Hevpeyvîn :Mişel ê Osman
Ibrahîm Ebdî
* Mamosta tu dikarî xwe ji xwendevanan
re bide nasîn
- Ez di sala 1950 î de, li bajarê
Dirbêsiyê ji dayik bûme, û di sala 1956
an de, min dest bi xwendinê kirî ye ,bavê
min mirovekî cotkarî bû , havîna em li
gund bûn ,û zivistana ez û birayê xwe
Mihemed Elî em diçûn bajarê Dirbêsiyê,
me li dibistanê dixwend, di sala 1963 an
de ez nexweş ketim,ev nexweşî bû sedema
ku ez dev ji xwendinê berdim,wê çaxê
textora gotin divê ku xwe bi tiştekî
mijûl bike, min jî gelekî ji mozîkê hez
dikir,lê mozîk di civaka me de -wê çaxê-
tiştekî ne normal bû,nexasim ji layê
dayika min,lê bavê min nebû asteng ji
ber ku bavê wî bi serê wî de anî bû,wî
jî ev tişt bi serê me de ne anî .
* Kengî te dest bi mozîk û sitranê kir
-Di sala 1963 an de, mamostak li gund
hebû, navê wî Ilyas bû ,(ûdek )li cem wî
hebû,piştî dibistan bi dawî bû, me (ûd)
jê kirî, û mamosta çû , hêdî hêdî me xwe
hîn dikir,me nizanî bû dozan çawa ye,
perîk tunebû,me şehê hestî bi camê şayik
dikir û me dikir perîk,me pir asteng
dîtin heta me xwe hînî( ûdê) kir,heta
sala 1968 an, em hatin bajarê
Serêkaniyê,şahiyek çêbû, mamosta Yûsifê
Berazî têde beşdar bû,mi çend sitran bi
Erebî gotin ,teva gotin te xweş kir ,ji
bilî mamosta Yûsifê Berazî ji min re got
ne xweş bû,ev gotin bi min giran bû,
Mi got çima mamosta , wî got (siwarê
hespa xelkê tim peya ye) çiqa tu xweş
bikî, ji xwediyê sitranê tu xweştir
nakî,ew gotina wî, ji min re bû
pirsgirêk,mi go mamosta sitran tuneye,go
wer ba min ezê sitrana bidim te .û
sitran dan min.
* Ew sitran çi bûn
-Bi rastî di despêkê de, wî sê sitran
dan min, ew jî ev bûn(Gulîzarê - Şînbû
rîhan - te dilê min bir lê canê) ev di
sala 1968an de bû.
* Kengî te ev sitran tomar kirin
-Xwarziyê min Mihemed Emîn Kîkî li Iraqê
bû, carekê vegeriya vir, ji min re got
çima tu nayê êzgeha kurdî li Bexdê,
sitranê xwe tomar nakî ,mi Mihdî Salih
dîtî ye ,min jêre behsa te kirî
ye,gotiye ne xeme bela bê, emê ezmûnekê
jêre çêkin,eger biserkeve, emê sitranên
wî tomar bikin,di sala 1969 an de, em
çûn êzgehê, me Mihdî Salih dît,roja dî
komîtek çêkirin ji hunermend Elî Merdan
û Ibrahîm Cumbiş û du kesên dî,ji bilî
vê komîtê du komîtin dî hebûn yek ji bo
gotinê sitranan bû, û ya dîtir ji bo
awazan bûn,eger yek ji vana deng yan
gotin yan awaz biserneketa, herduwê dî
jî bi xwer dixistin.her sê sitranên min
biserketin, ji her sê aliyan.ez
vegeriyam Yûsifê Berazî dîsa sê sitranên
dî da min (Hebs û zindan - Di
baxan{helbesta seydayê Cegerxwîn e} -
Dilê min her bi ahîne)me ew jî li êzgehê
tomar kirin,bi vî hawî heta ku hejmara
sitranên min di êzgeha kurdî li Bexdê
bûn 20 sitran.
* Mamosta sitrana pêşî û ya dawî di
êzgehê de te tomar kir çibûn
Ezbenî sitrana pêşîn Gulîzarê bû ji
gotin û awazê mamosta Yûsifê Berazî ye
,û ya dawî sitrana Heyva rengî ji gotinê
Segvan e û awazê min e
* gelo têkeliyên te bi hunermendê kurd
li Iraqê hebûn
-Belê … têkeliyê min bi geleka re hebû
wek Mihemed Arif Cizîrî - Hesen Cizîrî -
Îsa Berwarî - Fexrî Bamernî - Tehsîn
Taha - Fûad Ehmed - Şakir Mihemed Emîn -
Mihemed Teyb Tahir - Şemal Saib - Resûl
Gerdî - Gulbuhar .min û Mihemed Teyib
Tahir gelek aheng û şahî li hemû bajarê
Kurdistana Iraqê bi hevre vejandin.
