|
Agirê nava min
hê dûkêlên heftê û du diraman
derdixe
rondikên Şingaliyan
ji çavên Kurdîniyê dibarin
dîsan hewarê hestên sotî
bi ser kavilê ramanên me de
dirijin
xwe nenasiya reben
ez
kirime lewlewên kalanên
dest reş
kulîlkên Şingalê
li ser koka warê xwe
têne quraftin
kînên bi êrîş li çav kaniyên me
didin
harhovên nîjatdêr diranên xwe
disûn
u bi xeyalên bav û kalên xwe
dikenin
hêrs mijê tingijî
bi henes birîna wan re
diçe
çavên pergalên xwe xwar
li kelexan digerin
xezeba toraniya li pey mirina xwe
dibeze
û di mala me de
bi nikilê xwe yên qijakî
kolanên komgoran dikin
burhanên xwînê li bejna xwe yî
qesifî dikin
sergêjiya nava min
dibe qurtjanên tola wan!..
û îskînên dayîkan
bi tedbîrên lewaz dikevin
êşa li hundir dijene ji tirsa
wundabûna wan
dipengize
û em
bi tefandina artariya wan
ronahiya xwe
dihûnin
hê roniya kutkuti di nerînên gel de
diricife
qûnaxa xwe gertinê di nav destan de
dihejhije...
ji bîrkirinên dohîn
me
tîş û terîşî dikin
hevokên dîroka Kurd
di dilê ezda î û di nav dîwarê
Laleş de
veşirtiye
çanda me ya kevnare di wata
qewlan de
diqîre...
bahweriya ronîperest
di giyana Pîr am de
tagirtî dibe
devên çar aliyên me
bi girêza jahrê ji hev diçe lo
ji hev diçe...
hewar
hê li kume?..
hêzgavên min î xwe dîtinê
bi qêrînên neyar kujî
azad dibin
de werin
werin
xwe dîtinê zept bikin
û nalînên xwe yên ezîdiyan
di hinbêza dilên xwe de
ji guhên bi tezînok rakin
de werin!
|