ابراج

 

العاب

 

صور

 

مسلسلات

 

افلام

 

فيديو

 

اغاني

 

الرئيسية

 

 
 
 
 

 
     
Ejder Şêxo : Kurtenameyek e dilsojane bo Rezoyê Osê 

Min dixwest vê nameyê berî çend rojan, dema tu ji hespê jiyanê peya bûyî û bi dilekî   şkestî ber bi taristanê ve çûyî, ji te re binivîsînim, lê dizên xewna me ya mezin nehiştin, rê nedan min ne ez têra xwe bigirîm û ne jî dilê xwe ji bayê qederê re vekim û pê re jî silavekê li bîranînên xwe û te bikim.Wê sibeha ku te xatir ji hezkiriyên xwe, ji dost û hevalên xwe, ji bajar û gundê xwe, ji ziman û ji helbest û peyva kurdî ya resen xwest, em li van welatên ku, kêfa te ji wan re nedihat, bi leşkerên   Bixwîne

 
     
Zîmara mihre Rizo Osê 

Ne hemû roj bi tîrêjên hêviyan dest pê dibin..lê - hemû roj bi gef û fort û berhemgariyan despêkerin .Dema ku hay û hest ji hev belav dibin,yadîgarî xwe di kuşe û qurçikên nejbîriyê de vedişêrin .. daku kêferata hay û hestan radiweste, dil û hiş vediwesin.., yadîgarî ji nû ve bi bîranînan re xwe didine der… ango viyanê bi şêna mirovî şa dikin, havil di êş û jana xwe de ji ber,  Bixwîne

 
     
Ehmedê Huseynî : Rono 2009

Vê ´esra ji çil´esriya dilê min tengtir, ´esra ji Ehrîmenê keysperest, ´esra ji sêlên dadayî, vê ´esra mîna hêviyên te derizî, bêqidoş, bextreş, reşekuj,  vê ´esra  kurdûnde, vê ´esra ku kila te ya sibhanî bi kêrên babelîskan dikuşt, min gulên bîranînê bi kurtepista ji kevirên reş ên bêrîkirinê av didan.  Bixwîne

 
     
Ehmedê Huseynî : Qendîlos Ocalanos

Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di esmanê sedsalan de, di hişyariya hetavên westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî, vegire!

Wek dijminekî li deryayê binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya ewran veçirîne, serçavkên baranê bikuje, di şevistana dirêj de, li wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê, evînê,berfê, xwînê,  li egerên tarî û ronahiyê bigere! Bixwîne


     
pêşeroj cewherî : Melê welat çî

Gundê me gelekî xweş û rinde navê gundê me rojava ye hemî derdor û sînorên me xweziya xwe bi me tînin ji hemi hêlan têkiliyên civakî û mirovatî gelekî xurtin di navbera şênî xweciyên gunde çi kêşe beyda nabin û eger peyda bibin jî bi şêweyekî lezgîn çareser dibin û bi vî awayî nav û dengekî mezin vedaye rojekê ji rojan gava mirovek ji gund derdiket û bi geştekê diçû riyeke dûr dem berî demê di xwest vegere mala xwe divê jîngeha xweşde çîneke mezin ji xwendevan û rewşenbîra di jiyana gunde binijî rewşa gundê me serobin bû çimkî mele hest bi yekê kir ku stêra wî roj bi roj melûl dibe di asîmanê gunde . Bixwîne


     
Rojnameyên Kurdî 

''Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên şaristanî û avabûnê'' …….. ……   N. Ponepert.  Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e,  daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan. Sed û Yazda salan berê, di rewşa neçariyê de, li Misirê ''Qahîre" şahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe ,Bixwîne


     
KOMÇETEYÊN ÇANDA KURDΠ

Sedemên paşketina çand û wêjeya kurdî pirrin , sincî û reftarên toreyî ji ber wan azirîne, çiku avruwa zimanê kurdî a evra .. bi arava pîlanên neyaran hatiye şuştin .. û jana êşêd birînên evê wêjeya birîndar bi girrav û desşo û çirava kîn û dexsê .. bi destê sîxor û altaxan hatiye dermankirin, lewra birînên ziman lê hilperikîne ,  Bixwîne


     
Pirtûka Eşîra Bêrtiyan derket!  

