|
MELE MEHMÛD Ê BAZÎDÎ

CIWAN
DÊRIKÎ
ciwanderiki@hotmail.com
Di vê mijarê de emê bibin mêvanê zanyar û
rewşenbîrekî kurd ê nirxdar û mêvanperwer , ku jiyana xwe di
mêvanperweriya çand û toreya kurdî de borandiye . ev rewşenbîrê
hêja û mezin Mela Mehmûd ê Bazîdî ye , di baweriya minde mafê wî
hatiye xwarin bi nenaskirina gelê kurd jêre ta niha .di vê
xebatê de min xwestiye ez hinekî wî bi xwênerên kurdî bidim
naskirin , bi qasî ku min kariye agahiyan li ser kombikim .
Gava mirov basa çanda kurdî bike di cihde navê
çend torevan û helbestvanan tê bîra mirovî , wek Helbestvanên
Mezin : Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî , Feqehê Teyran û
çendekî dî
çimkî evin yên ku berhemên kurdî li pey xwe
hêlayîn û em îro bi saya wan şanaz û serfirazin .
Ji bilî berhemê wan , tu nivîsar û pertûkên
Kilasîka çanda me bidin nasîn nînin , ev jî cihê daxêye ko
miletekî hewqas kevnar , xudan dîrokek dûr û dirêj , bê zanyar û
bê berhem bimîne û kesatiyê xuyabûyîn jî bimînin winda û ne
naskirî .
Her gel û milet bi çanda xwe tê naskirin ,ji xwe
jiyana civakekî di çanda wî de hatiye çandin û ber daye .
Ger mirovek bixwaze gelekî nasbike , pêşî li
kelepor , çand û bermayên wî yê dîrokî digere , bi teybetî
berhemên hatîn nivîsîn û berhevkirin ji kelepor û bermayên wî
miletî .
Gelê Kurd yek ji gelên kevnareye ku dîroka wî bi
hezarê salan dikişê berî zayînê , lê di aliyê berma û berhemên
nivîskî de kêm belgeye .
Belkî hin berhem hatibin nivîsîn lê xuyaye tev
hatine talankirin û tunekirin . folkulora kurdî , çanda wî ya
devkî û gelêrî gelekî têr û dewlemende , sitran , ser pê hatî ,
gotinên pêşiyan , govend û destan û çîrok û . . . . h.d .
Lê berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî , ko em îro
xwe pê nav bidin û tore ya me pê bê naskirin , dîrokeka wê ya
dirêj nine , tenê çend dîwanên helbestan ji sedsalên navîn
hatine parastin , wek dîwanên Melayê Cizîrî , Ehmedê Xan, Feqehê
Teyran û hin helbestên Baba Tahir û Elî Herîrî . . . . em
nikarin bi van çend dîwanan toreya xwe bi toreya gelên dî re
bidin berhev , esehiye ko hin zanyar , torevan û dîrok nivîs ji
nav gelê Kurd rabûne , mixabin ko wana ne bi zimanê dayîka xwe
kurdî nivîsîne ,lê bi Erebî , Tirkî û Farisî , ango
Pertûkxana kurdî pir lewaz û qor maye ji kêm berhemên
bi kurdî .
çanda miletan û toreya wan bi wergerandina ji
zimanên dîtir fireh , têr û dewlemend dibe , lê ev tevger di
Kurdistanê de û di nav gelê Kurd de çênebûye , hemî berhem û
nivîs û werger bi zimanê biyaniyan hatine kirin , ked û xebata
wan nivîskarên kurd bûye dirav û sermaye ji çand û toreya
gelên dî re .
Di nîvê sedsala 19an de bayekî nû li çand û
toreya kurdî werdigere ,
bi destê rewşenbîrekî Xamezêr yê bi navê Mela
MEHMÛD Ê BAZÎDÎ , ko bi rastî wî serhildanek di nav çanda kurdî
de çêkir , berê Hespê Kurdî ji meydana olî da meydanin dî , ko
kesî berî wî ew qoşme têde nekirye .
