Mirina Jiyaneke Rind
 |
|
Ebdilqadir Egîd |
|
Di şkeftên giyana xwe de
, mîna feriştekî nermî
zelal, ku ji esmanê
bajarekî bi mij dakeve,
şerma min li rewana te
rast hat.
Ne biyan bû..! Xweş tê
bîra min, li ser kenarê
Dicleyê, di demeke nêzik
de, di çîrokeke dirêj
de, li gel Biroyê
dengbêj û stranin dîrokî
de em li hev rûniştibûn.
Biroyê dengbêj, tu bû,
ez bûm, kurdekî serxetî
bû; binxetî bû;
pêşmergeyek, gerîleyek
wek te bû… Bi dengê xwe
şer dikir, li ber xwe de
dida.
Eger em bipirsin : ‘Çima
gola mijûliya dilê me di
ser re çûye û êşa te xwe
li hestiyan pêçaye?’ Bê
Guman, giyanên me
bersiva ku di vê pîvana
biçuk de pêk nayê û kin
jî nabe, zanin.
Ji ber ku tu razî nebû
ku elfebeya romana tenê,
ji miletê xwe yê di
derya tor û hunerê de
dest dipeland, diyar
bike, elfebeya jiyanê
jî.
Te em fêr kirin ku
wêjeya kurdî xezneyeke
hêjaye ger û lêkolînê û
çiqas em bi ser lîre û
pûlikên wê vebin, em
wilo bi ser duruvê
kesatiya xwe vedibin!
Lê îro… bejna tîpên te
qurmiçî ne, bê deng in,
dîmenên wan li ser
rûpelên ku reş bûne,
diperpitin, bê rengin.
Rêsiyê hevokên teyî
hûnandî, xav bûne, li
hev geriyayîne, li
xewleyî pertûkan bêçare
mane.
Ziyana wêjeyê girane,
pir giran e, mezin e; ji
gotinan, helbestan,
pesindariyê mestir e.
Birîna wêjeya kurdî –
tevî bêdengiya wê – kûr
e. Kulîlk, çivîk, çiya,
heval şagirtê dibistanan
û hemû bêjeyan xwe reş
girêdane, bi çol û
deviyan ketine.
Erê, ey stûna
perwerdeyê, bingeha
tîpên şermok, cihoka
peyvên şêrîn..!?
Her hevok di her romanê
de bi şîn e, laşê xwe li
ser te dicû.
Her zikak, kolan, çem,
newal, çiya, dengbêj di
wan romanan de, pirsa
hilm û bêhna pêçeyên te
dikin.
Zengilê dibistana
mamoste Sefo piştî te,
li ser masê bê deng ma
ye.
Zarokên ku li qorzîkan ,
xwe li hêviya te dane
hev, navê te li ser
dîwaran dinivîsînin, bi
kurtepistin dîl.
Çivîkên ku her sibeh li
ser milê Dîcleyê
vediniştin, baskên wan
li asîmana ji
çûnûhatinê, û gerîna li
te qerimîne, qet nikarin
li ser milên tu çeman
deynin.