DEWLETA HOV Û ÇAV SOR GOYA ÇARESERIYÊ DIXWEZE?
FÛAD
SÎPAN
Almaniya, 28.08.2009
Kurdistaniyên hêja!
Ew dewleta ku ji dil de bi pakî, bi germî li çareseriyê
bigere, bixweze pirsgirêkê çareser bike, divêt berî her
tiştî niyeteke baş nîşan bide, xwe nêzîkî Kurdan bike,
Kurdan hemêz bike û paşê jî gavan biavêje.
Lê dewleta Tirk hê ji cenazê hozanê gelê Kurd Aramê
Tîgran (rihma Xedê lê be, cihê wî buhişt be) ditirse û
nahêle, ku weysiyeta wî were cih. Ev bûyera bi serê xwe
wek tîrê kevanê li nava dilê Kurdan ket.
Lê gunehê Ciwanê 6 salî çi bû, ew li balafirgeha
Stenbolê di despêka vê mehê de bi seatan di odekê de
dane sekinandin, û paşê vegerandin Almaniya. Diya Ciwan
û xwûşka wî li Tirkiyê man lê polêsê Tirk Ciwan vegerand
Almanya.

Çavkanî, malpera firatnews:
http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=11993
Ev ne cara yekeme, ku dewleta Tirk li ser zarokên Kurd
hilweşandinên mezin çê dike. Par jî di 15.06.2008an de
wan zarokek 7 salî bi navê Welat Dag ji Tirkiyê
vegerandin Almaniyayê. Polêsê Tirkan hîştin dê, bav,
xwûşk û birayên Welat li Tirkiyê bimînin, lê wan Welat
şûn de vegerandin Almaniya.
Sedem jî ew e, ku navê wan bi Kurdî ye, ango tîpa “W” di
nava navê wan de heye. Ev siyaseta Tirkiyê siyaseta
nejidilî, sextekar û duritiyê ye.
Emê ji Welat û Ciwan re çi bibêjin, ji bo çi sedemî
nehîştin ew li Tirkiyê bimînin. Ev zarok dê çawa vê
pirsgirêkê fahm bikin? Ma çi mafê Tirkan heye, zarokên
6-7 salî ewqas biêşînin? Kîyê rojekê hêsabê trawma ku li
ser van zarokan çê bûye, bide?
Her sal bi mîlyonan biyaniyên ku di navê wan de tîpên
“W” û tîpên din hene, ku di alfabeya zimanê Tirkî de
tine, diherin Tirkiyê. Ji xêncî wê jî li Tirkiyê ji
xeynî zimanê Tirkî bi pir zimanan perwerde tê dayîn û di
nava wan zimanan de tîpên “W” û yên din hene. Wekî din
jî Tirk balafirên şer, tank, topan û hemî materyalên
biyanî ji DYA û welatên din distînin, piraniya navê wan
çekên şer û materiyalan de jî tîpên “W” hene.
Dewleta hov û çav sor hê tahmûlê navê Welat û Ciwan
nake, dê çawa guherînên mezin bike?
Ev demeke di navbera hukumeta Erdogan û partiyên faşîst
MHP û CHP de di derbarê goya çareserkirina doza gelê
Kurd de nîqaş û gengeşiyên tûj têne kirin. Serokê MHPê
Erdogan tawanbar dike, ku ev pilana çareseriyê ya DYA
ye. Erdogan jî di 21.08.2009an de daxwiyanî da
çapemeniyê û got, kî vê îdiayê îspat neke “teres û bê
şeref e”
Niha divêt em jî ji hukumet û dewleta Tirk bipirsin, ku
madem wan pirsa “teres û bê şerefiyê” avêtin
meydanê, -emê bi peyvên devên wan ji wan bipirsin-, ku
heke ev siyaseta wan li hemberî Kurdan bi giştî û bi
taybet jî li dijî zarokên Kurdan siyaseta bê şeref û bê
namûsan nebe, nexwe çi ye? Heger ne ev siyaset siyaseta
alçax û teresan ne, nexwe çi ye?
Bê ehlaqiya dewleta Tirk ya herî mezin jî ew e, ku -niha
hate ragihandin- dê zîndana Amedê ji holê rakin û di
dewsa wê de dibistaneke nû ava bikin. Çapemeniya Tirk jî
di 22.08.2009an de bi awayekî primitiv vê bûyerê wek
guherîneke ji bo çareseriyê nîşan dide.
Di wê zîndanê de zarokên Kurd li dijî zilmê ber xwe dan,
û lehengên wek Mazlûm Dogan şehîd ketin. Zîndana Amedê
bi hezaran zarokên Kurd bi îşkencê sotandiye.
Divêt ew zîndana bibe mûze û dinya alem wê rûreşiya ku
Tirkan aniye serê zarokên Kurdan, her dem bibîr bîne û
naletê li siyaseta Tirkan bibarîne.
