûnan kirima, bi serê min ve çend mû mane. Çav
ji berê ve, ne gelekî ronî bûn, lê pirsan xiraptir kirine.
Ji bo wê gelek caran ez
pirsê, ne ji xwediyê pirsê dikim. Pirsê ji yekî dikim li
yekî dî dinêrim.
Civat di bin simbêlan de bi
min dikene. Xem nake bila bikenin, ez derewên wan, yeko,
yeko li nav çavên wane didim. ’Mêhvan çawa, di jûra te de bi
cih dibin’? Hûn dipirsin û hûn jî bi aqilê min dikenin.
Lê ger mirov hostayê axaftinê
be
nabe kenokê nenasên pozbilind
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
ez kî me?
ez ne ji bo xwe me
ez ne ji bo xwe bim
lê kî ji bo min e
ez ji bo xwe bim
wê gavê ez kî me?
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
Ji kerema we pêjna piyekî, li
paş deriyê jûra min tê. Ez derî vekim, paşî em suhbeta xwe
bidomînin.
-Fermo, fermo ez li hêviya
yekî, weke cenabê te biaqil bûm. Civata min, heta niha
civata nîv zana bû. Min nediwerî pirseke ji wane bikim, tenê
dipeyîvîm. Ew jî, weke gelekî zana bin, di bin simbêlên xwe
de, bi min dikenîn.
-Li paş min jî, tu vêga
dibêjî derwêşê gêj,
ne wisaya ?
-Nexêr, ez di rûyê zanan de
pirsên xwe dipirsim.
Lê ji nîv zana ditirsim û ji
wan pirsan nakim.
-Nîv zana çawan e?
-Tu nizanî?
Xwelî li serê min be. Min jî
tu zana dizanî.
-Zanîn û nezanîna min ne karê
te ye, tu nîv zana ji min re bêja!
-Baş e, baş e, tûre nebe ez
dibêjim.
Yên ku zanin nizanin,
pêwîstiya we bi perwerdê heye
pêwîste mirov wan perwerde bike.
Yên nizanin ku nezanin, gêjik in pewîste
mirov pirsan ji wan neke û ji wan birevê.
Yên zanin ku zana ne û bi rastî ku zana bin,
pêwîste mirov pirsan ji wan bike û li wan guhdarke.
Vêca nîv zana te naskirin?
Feylezofê min Zerdeşt. Ez
zanim, keyfa te ji pêxemberiyê re tê. Ji bo wê, te rêbaza
pêxemberiyê, kire bela serê cîhana me.
Ji te re çi bêjim? Feylezof
yan pêxember?
-Tu çi dibêje bêje, ji min re
ferq nake. Lê tu dikarî bêjî ku ev gotinên min, ne wisa ne?
-Çi gotin?
-Gotina nezanan, nîvzana û
zana
-Ji min re ne xeme, gotina kê
dibe.
Dixwaze ya pêşiyên Çîniyan be, yan ya pêşiyên me be. Ferq
nake, gotineke tijî aqil e.
-Tenê pirsên xwe mîna
camêra bike. Ez
ji pirsên te yên ku nepirs tûre dibim.
-Nexêr ez te tûre nekim.
Ka tu bêje ji min re,
feylezofê min.
’difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş
ez kî me?
ez ne ji bo xwe me
ez ne ji bo xwe bim
lê kî ji bo min e
ez ji bo xwe bim
wê gavê ez kî me?
difikirim
bi şev û roj
çar hezar sal paş û pêş’
-Min got: pirsên camêran ji
min bike.
-Pirsên camêrane ezbenî, bêje
ez kî me? Çima tu, min bi min, nedê naskirin? Xwedêgiravî,
tu hem feylezof û hem pexemberê min î.
-Baş e, tu gelekî dixwazê, ez
ji te re bêjim.
Di dema
hûn di xew de
Û stêran rê li we birîbûn
rojê pişta xwe dabû we
weke çiyayekî nivistî
hûn di pêşbirka dîlîtiyê de
min dirêjkirine destên xwe
yên germ
bûna
ava jiyanê ya sar
di piyan de geriye
lê
Hê hûn, li xwe negeriya bûn,
we ez dîtim. Baweriyên weha tev nava wan pûç û sivik in.