Pirtûka lêkolînî ya bi navê  Eşîra Bêrtiyan ya nivîskarê Kurd  Ayhanê Bêrtî  ji nav Weşanên HANê derket.Pirtûka lêkolînî ya bi navê  Eşîra Bêrtiyan ya nivîskarê Kurd  Ayhanê Bêrtî  ji nav weşanên HANê derket. Pirtûk 6. berhema lêkolînî  Bixwîne


     
Dr. Îbtîhal Elxetîb  : PÎZOTÊN DILÊ MIN Wergerandin: Zagros Osman

Di navbira axaftina min de, bi qûtabiyên min re, yên di  beşê wêje û hunerî de, jibo şaristanî û hunerên Hindistanê yên gewre, gengeşe vebû , û gotinê ez birim, da ku ez lêvegerandinek bi şewat bi durûna xwe re bikim ,  û (ez) çiqasî ji daniştinên lêvegerandinên  durûnî heznakim , çiqasî ez ji gera di hinavên dilê xwe de di qeherim ,ev navxweyî çiqasî sore û xwînîye û dilkutokiye û bi êşe û bi kîne û evîndare û serserîye û bizdoke !! , ew jî berovajîye ,Bixwîne


     

-  jinê dev jê berda,wiji dev jin zarokan berda

pişti demek pir kur u dirêj.ji mijul û fikir bidawire gihişt biryara go xaniyçe xwe bifroşe ya heri rast lipêşiya xwe dit ew bu .go hinek perna bibestxwexe .ne jibo go jiyana xwe xweş u geşke  yanji jiyana xwe lipêşxe.na na qet ne ew bu tenê ewe go perena bidestxwexe û birastiji xani firot bi 500 hezar lire ango der dora  7500 dolari. jivan peran tenê derdora heqê teketa balefirê hilani yani   Bixwîne

 
     

DEREW

Bavpîrên me ji berê de gotine (çi DEREWên wek rastan) , ango DEREW DEREWin lê hin ji wan DEREWan dikin ku mirov têkeve baweriyê de, kesê DEREWîn DEREWekê amade dike û ji deh kesên rastîgo re dibêje û her weha li pirr deveran belav dibe,    Bixwîne 


     
Ferman

”Cil spî, şûtik reş in.

Xwedê nenas in, Ehrîman perest in.

Bi kêrên yaqubî û xençerên zerdeştê agirperest in.

Ew in yên mafê şivanan ji bîst pezî yekê.Bixwîne


     
TIRAJEDÎ Û ÇEWTÎ BERDEWAME FÛAD SÎPAN

Herçî kesên gotar û analîzên min heya niha şopandine, ramanên min di derbarê siyaseta serokwezîrê Tirk Erdogan, ya partiya wî û hukumeta wî de dinasin. Mixabin Erdogan di despêkê de baweriyeke xurt neda, ku ew çareseriyê ji dil dixweze. Lê belê mirov nikare bibêje Erdogan qet çareseriyê naxweze. Çareseriya ku ew dixweze, ew e, ku pê tenê devdelinga xwe ji generalan rizgar bike û li ser desthilatiyê bimîne.  Bixwîne


     

JIYAN SÎBEREKE GEROKE

Jiyan sîbereke geroke , li geştê digere, di ber her deriyî re derbas dibe .. û li pirr deriyan dide, hin vedibin û hinin jê jî venabin.. û hinek ji nişteciyên ewan malên ku derî venakin .. di pacan re li jiyanê dinêrin , pê dikenin...,  Bixwîne 


     
Ji Weşanên Han berhemek nû: Dîwana Mele Cîwan

Dîwana Mele Ciwan (Nûredîn Baksî) ya bi navê Xewnerojka Min ji nav Weşanên HAN derket. Mele Ciwan wek melayekî  welatperwer, tekoşer û rewşenbîr ji serdema 1975 ta koça xwe ya dawî 1992 hem ji layê siyasî kar û barên xwe Bixwîne


     

Sultan Şêxmûs ( Şêx Mûsa Ez-Zolî)

Îro li Amedê hûn ji kijan zarok, xort, mezin, jin û mêr bipirsin misoger ewê navê Siltan Şêxmûs bihîstibe. Lewra navê Siltan Şêxmûs li Amedê navdar e û her kes ji cihê wî haydar e.   Bixwîne 

 

Video

Bavê teyar fitwa 2010

Nehwend - Ne ji te be

Evîna Welat - şevê

Helbest

Eyi Keca kurda

 Dilopên çavên kêliyê

ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ

Gulnar Elî : Keval

Hevpeyvîn

Li Ser Helbestê bi Helbestkar Ehmed Huseynî re Hevpeyvîn

---------------------

hevpeyvînek bi Mehmûd Ebdellah re

---------------------

hevpeyvînek bi arşek baravî re

Shano

Şanoya bavê teyar

---------------------

Kawa şêxê

Rêziman

Ferhenga Almanî-Kurdî

---------------------

Arşek baravî

Pirtûka  ZARÊ ZÊRÎN beşê yekem PDF

---------------------

 

Arîşa (aloziya) tîpa  /y/ di axaftin û rênivîsa kurdî de

---------------------

ABC ya kurdî

---------------------

MEWLUD BI KURDÎ

---------------------

Rêbera zimanê kurdî 

---------------------

Lêkolînên rêzimanî

Wêne

Wênên Folklora kurdi

 

Wênên Newrozê

 

 
 

E-mail    info@amouda.com

Webstats4U - Free web site statistics