Ev kar bi taybet karê xelkê Amedê ye, divêt xelkê Amedê
nehêlin ev dîroka Tirkan ya bi kirêt bi bûldozeran
hilbiweşe û bêye ji bîrkirin.
Îjar jî em werin ser gotin û nîniyên Abdullah Gul û
Erdogan, ku ew di van kiryarên xwe de di piratîkê de
çiqas duristin?
Serokkomarê Tirk di 09.08.2009an de
çûbû bajarê Sêrtê û li wê derê axivî û got, ez çûme
bajarê Nûrşînê û peyameke kêfxweşiyê ji Kurdan re şand,
ku dê navê Kurdî şûnde vegerînin û di pê serdana xwe de
di teyarê de li esamanan ji rojnamegerên Sabahê re wisa
axivî û got:
Çok düşündüm. Daha yapacak çok şey var. Önemli olan üzüm
yemek. Bu konu, Türkiye'nin en büyük meselesi. Kafamızı
kuma gömmeyelim. Modern bir devlet, büyük bir sorununu
nasıl hallederse biz de öyle halledelim. Biz bir
milletiz. Büyük ülkenin farklılığı çok olur. Hele de bir
imparatorluğun devamı ise. Farklılık zenginliktir.
Ez pir fikirîm. Hê gelek tiştên em çê bikin hene. Tişta
girîng xwarina tirî ye. Ev babet, pirsgirêka Tirkiyê ya
herî mezin e. Divêt em serê xwe nexin nava qûmê.
Dewleteke nûjen, pirsgirêkeke mezin çawa çareser bike,
em jî wisa çareser bikin. Em milletek in. Cidahiyên
welatekî mezin pir dibin. Êca heger berdewamiya welatekî
împarator be. Cidahî dewlemendî ye.
Serokkomarê Tirk di serdana xwe ya li Bedlîsê li Ehmedê
Xanî û destana wî ya Mem û Zînê xwedî derket û got,
“Mem û Zûn mîrasê me ye”
Serokwezîrê Tirk Erdogan di 11.08.2009an de di civîna
grûba partiya xwe de axavtineke pir dirêj ji ber sedemên
êrişa ji aliyê faşîstên wek Deniz Baykal û Devlet
Bahçelî kir û got:
Fuzuli'nin şiirleri nasıl ruhumuza hitap ediyorsa,
Ahmedi Hani'nin dizeleri de aynı şekilde bizi
duygulandırmıyor mu?
Neşet Ertaş "Gönül Dağı" dediği zaman her birimizin
tüyleri ürperiyor... Aynı şekilde Şivan Perver Halepçe
dediğinde, Hazal dediğinde gönül dünyamızın
derinliklerine dalıyoruz.
Yunus Emre, Mevlana, Hacı Bektaş-ı Veli, Karacoğlan, Pir
Sultan bu toprakların mayasını yoğururken, Cudi'nin,
Munzur'un eteklerinde dolaşan DENGBEJLER de aynı
topraklara aynı kardeşlik mayasını atıyorlar.
Çawa helbestên Fuzûlî xîtabî rihê me dikin, ma di eynî
demê de rêzên Ehmedê Xanî jî me hestiyar nakin?
Dema Neşet Ertaş dibêje „dilê çiya” her yek ji me mûyê
canê wî dibe wek şûjin...herwisa dema Şivan Perwer
Helepçe dibêje, Xezalê dibêje em noqî kûrahiya cîhana
dilê xwe dibin.
Yunus Emre, Mewlana, Haci Betaşî Veli, Karacaoglan, Pir
Sultan di nava heyvanê axa vî welatî de stiriyan, di
heman demê de dengbêjên li dora Cûdî û Munzir digerin
havênê biratiyê diavêjin nava van axan.
Erdogan herwisa di axaftina xwe de li ser birînên
dayîkên ku zarokên xwe di şer de wenda kirine de jî
sekinî û wisa got:
Anneliğin ideolojisi yoktur... Anneliğin siyaseti
yoktur, sağcılığı, solculuğu yoktur...
Oğlu her ne sebeple hayatını kaybetmiş olursa olsun...
Yozgat'taki anne ile, Hakkari'deki anne, oğullarının
başında aynı duayı ediyorsa, evladı için Yasin ve Fatiha
okuyorsa, cemaat aynı kıbleye dönüyorsa, burada çok
ciddi bir yanlış olduğu ortadadır.
Bîrdoziya dayîkê tine... Siyaseta dayîkbûnê tine,
rastgirtiya, çepgirtiya dayîkê tine...kurê wê ji ber çi
sedemî jiyana xwe ji dest dabe, bila be...dayika ji
Yozgatê û dayîka ji Colemêrgê, heger ew li ber serê
kurên xwe eynî dûayê bikin, ji bo kurê xwe Yasîn û
Fatîha bixwînin, berê cemiata wan li eynî qiblê be, li
vê derê tiştekî pir cidî şaş li meydanê heye.