Bazîd bajarekî Kurdistanê ye , di sêkuçka tuxubên
Ermenistan , îran û Tirkiyê de ye , bi çendê caran hatiye
dagirkirin di şerê navbera Osmanî û Rûsan de (1828_1854_1877) ,
ev bajar bi kelha xwe ya kevnar , bi berrên Kurdistanî bi nav
û denge , dîsa gora seydayê mezin Ehmedê Xanî li rojhilatê
bajêr serdangehe , di demê Osmaniyan de navendek sereke bû ji
çand û toreya olî re , dibistanên Olî li bajêr hebûn , di wan
dibistanan de gelek feqe û şagirt hebûn , waneyên Olî , felsefî
, stêrzanî û zimanê Erebî hîndibûn . ji ber pêdviya şagirtan
şirovên olî bi kurdî dihatin kirin , êdî pêwistî bi berhemên bi
zimanê Kurdî jî çêbibû , ( di wan salan de Ehmedê Xanî Nûbihar ,
Elî Termaxî rêzimana zimanê erebî bi kurdî , mele Xelîlê Sêrtî
baweriya ayînê , û Mewlûdên bi kurdî , bi zimanê kurdî
nivîsîbûn. . . . ) .
Êdî bazîd dibe bingehek ji zimanê Kurdî re ,
gelek torevanên mezin ji vî bajarî radibin , Ehmedê Xanî ,
Miradxan , Ismaîl Bazîdî . . .û yên dî .
çanda bi zimanê Kurdî ji vî bajarî qut nabe , lê
tev di çarçûva olîde dimîne , Heya em dighin vê Stêrka geş a
ezmanê Kurdistanê M.M.Bazîdî .
Bazîdî kiye ? Wek A.Jaba dibêje
M.M.Bazîdî di sala 1797an de li Bazîdê Hatiye jînê , Xwendina
xwe li Bazîdê di dibistanên olî de kiriye , di zaroktî û
xortaniya xwede fêrî Quran , Hedîsên pêxember û zanista olî dibe
, hînî zimanên Farisî , Erebî , Ermenî û Tirkî jî bûye digel
zimanê Kurdî . lêgerînên xwe yên zanyarî pêşî li bajarê xwe
Bazîdê Kirine , paşî diçe Tebrîzê li wir hîn kurtir dibe di
zanista xwede , paşî vedgere Bazîdê û dibe serwerê Dibistanên
olî , Bazîdî kesayetîke zû tê naskirin û heskirin di nav gelde ,
piştî serok eşîrê Kurdan yê bi nav û deng Behlûl paşa ji textê
Bazîdê tê avêtin , cihê wî li Bazîdê namîne , û bardike diçe
Erzeromê û li wir jî dibe mamosteyê dibistanan .
Ji ber nirxdariya wî û rêzgirtina gel jêre , navê
M.M.Bazîdî li gelek mizgeft û dibistanên cûrbicûr hatiye kirin .
Bajarê Erzeromê dikeve ser rêya karwanên
bazirganiyê, navendeka siyasî , aborî , zanistî û rewşenbîrî bû
, her weha cîgehek leşkerî yê stratîcî jî bû, lewra dewletên
mezin balyozxanên xwe li vî bajarî digirtin . Mela M. bazîdî
piştî ko li Erzeromê binecih dibe zû ji aliyê gel ve tê heskirin
,û cihê xwe digre , her weha karmendên Osmaniyan jî rêz jêre
digirtin lewra serdarê Osmaniyan çend caran ew kirin şandiyê xwe
ji serokê Serhildanên Botan û Hekariyan re da bi wan re bikeve
têkiliyan , lê welatperweriya wî û hestên kurdewariyê di wan dan
û standin ên bi serhildêrên kurdre eşkere dibû , ewî hewl dida
berjewendê Kurdan pêk bîne ne yê Osmaniya , lewra serdarê
Osmaniyan gumana jê dibin ,û wî sergunî wanê dikin , 15 rojan
tavêjin zindanê û paşî wî berdidin .
Bazîdî di çalakiyên xwe yê civakî û siyasî de wek
dîplomatekî tevdigere , dema Mehmûd Xan ( birayê Bedirxan )
serdana Erzeromê dike M.M.Bazîdî tê hilbijartin ji hêla
osmaniyan ve , da pêşwaziya wî bike .
Di şerê Osmanî û Rûsande (1853_1856) birayê
M.M.Bazîdî şehîd dikeve , û bi têkçûna tirkiyê re rewşa wî ya
aborî nexweş dibe , mela xizan û hejardibe ne xasim piştî
şkestina karê bazirganiya zarokên wî .
M.M.Bazîdî bi dan û standina xwe ya nerm , xweş û
jêhatî dikarîbû nêzîkbûnê di nav dijberan de çêbike .
Di gotarek, (rojnama Kurddistan de) ku sultan
Evdil Mecîd M.M.Bazîdî ji Stenbolê şandiye Cizîrê da Bedirxan
serhildanê (1846_48) rawestîne û here Stenbolê bi M.M.Bazîdî re
.