Bi erzanî têne kirîn û
firotin. Loma we, ji baweriya min, ronî nedît û we riya xwe
rast nedanî.
-Tu tûre dibî, an nebê ez
pirsa xwe bikim. Çawa dibe, ku hê em li xwe negeriyabûn? Ku
em li xwe negeryabane, tu nedibûyî.
Me li gelek deran, yezdan
afirandibûn. Dîn çêkiribûn û me hikûmdarî dikir.
-We çi hikûmdarî dikir? Tu
xwe wisa gelekî zana dibinî, de ji min re bêje? Ka we li
kuderê ev hikûmdarî dikirin?
-Xeyda te ji min re ne xeme,
ezê rastiya ku zanim bibêjim. Me, Uruk, Amad, Amêdî û Amûd
avakirin û li wane Xweda afirand, dîn çêkir û dewlet bi rê
ve bir. Bi destê dewletên me dîn û huner çû Anatoliya û
Misrê. Bi Sûmer, me bingihê hemû dîn û dewletên li paş me
hatin, danî.
em bûbûne kaniyên
bêhempa yê gerdûnê
me ne dixwestin
govendgirtina mijgulan
raweste
ji hezkirina jiyanê em mişt
bûn
bi nêrînên
baweriya zarokiyê paqij bûn
bi salan avdana
çem û rûbaran em şa bûn
me ronahî direşandine
ser dîrok û mirovahiyê
Me ji Kêlaşînê hate
Hemedanê dewleta Mann, bi rê ve bir.
Bi împertoriya Medan me gelên herêmê ji zilmê
rizgar kirin. Tu ji nav vê dewleta pêşketî, çêbûyî.
-Raweste, raweste, we Xwedayên ku dimirin
diafirand. Xwedayên we jî, weke we mirov bûn. We ji wan re
dîlî dikir. Mirov, mîna ajêlan dikirîn û difirotin. Çi
ajêlên we yên baş hebûn, we ji Xwedayên xwe re dikirine
qurban, de bêje we çi Xwedan afirandibûn?
-Xwedayên, kê ji yên me çêtir bûn? yan pirtir
bûn? Me Xwedayê rojê, şevê, hatinê, mirinê, evînê, aştiyê,
şer û xweşikiyê bi kurtî hemû xwedayên me hebûn. Me ew
afirandibûn û wan, em bi rê ve dibirin.
-Min çi kir? Min ev hemû,
formek da wan û min Xwedayên ku mirov bûn mirandin.
Min got: Ahûra Mazda mirov ji
sûretê xwe afirandiye. Mazda mîna henasa mirov nêzîkî mirov
e. Mirov bi xwe Xwedayê xwe ye.
Tiştên jiyanê didin, ji we re
gotin.
Ro, hewa, av û ax
Xwedayê şev û rojê ji we re
gotin.
Yanî Xwedayê ku çêyîtiyê dike
û diafirînê û yê ku xirabiyê dike û ne afirînê.
Min got: di nava her mirovî
de, hem Ehrîman û hem Ahûra Mazda heye.
-Te bi vê, felsefa çêyî û
xirabiyê, mala mirovaniyê xira kir. Li paş te çi dîn û
felsefên ku hatin, ev ji xwe re bingeh girtin û çi xirabiyên
ku dibin surûştî dîtin.
-Ji bilî van, min ji we re,
ramana azad, kiryara azad anî.
Min ji we re got, xwedayê we
mir.
Lê we li min da û ez koçber
kirim.
Rast e, heta wê demê, we,
gelek pêşveçûn çêkirin. Lê pewîstiya we, bi ramana nû û
kiryara nû hebû. We ne ramana nû pejirand û ne ji bi kiryara
nû re gav avêt. We xwe bi dîn û rêvabirina, dîlîtiyê ve
girêdabû.
-Hemû cîhan bi wê şêwê, bi rê
ve dibirin.