Çavkanî
malpera AKP:
http://web.akparti.org.tr/ak-parti-genel-baskani-ve-basbakan-erdoganin-ak-parti-tbmm-_6300.html
Ev gotinên Abdullah Gul û Erdogan hemû jî xweşik û
rindik in. Lê divêt em bibêjin, ku hewcedariya me bi
dilşewatiya Erdogan û Gul tine. Heger em û ew bira ne,
divêt ew tenê para biratiyê bidin me Kurdan. Ji xeynî
para biratiyê pêve em ti tiştî ji Tirkan naxwazin.
Biratî jî ew e, ku Tirk bi xwe wek Tirk çiqas xwedî maf
û dadimend in, em Kurd jî dixwezin qasî wan bibin xwedî
bheq û hiqûq. Ne kêm û ne jî zê de.
Em Kurd wisa bi biratiya tiroviroyên Tirkan êdî qani
nabin. Tirkan her demê bi hêstirên çavên xwe, bi
hestiyariya dilşewatiya dilên xwe Kurd xapandine. Dîrokê
da xuya kirin, ku ew tim hêstirên krokodîlan bûn. Lê vê
carê êdî hêza wan ne wek ya berê ye, ku ew Kurdan
bixapînin.
Hêza Kurdan jî têra xwe heye û dike, ku Tirk nikaribin
wan bixapînin.
Bê guman heger Kurd hêza xwe bi mekanîzma xwe têxin
dewrê, Tirk nikarin wisa wek herdem bi hêsanî
serbikevin.
Axaftina Erdogan di derbarê çareserkirina doza gelê Kurd
de (çareserî dê çawa be, hê ti kes nizane) di
14.08.2009an de gelekî bala kişinad, çimkî ewî
termînolojiyeke wisa bi wêrekî bi kar anî, ku mirov baş
têdigihe, ew vê cesareta xwe ji generalan werdigire û
got:
Şimdi artık bu meselenin kökten çözümünün tam zamanı
diyoruz.
(Em dibêjin, niha tam dema wê ye ku ev pirsgirêka ji
kokê ve bê çareserkirin)
Bedeli ne olursa olsun bu yolda, bu adımlarımızı attık, atıyoruz
ve atacağız
(Di vê riyê de bedela wê
çi dibe bila bibe, me ev gavên xwe avêtin, emê gavên xwe
bêtir biavêjin)
Emê niha bibînin, ka Erdogan ji van gotinên xwe yên
şahîk çiqas ji dil e. Dem wê rayê me bide, ka Erdogan dê
ji bo Kurdan çi bike?
Generalên Tirk û hukumeta Tirk di mijarekê de li hev
kirine, ku guherînekê çê bikin. Çimkî ew êdî nikarin bi
mantiqê xwe yê kevnare siyaseta xwe ya berê li Rojhilata
Navîn bimeşînin.
Armanca Tirkan ew e, ku pirsgirêkên xwe heya radeyekê bi
hemû dewletên Rojhilata Navîn re bi peymanên stratejîk
kîp girêbidin û lingên xwe bi cîh bikin û paşê jî Kurdan
li her çar perçan di bin lingê xwe de bipelixînin.
Di 20.08.2009an de MGK, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî
li Enqerê di koşka serokkomar de civiya û di dawiya
civînê de di derbarên çareserkirina pirsgirêka Kurd de
wisa daxwiyanî da:
Devletimizin ülkesi ve milletiyle bölünmez bütünlüğünü
pekiştirmek, kişilerin ve toplumun refah, huzur ve
mutluluğunu sağlamak üzere, içişleri bakanlığı eş
güdümünde yapılan çalışmalar hakkında Kurul'a bilgi
sunulmuş ve çalışmaların devamı tavsiye edilmiştir
(Xurtkirina hevgirtina parçenebûna dewlet, welat û
milletê me, ji bo xweşiya kesayetiya mirov û civatê, ji
bo bidestxistina aramî û bextewariyê, di derbarên karên
di bin rêveberiya wezîrê hundir de agahdarî hate dayîn û
berdewamiya ew karana hate tewsiye kirin.)
Belê, ev helwesta MGK nîşan dide ku ew çareseriya pirsa
Kurd di bin sîwana dewletê, ango bi destûra generalan ve
hatiye amade kirin.
Erdogan di 21.08.2009an de got, ku ewên lê bixebitin,
heya dawiya salê vê pirsgirêkê çareser bikin.