Bi derbasbûna M.M.Bazîdî Ezeromê , çanda kurdî
dikeve qûnaxeke nû ji dîroka xwe .
Dîplomat û karmendê Wezareta derve ya Rosî
Aliksander Jaba ji sala 1848 an ta 1866an li Erzeromê Jiyaye û
têkilyên wî bi Akadîmiya zaniestê li Petrisburg re hebûn da
lêkolînê Ser Kurda pêk bîne , ku saziya zanistî (Entîkxana
Asiya) guhdan pê dikir , rêveberê saziyê B.A.Dorin bernamecên
Zaniestî pîlan dikirin û ji Balyoz A.Jaba dixwest pêkbîne ,
gelek name di nav Jaba û Dorin de hene , giringî û nirxê
zanistî yên di van nameyan de ewe ku gelek aliyên lêkolînên ser
Kurda zelal dikin .
A.Jaba li Erzeromê Xwe dighîne M.M.Bazîdî û
alîkariya wî dixwaze , ew bingeha zinistî û civaknasî li cem
M.M.Bazîdî peyda dibû , lewra pêre bû alîkar , piştî sala 1856an
M.M.Bazîdî bi lêgerîn û lêkolînên xwe yên li ser ziman , dîrok û
çanda Kurda , dibe mamosta û ronahîdarê A.Jaba .
Bazîdî gelek berhem ,û destnivîserên Kurdî
berhevdike , yên li ser dîrok , Etnografya û zargotina Kurda ,
êdî gelek caran navê Jaba û Bazîdî bi hevre tê ziman , bi wê
Keda xwe , navên xwe bi tîpê Zêrîn di dîroka Kurdzaniyê de
nivîsîne .
Di sala 1859ande Bazîdî destnivîsera Elî Termaxî
(1591) (rêzimana zimanê Erebî , bi zimanê Kurdî ) bi xetê destê
xwe dinvîse , û jêre pêşgotinekî li ser desnivîserê û
jînenîgariya Elî termaxî , û hin zanyarê Kurd û danerên Rêzimana
Kurdî dinvîse , û rola dibistana di jiyana çandî ya Kurdistanê
de tîne ber çavan .
Rêveberê Entîkxana zanistî rojhilatnas Dorin ji
Jaba dixwaze ku zimanê Kurdî hûr lê bikole , û destnivîserên bi
Kurdî berhev bike , çimkî ew destnivîser jêderên serekene ji
naskirina asta şaristaniya Kurdî re .
Bi rastî bi alîkariya Bazîdî , A.Jaba bi danheva
destnivîseran , sûd û xizmetek mezin daye lêgerînên Kurdî . Ew
distnivîser îro li du pertûkxanên Rosî ne , piraniya wan di
pertûkxana navendî a giştî li Petresburgê ne , ya bi navê
(Salnîkov _şîdrîn) , û Yên mayîn di pertûkxana rojhilat nasiyê
ne
(ãÚåÏ ÇáÇÓÊÔÑÇÞ)
, 84 destnivîser di herdu pertûkxanade hene , 44 bi kurdîne , û
10 dî jî li ser kurdane , 4 bi farisî ne , 3 bi tirkî ne û 3 bi
firensî ne , hejmarek mezin ji wan destnivîseran , rojhilatnasa
rosî M.Rodinko hûrkolîn kirine û wergerandine zimanê Rosî , û
belavkirine .
Her weha Kurdnas J.Mosîlyan jî hin ji wan
weşandine .
Dîsa D.Merûf xeznedar çendek ji wan hûrkolîn
kirine û weşandine li Bexdayê .
Bê guman ko A.Jaba hejmarek rewşenbîrên Kurd ji
bo danhevê li dor xwe kom kirine , û di serî de M.M.Bazîdî tê ,
Jaba dibêje ;( ji nivîskar û torevanên Erzeromê Mehmûd Efendî
tenê hûrkolîn û rastkirina berhemên farisî dikir û werdigerandin
zimanê tirkî û kurdî .) bi alîkariya M.M. Bazîdî A. Jaba hemî
daxwazên rojhilatnas A.Dorin pêktîne derbarê lêkolînên ser kurda
, em ji bîr nekin ko gelek ji wan destnivîseran bi pênûsa M.M
.Bazîdî wek daner, yan nivîskar gihane Petresborgê .
Ji xebatên M.M.Bazîdî yên çandî ;
* danheva hejmarek mezin ji gotinê pêşiyan , ko
A.Jaba di sala 1880 de ew wergerandine zimanê firensî , di
pêşgotina xwede dibêje ;( ew dixwaze jînenîgariya alîkarê xwe
M.M.Bazîdî binivîse .) , dibe ko A.Jaba soza xwe bi cih anîbe ,
lê tiştek di vê hêlê de bi destê kesî neketiye .