* Yên ku tu bi wan daxbar bûye kî bûn
-Wek min di pêşî de gotiye di despêkê de
min erebî distira ,lê min li êzgehê
kurdî jî guhdarî dikir, wê çaxê
Behaeddînê Doskî - Mecîdê Hirikî -
Mihemed Arif - Meyremxan - Hesen Cizîrî
hebûn,ez bi wan daxbar bûm,û ji sala
1968 an de mi dest bi sitranê kurdî kir,
û heta nuha jî ez berdewamim.
* Ji bilî gotin û awazên mamosta Yûsif
Berazî û mamosta Mihemed Elî te ji kê re
sitra ye
-Du awaz hene yên Mehmûdê Begê ne ji
bajarê Amûdê (Ez bi hêvî me welatim -
Bejin ziravê) û awazek Hisên Şakir , min
ew sitran e.
Ji gotinê Dildar Şeko (Şevê dî mi xewnek
dî)awazê min e
Ji gotinê mamosta Deham Ebdul Fetah (Mi
sûnd xwarî bi navê te -Herdu çavên te
welatin)
Awazê M.Elî ye
* emê te vegerînin salên 1970 ê dema
koma Serkewtin tu çi karî bibêje
-Di sala 1970 ê de ,ev kom hate
damezirandin , berpirsyarê wê Kemal
Şambaz û Mistefa Cuma bûn,û ez bûm
berpirsyarê mozîkê û endamên mozîkê
Mihemed Şêxo - Hesen Elî - Remedan Nicim
Omerî - Semîr Şero - Zekî Mardînî bûn.û
piraniya endamê dîlanê ji bajarê Amûdê
bûn, keçek jî hebû bi min re distira
navê (Perwîn ) bû .
* hejmara sitranên te çiqasin
- Bêtirî 200 sitranên min hene , lê yên
xweşik tomarbûne û li wan têne guhdarî
kirin nêzîka 150 sitranî ye, ji gotin û
awazên birayê min Mihemed Elî ne, û 8
ji gotin û awazê Yûsif Berazî ne
* sitrana pêşî û ya dawî te di êzgeha
kurdî de li Bexdê te tomar kir çine
- Sitrana pêşî (Gulîzarê) bû ji gotin û
awazê mamosta Yûsifê Berazî,û sitrana
dawî (Heyva rengî) ji gotinê (Segvan) e
û awazê min e
* berî çend salan Şehrîbana Kurdî li cem
we bû mêvan we çi jê re kir
-Di baweriya min de di sala 1994 an de
hat vir me kasêtek jê re tomar kir bi
alîkariya koma me (koma Buhar) û mamosta
Mihemed Elî Şakir hin gotinê sitrana jê
re dirust kir, û me çend kasêtên xwe jî
danê, lê mixabin derket ser telvizyonê û
behsa me qet nekir,û Gulîstan Perwer
hevpeyvînek bi min re çêkir got
Şehrîbana Kurdî gotiye ez çavê xwe bidim
wan jî ez mafê wan nadim ,lê dema
Şehrîban derket ser telvizyonê sitranên
me hemî kirin yên rehmetyê Mihemed
Şêxo,di baweriya min de ev nankoriye.
* Gelek ji hunermendan sitranên te
gotine tu kare wan bi nav bike
-Belê …di Pêşiya wan de nemir Mihemed
Şêxo - Gulîstan Perwer - Şehrîbana Kurdî
- Zubêr Salih - Hisên Salih - Mistefa
Xalid - Hisên Şakir - Ronîcan Hiso -
Ebdulqehar Zaxoyî - Se'îd Kîkî - Selah
Kîkî - û hinekî dî hene
* Bêtirî 9 qenalên asîmanî kurdî hene,
em hunermend Mehmûd Ezîz têde nabînin
- Bi rastî gazinek min ji qenalên me
heye,ez naxwazim her roj di telvizyona
de derkevim,lê heger ji pazde rojan yan
ji heyvekê ez carekê derkevim,wê ne
xerab be.
* Di dawî de em sipasya te dikin ku te
ev derfet da me û te dilê xwe ji me re
vekir , em temenê dirêj ji te re
dixwazin .
- sipas ji we re jî û serkeftin ji bo we
.