 |
|
Arşek Baravî |
|
EZIM NÊÇÎRVANÊ GERDÛNÊ
.. BÊ HÊVÎ Û BI
HÊVÎME
erê welato ...tu
omûdewera mine û ez her
dem bi serê gellê te
sûnd dixum...lê-mixabin
–te rojekê ji rojan
hewildana berevaniya min
nekir…te destê xwe neda
ber ewan suyle û şeqamên
ku ji gellê te têne riwê
minî belengaz…ew riwê ku
qermîçokên sere..bedewî
û çelengiya wî veşartine
..lê..min bi aramiyeke
firişteyî …ew qermîçok
bi girnijîn û
devlikeniyê nuxamtine…ew
min mîna xirsebazekî
dîlî neçar,.. anjî
xêwekî tirsok dibîne…û
ezim yê ku derya ji kela
min re aziriye….
Ezim çiyayê mancî bi
asîman re hesûme….ezim
çar kejên demê sar û
germî bi gorîne….ezim
şahiya welat dorepana
jan û derdan.
Bilîmetên pîtoliyê
dibêjin: rasteqînî ewa
ku di navbera devekî
bêjer û du guhên guhdar
re derbas dibe, gelo tu
kes nine ku herdu guhên
xwe bide ser bêjeyên
axaftina pênûsa min ,
tevku pênûs bi erkê
nivîsînê tenê karmende
?an gellê te guhdare û
dibihîze , lê –ziman
şikestiye …bê bersive
çiku ew rênêrîna
percoyekê ji xêl û
berbiwê nijdevanan dike
?..ma ev lukumandina li
pê lukumandinê û tûşiya
li pê tûşiyê ..tevde
nijkaviye(naghamiye)
welato
?
Tu çawa di xwe hiltê..û
te evqas aramî ji kuder
kirriye?
De bipejiq ey welat ta
dilopên pêt û sotinan ji
te biçizirin, heyku liv
xwe berde hestê gellê te
û xwe veparimîne…ewan
tevzînokan ji reh û
demaran bider xîne û
pavêje, çiku ev gell
bersiva astengiyên
kevnare û di
tamaşakirina wêneşana
kevnetorê dîrokê
de..xwedanê hêviyên
mezin û balaye.
ARŞEK BARAVÎ
10
– 11 -
2007