* Li ser daxwaza A.Jaba M.M. B pirtûkek zanyarî
gelkî bi nirx diafirîne bi navê ;rabûn-rûn iştin, Erf û adetê
kurda . ev pertûk di sala 1963an de ji aliyê rojhilatnas a rosî
M.B.Rodînko ve hatiye wergerandin ji zimanê rosî re û
belavkiriye .
Pêkanîna pertûkek weha li ser jiyana kurda karekî
akademîke , di sedsala 19an de M.M.B. pê rabûye .di vê pertûkê
de temtêla kurda ,dem û dezgehê wan , leyistik , sazbendiya
gelêrî , huner û çanda wan radixe ber çavan .
* Pertûkek dî bê navnîşan li ser (bi karanîna
lêkeran di zimanê kurdîde .)
Di sala 1867 an de afirandiye ,wek pertûkek
rêzimanî tê pejirandin .
* Yek ji karê herî binirx û giran biha yê M.M.B .
karê wî yê zanistî wergera pertûka hêja ( Dîroka kurdistanê ya
kevn ) ya dîrokzanê kurd Şerefxanê Bedlîsî ye , ko ji farisî
wergerandiye kurdî , nirxdariya vê pertûkê û mezinbûna M.M.B .
ji vê pertûkê re ewe ko ew yekem pertûke li ser dîroka kurda bi
zimanê kurdî , ya dî jî ewe ko M.M.B . yekem kese bi karê
wergerandinê radibe ji zimanê biyaniyan bo zimanê kurdî .
Hemî lêkolîner û rojhilatnas rêzgirtinê didine vî
karê M.M.B . û ew berhem bûye jêderek bingehîn û sereke ji
dîroka kurdî re , Mela têde gelek nêrîn û şirovên xwe avêtine
ser .
* Bazîdî li vir ne rawesta , wek berdewama dîroka
Şerefxan
ewî dest bi nivîstina dîroka kurda kir ji cihê ko
Şerfxan lê rawestaye , pertûkek ji hezar rûpelî bi navê ( dîroka
kurdistanê a nûjen ) navbera salên 1785-1858 an de nivîsiye .
rojhilatnasa rosî Y.G.vasîlyêva ew destnivîs xwendin kiriye û di
sala 1967an de wek rêze -gotar weşandiye .
divê neyê ji bîrkirin ko hemî agahiyên li ser
kurda yên A . Jaba bi firensî nivîsîne û weşandine , bingeha wan
nêrîn û agahiyên M.M . dayînê ne .
* pirtûkek bi navê ( tore ya kurda a kilasîk )
M.M.B. û A.Jaba bi firensî û kurdî nivîsîne , û di sala 1978an
de D.Marof Xeznedar ew bi erebî weşandiye li Bexdayê .
* her weha ferhengek ji 3 hezar gotinî ( hin
dibêjin 15 hezar ) herdu zanyaran bi hevre amadekirine ,
firensî-kurdî ,û kurdî-firensî , û ev yekemîn ferhenga kurdî-
firensî ye di sala1879an li petresborgê hatiye weşandin .
D.M.Xeznedar derbarê lêkolînên rojhilat nasan li
Erzeromê de dibêje:( heger em şanaz û serbilindin ko Erzerom di
sedsala 19an de navenda lêkolîn ên kurdî ye di rojhilatnasiya
rosî de , divê em rola M.M . Bazîdî û keda wî di gel A.Jaba ji
bîr nekin .) .
* Berhemek dî ko M.Bazîdî pê rabûye , amdekirina
ferhengek du zaravên kurdî :Hekarî-Rewadî , ko em îro dikarin
pê têbighin ka gotinên kurdî di wî çaxî de çawa bûn û çi
guhertin têde hatiye kirin ji hêla pêşketina ziman ve .
* Belê berhemek dî ko cihê rêzgirtinê ye di
dîroka çanda kurdî de,çîroka ( Leyl û Mecnûn ) e , ko Bazîdî ji
destana helbestî ya helbestvanê kurd Harisê Bedlîsî bi şêweyê
pexşane nivîsiye , ev yekemîn çîroke di dîroka toreya kurdî de
bi pexşane tê nivîsîn û Bazîdî yekemîn çîrok nivîsê bi zimanê
kurdiye .