Lê generalên Tirk dualî û sêalî dilîzin. Di rastiyê de
ew qet û qet çareseriyê naxwaezin, loma ji alîkî ve
mecbûr mane, ku ji hukumeta Erdogan re astengê dernexin
û ji aliyê din ve jî general faşîstên wek Deniz Baykal û
Dewlet Bahçelî tev didin, ku ji pirsgirêkê re astengiyan
derxin. Û general ji alîkî dî ve jî Abdullah Ocalan
xistine aktor ku pirsa Kurd berteref bikin.
Hukumeta Erdogan jî ne wisa duriste, ku ji dil
çareseriyê dixweze, hukumeta Erdogan jî mecbûr e, ji
çareseriyê re heya radeyekê xizmetê bike, çimkî heger ew
alîkariya vê pêvajoyê, vê prosesê nekin, dê generalên
Ergenekonê wan berteref bikin.
Jixwe hemû daxwiyaniyên rayadarên Tirk di wê çerçova
goya ûnîteriyê de ye. General û hukumet dibêjin ewê
pirsê çareser bikin, hê ne belû ye, dê çi çareser bikin,
lê ewên ji xeta sor ya ûnîteriyê der neyên. Ûnîterî jî
yek dewlet, yek millet û yek ala Tirkan e. Tirkan
çerçova goya guherîna xwe çixêz kirine.
Heger ev çerçova bimîne, dê Tirk ti guherînên nû çê
nekin. Lê Tirk dê wek rejima Îranê û rejima Beasiyan li
Îraqê hin bermayîna bidin Kurdan û dê ji wan re bibêjin
herin di cihên xwe de rûnin, mafên we ewqas e. Di
rastiyê de pirsgirêk ewqas zelal e, ne kêm û ne zê de.
Jixwe di 25.08.2009an de dîsa bû zirtezirta general,
serleşker Başbûg û ewî tiroviroyên xwe bi gef û gur wek
herdem dubare kir.
Serokkomar Gul jî di êvara 26.08.2009an de xwarina şîvê
da goya 300 malbatên “şehîdan” û di axaftina xwe de got,
“Devlet
yanlış yapmaz” (Dewlet şaşiyan nake)
Erdogan di 27.08.2009an de ji milletê Tirk re axivî û ji
çerçova xeta general der neket.
Aliyê Kurdan jî yên muxatab in, bê guman di serî de DTP
û PKK ne. Lê mixabin DTP û PKK bi çar destan ve xwe bi
îxaneta Abdullah Ocalan ve şidandine û bi xwîna şehîdên
Kurdistan, bi xwîna zarokên Kurdan dilîzin.
Dil dixwest ku Kurd hemû alî bi DTP û PKKê re di çerçova
netewayetiya Kurd û Kurdistanê xwe bigihînin hev û bi
yek dengî daxwazên xwe bi lêv bikin. Lê mixabin destê
hezar se û kûçikan di nava DTPê, PKKê û yên din de heye,
loma dê pirsgirêk ne wisa bi hêsanî ji bo Kurdan çareser
bibe.
Di nava vê pilana bêxêr ya generalan de desthilatdarên
Kurdistana Azad jî hene. Lê em ji niha de wan hişyar
dikin, ku ew bi lîstikan li ser navê bakurê Kurdistanê
destên xwe têxin nava karên tevgerê.
Heger di dawî de eşkere bibe, ku ew jî di nava îxanetê
de ne, dê xelkê Kurd destên wan jê bike. Bila ew van
gotinan ji xwe re bikin wek guhar û destê xwe nexin nava
karên tevgerê. Çimkî baweriya me bi wan gendel û krûpta
tine.
Di herhalûkar de ez ne bê hêvîm me, wek pêşiyên me jî
dibêjin, “baran ne bare jî,
bigure jî baş e”
Belê, gurîna ewran ji Tirkan re dest pêkiriye, baran
îroj nebarê dê sibê an jî dusbe bibare. Roja serxwebûna
Kurdistanê ne xeyal e û ne jî dîr e.
Di dawiya vê gotara xwe ez dixwazim bi vê helbesta Dr.
Zerdeşt Haco ji dagîrkeran re bibêjim:
Kengî em û hûn dibine
bira?
Heta
hebin
yek leşker û topeke we
li ser xaka me
û çiya
Heta sor bin
destên we
ji xwîna kurên
me û keça
Heta li welatê
me hûn xwedî bin
û me
bihejimêrin ji rêncbera
Heta hûn
mêrkujan xwedî bikin û
nemirovan
berdine pêsîra jina
Heta
kirinên we yên hovane
Li bîra xuşkên
me bin û diya
Kengî em û hûn
dibine bira?
Heta hûn bi
wekheviyê bawer nekin
û negihine
şaristaniya mirova
Heta hûn ber
bi gunehên xwe neyên
ji bo xatirê
gorî û cangoriya
Û hûn nebêjin:
Ala we jî li
ser sera
Kengî em û
hûn dibine bira?