Başkiro bi xwe
kiro, xerab kiro bi xwe kiro
Benîştê dêhna ji
ritlêye.
Bilind nenêre
nizim nekeve
Bîra avê jê
vexwe kevra navêjê.
Bi pirs ji kalê
zemana û ji xortê geryayî
Bela ji derê bê
guman tên
Bela mero ji ber
nigê merov tê
Bi pirsê mirov
dighê xursê
Bîr bi derziyê
nayê kolan
Bila hindik be
bila rindik be
Bilûra liber
gaye çira liber kûraye
Birîna vekirî
mirov xwe naxiyê
Bûka liser hespê
kes nizane nesîbê kê
Ê deva xwedî
bike deryê xwe bilind dike
Ê here masiya
divê qûna wî şil bibe.
Ê ne ji malkê
nizani bi hewalkê.
Ecelê biznê tê
nanê şivên dixwe.
Ez bê ez tu bê
ez wê kî here ber pez.
Ez dibêm çi û
tembûra min dibê çi?
Ez mîr û tu mîr
wê kî bibe wezîr
Caven li deriya
xwelî li serya
Çêkiro bi
xwekiro xerab kiro bi xwe kiro
Çiqasî dûre
hewqasi bi nûre
Çiqas mar fetla
bide xwe disa ji we rast here qule
Çû heyfa bavê
qûn liser kir.
Dayê belayê,
xuşkê tehlayê,jinê were kolana minê,ez te bigerînim li
welatê dinê
Dîkê cê di hêkê
de azan dide
Dost di roja
tengda beludibe
Dilê bi xezeb
naghîje mirada
Du zebeş bi
destekî nayên girtin
Dewê ceribandî
ji mastê ne ceribandî çêtire
Dema dayik
dimire bav di be mam
Dengê defê ji
dûr ve xweshe
Dermanê hertiştî
xwêdeye dermanê xwêde tuneye
Extiyari dojeha
jiyane ya
Ga dikeve kêr lê
pir dibin
Giya di bin
kevira da namîne
Go Erebê çima
quzê te reşe, go malê min eve
Go koro tu çi
dixwaze go çav.
Gotina rast
sonda naxwaze
Gotina xweş
buhara dila ye
Gotnê êvara
dikevin qulê dîwara
Golkek navê
garankê xerab dike
Girt bi şiri
bernada bi biri
Her dik li ser
luse xwe bang dide
Hesîl xiranabe
hingiv genî nabe
Her teyr bi refê
xwera difıre
Her dînsisek
îmansisek jêre lazime
Her giya li ser
koka xwe şîn dibe.
Hespê nêr ji
simê xwe şer nake
Hinbüyi ji
harbüyi xerabtira
Însanê bê esas
ne dibe tevr ne dibe das
jahr ji celiyen
mara qut nabe.
Ji ave be deng
diherike bitirse
Ji bo mirov
jiyan nehatiya dayin, hatiye kirekirin
Ji piçûkan xeta
ji mezinan efû
Ji kar netirse
bila kar ji te bitirse
Ji tirşkê re xal
û xwarzê û ji şera re ap û birazê
Kê dinya dot ê
ku kirî û firot
Kese ku mirine
bibine bi nexweşiye raziye
Kesê sîra nexwê
bêhn jê nayê
Ku pişta min
heba zikê min ne di êşiya.
Ku tu neke bi ya
mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina.
Ku tu çuyi
bajareki kora çaveki xwe bigre
Ku tu bibe hasp
we siware te zede bin
Li welate kora
çavşaş dibin qıral
Mala têr jin
xerabû ji bin.
Masî di behrê di
nayên kirîn
Mirov bi pirsê
diçe Qudsê
Mih bi nigê xwe
û bizin bi nigê xwe
Navik mezin li
gundek kavil.
Nikare bi kerê
dire kurtên.
Ne çixara ber bê,
ne kutana nav kayê.
Ne ji gelaca ba
wê gur û mî bi hevre bimeşiyana
Ne sar li te tê
ne germ li te tê.
Ne xwar û ne da
hevala genîkir avêt newala
Pîrê bahwer
nekir mêrkir dawa next û hefteka kir.
Piştî tengasîya
firehîye.
Qûna tazî
tenbûrê di xwazî
Rakirina zilme
ji zilmdara nexwazin.
Rî dibe bost lê
dujmin nabe dost.
Riya dirêj ji
gava biçûk destpê dike.
Roja xweş ji
sibêda kifşe.
Rûvî du cara
nakeve xefke.
Şam şekire
welat jê şerîntire
Serê ne êşe
dismalê lê girê mede.
Sere berjer naye
jekirin.
Serê bênamus
cinetê nabine
Sere qijika qeli
je çenabe.
Serê du berana
dî beroşkêda nakele
Serê keçel başe
di bin kumde
Ser pehati ji
hakime lokman çetir dizane
Şûjna di çavê
xwed nabîne derzya di çavê
Tenûr bi tir û
fisa germ nabe
Tirek û du tir
licem tireka wek hevin
Tifka sayi şerm
bike ji xweyi
Tu çi biçînî te
wê hilînî
Xebera xweş mar
ji qulê dertîne
Xwelî li wî serî
ku hefit serî jê ne êşin
Xwediyê sebrê
biye mîrê Misrê
Xwede çiya
dibîne berfê lê dibarîne
Yê dara dixwe ne
weke yê dijmêre
Yekî ne go mendo
kerê te bi çendo
Yê tişteki
nizanibe tişteki ji bir nake
Wek sêwyê eba
bavê xwe li xweke