* Herweha Bazîdî bi hejmarek mezin çîrokên gelêrî
ji devê kalemêr û pîrejinên kurda girtine û bi pênûsa xwe
nivîsîne û parastine . û bi dehê çîrokên gelêrî ji zimanê farisî
û tirkî wergerandine kurdî .
Bazîdî ne tenê wergêr û nivîskarê destnivîseran
bû , ewî ji her berhemî re pêşgotinên hêja dinivîsîn û agahî li
ser xwedyê nivîsê jî didan .
* Dîsa pertûkek bi navê ( Entîkeya dostan di
heyamê kurdan ) nivîsiye û maye destnivîser , têde rewşa gelê
kurd û jiyankirina wan di sedsala 19an de radixe ber çavan .
nivîskarê kurd M.M.Bazîdî rewşenbîrekî kurd ê
zanyar û hêjaye , xwe ji jiyana gelê xwe qut nekiriye , dera ko
lê maye bûye cihê rêzgirtinê dinava hemwelatiyê xwe de , û zû
deng vedaye .
xalek dî balkêşe di jiyana Bazîdî de ew jî
kûrbûna mejiyê wî ji mere diyar dike , dema alîkariya A. Jaba
dike kesên olperst û kevneperest êrîşî wî dikin , û dixwazin wî
rûsar bikin di nav gel de , lê seydayê hêja xebata xwe na
rawestîne , guh nade gotinê wan paşdemayîyan , wek M.Rodinko
dibêje:
( ji ber vê yekê êdî Bazîdî navê xwe yê rastî
gelek caran li bin afrandin û karên xwe yê zanistî de ne
dinivîsî , navin dî li xwe dikirin wek : Feqîr Mehmûd Efendî ,
Xoce Mehmûd Efendî .)
mezinbûna Bazîdî û nirxdariya wî tê dîtin gava em
wî bi hevdemên wire bipîvin , ko di wan salan de çanda ola
misilmantiyê serdest bû , her rewşenbîr û oldarên kurda di
çarçûva wê çandê de diçûn û dihatin , tenê M.Bazîdî ji rêzê qut
dibe , û bi refnê dîre dibe hevkar û hevrê , deriyekî dî
derveyî çanda olî li toreya kurdî vedike , xebatên li ser jiyana
gelêrî , civakî , ziman , folklor , dîrok û wêje dide pêş ,
deryê çanda şaristanî li kurdan vedike .
Bazîdî mirovekî têgihiştî û zanyarbû , ne tenê di
çanda olî de , ew di naskirina ziman û toreya tirkî, farisî û
erebîde jî pijayî bû , di gel naskirina wî ji civak, dîrok ,
folklor , tore û her aliyên jiyana kurdan re , lewra ew bingeh
hebû li cem ta diplomat û kurdnasê rosî A.Jaba ew wek mamoste û
alîkarê xwe pejirandiye .
Bazîdî mirovekî kurdperwer bû , nivîs , danhev ,
wergerandin , û
keda wî ya rengereng evê gotinê pesend dike .
bi saya xebatên wî gelek berhem ,pertûk , destnivîser , li ser
çand û dîroka kurdan hatine parastin .
ew mirovek comerd û nander bû di hêla pênûsa
xwede , kaniyek a herikî bû ,zeviya çanda kurdî ta dawiya jiyana
xwe bi xurtî avdida , û diparast .
bi ked û dana wî em dikarin asta nivîsa bi
zimanê kurdî nasbikin .
M.M.Bazîdî dawiya jiyana wî hin jêder dibêjin di
sala 1860 an bi dawî bûye ,
Lê ji destnivîsên li petresborgê xuya dibe ko ew
ta 1867 an jiyaye .
mixabin ko ta niha em gelek aliyên jiyana nivskar
û zanyarê kurd M.M.Bazîdî nizanin , her tişta li ser hatî gotin
ji hêla rojhilatnasa rosî ve hatiye gotin ,ko ewê jî ji pertûk
,name û destnivîsên kurdnas ê rosî A.Jaba deraniye .ev kesatiya
mezin û gewre pêdivî lêkolînên berfirehe , hêjaye ko rewşenbîr
lêkolînerên kurd xebatê li ser bikin .
jêder:
kovara Golan hejmar 18 .D.Marof Xeznedar
malperên Enter net kulilk –mihsin seyda û can
dost
Cewdet Şiyar .
www.hajalname
www.bydigi . Mîrza ,werger
ji rosî Têmûrê Xelîl .
ev mijar bû semîner di nav guropa ; TEVN A ÇAND Û
HUNER A KURDÎ –DÊRIKA HEMKO de hate xwendin .
----------------------------------------------------------------- |