-Te çi ji cîhanê ye? Min
dixwest rê nîşanî hemû cîhanê bidim.
zelaliya baweriya min
û dilovaniya min
ji her tiştî re
Yêzdanî dikir
hemû roj
ji min re pîroz bûn
zanîna pêxemberiya min
wisa gotibû
rastiyeke pîroz bû
gotina Xwedê bû
lê we dijmintiya min kir
we şevên min dizîn
firotine bêxewiyê
rojên min
firotine bêkesiyê
we xwe kir
giyanê nepakiyê
we dizî
ew zanîna jiyana pîroz
ronahiya şahiya hesretê
min ji pakiya giyanê kevokan derxistibû
ev şahiya kovanan
we refek kundên
bê oxiriya jiyanê
şande ser riya min
firandin ew hesreta min a
mişt ji hezkirinê
min peyman dabû
ku nefretê nas nakim
dema we
ev peymana min bihîst
we hawîrdorên min
ji pizrikên zoxgirtî dagirt.
We dixwest, nefreta xwe bi
min bidin pejirandin.
Bi neçarî ez koçber bûm.
-Tu çawa dibêjê ku me berdaye
te û te koçber kirî?
Me bawerî bi te anî û me
Pêxemberê aştiyê li Hemadanê kuşt.
-Paşî împeretoran dînê min,
ji xwe re kirine baweriya serkeftinê. Bi şûr we pejirand.
Ne bi riya ku hûn bifikirin û
li min guhdarî bikin û bipejirînin. Şûr li ser serê we
hatine hejandin, paşî we pejirand.
Ew jî, ne dînê min bû. Bûbû
dînê dewletan û zilma xwe pê dimeşandin. Tu têgihiştî?
Di dema, dînê ji destê min
derketî de we pejirand.
De bêje, we kîjan pêxember di
rûyê min de kuşt?
-Manî pêxember, me li Hemdanê
bi darê ve girêda, heta ku mir jî, me av nedayê.
-Dîno, min ne kuştina mirovan
bitenê, kuştina ajêlan jî qedexe kiribû.
We çawa yekî ku xwe, weke
şagirdê min didît, kuşt?
- Bi serê xwe me nekir, bi
fermana Magên ku te ji xwe re, wekîl danîbûn. Fermana
kuştinê bi Behramê kurê Şehpor dane pejirandin, wî jî
fermana kuştinê da û me kuşt.
-Baş li min guhdarke û li
çavên min binêre, da ew roviyên ku di mêjiyên te de
dileyîzin rawastin. Ez ê ji te re bêjim û pirseke dî, ji min
neke îşev.
Yekem: Min Tu kes nekire
wekîl, ji xwe re.
Duyem: Min Behramê kurê
Şehpor nedî û min ew nedipejirand. Ji wî pirtir, min ji
birayê wî yê biçûk Hurmuz hez dikir.
Sêyem: Ew zikmezinên Magan bi
navê min zikê xwe dijî dikirin. Tiştên ku min nedikirin û
min nedihişt bawermendên min jî bikin hemû dikirin.
Çarem: Ez ne mîna te û yên
weke te bûm, xwe di quncikên odeke wisa biçûk de vêşêrim û
quretiyan bikim.
Pêncem: Min xwe neveşart, li
dijî kujerên Turan, di heftê û heft saliya xwe de, min
şerkir û hatime kuştin.
Tu têgihiştî? Meymûnê keçel,
rabe dengê derî tê. Mêzeke kî ye û dev ji min berde, Ahûra
Mazda sebrê bide yê ku tê.
-Ku ez, we wisa tûre dikim,
çima hûn her şev têne mêhvandariya min?
-Min got, pirseke dî ji min
neke. Rabe derî veke!
Xwe tûre neke pîrê min
di êvarên
hatina jibîrkirin de
di ramanê de
ez te dibînim
di nav rojên nû de
di kolanên bi befir
di agirên pîrê Laleş de
weke kevoka spî
bêdeng
di
nav gihê de
te dibînim
di başî û rûvekirina
heyvê de
di qolinc û şahiya zayîna
dayikê de
di nav zelaliya
rondikê de
te dibînim
di ol û felsefê de
di xwendina pirtûkê de
di nav şêrîniya awazê de
di
êtûna evînê de
te dibînim
pîrê min
te
-Xwezî bi mêhvanên weke te,
hem mêhvan e hem fermandar e.
Xwe tûre neke ez rabûm.
|