Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 

li bendê me

Kamran Simo

biqasî deryayê giriyam

bi rondikên min

aşê ’’dostan’’ geriya

aso dûr

û

ez bi tenê me

xeyal parçe parçe ne

û diherikin wêrekiyên rizî

çiyayê zayîna vînê

bi kefamista xwe

çavên biharê venekir

û bêhna xwîna şil

ji kulîlkan dûr nekir

stêra sibê

nîşanî stêrên asîman nedan wêrekiye xwe

rengê kirasê şevê

rojê

li xwe kir  

cîhanê evîna min

di piyalê serxweşan de

li hev par kir

li hêviya biharê me

bihar nehat

û Mesîh

ji çarmixê rizgar nebû

feriştê Ahurmazda yê agirê pîroz

kirine Habîl

û Qabîl pê dane kuştin

di aso yê bêveger de

çax gelekî dereng ma

Habîl Qabîl kuşt

an Qabîl Habîl kuşt

li benda zanîna demê me

 

23.12.2007

 

 Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

Webstats4U - Free web site statistics