|
Lorîna pênûsê |
 |
| |
Kamran simo |
Bêhna xwînê ji
min tê
ez ne mirovkuj im
ji her aliyên min
xwîn dipale
sûnd dixwim
nebûme kujer
ev bêhna xwîna
bapîrê min e
ji min tê
dema ew kuştin
xwîna wî
pijiqî ser pêçeka
min
hê ew xwîna ji min
dipale
û qêrîna xwîna
bapîrê min e
hê di guhên min û
derya dengan de
dilorînê
dixwazim ji te re
bihara aştiyê
pêşkêş kim
ne xopaniya şer
ez şer nas dikim
bapîrê min di şer
de mir
bavê min jî
agirê tifika
dayîka min
vemirandin
û ew dîn bû
xwişk û birayên min
birin
êdî bi paş de
nezîvirîn
maleke me hebû
mîna hêlîna bilbilan
em tê de şa bûn
lê baxê me
dixemilîn ji kulîlkên hinaran
şer dizanim
şer naxwazim
cihê guh li navê şer dibim
Yêzdan bi bîr tînim
spasî jiyanê dikim
çi kulîlkên ku
dibînim
bi wan şa dibim
naxwazim biçilmisin
ji duyê jehrê
careke din
lê naxwazim
dîl jî bijîm
bila kulîlkên me jî
weke kulîlkên
cîrana bêtirs
bibişkivin
û wan kulîlkên
bêtirs
yên bi girî yê dilê
dayîka min
hatina neqişandin
ji te re pêşkêş kim
xweşika min
|