|
|
TEVN Û Şevek li
ser newrozê
Roja înê 8 / 2 / 2008 bi
beşdariya 20 kes ji endamên TEVNA ÇAND Û HUNER A
KURDÎ -DÊRIK û heskirên ziman û toreya kurdî ,
li navenda bajarê DÊRIK A HEMKO semînerek bi
navê (NEWROZ di navbera efsane û rastiyê de ) bi
zimanê kurdî , ji hêla semînervan Mistê Gurî ve
hate pêşkêşkirin , danûstandinek ber fireh li
ser mijarê hate kirin , wateya newrozê , dîroka
wê , xwediyên wê û cihê wê , newroz û rewşa îro
, bi van têgehan bi pirs û nêrîn û şiroveyan şev
gelekî têr û dewlemendtir bû . bi hêvîxwestina
şevin dî xweştir û dewlemendtir û bi dilxweşiya
mêvan û beşdaran TEVNê şeva xwe bi dawî anî
8 / 2 /
2008 Tevna Çand û hunera kurdî – dêrika hemko
------------------------------------------------------------------------------------------------------
CIWAN DÊRIKÎ
ciwanderiki@hotmail.com
SAZBEND
Li tembûra evînê dide
Govendê digerîne
Lê gava dikeve dest
Pêstûriyê lê dike ,
Dîl û bê deng dike ,
hêdî-hêdî dikuje
û diperçiqîne .
* * *
li naqosa azadiyê dide
dema distîne
sênc û dîwaran avadike ,
kelh û zindanan bilindike ,
bi çavsorî kulîlkan diçilmisîne
bend û zincîran dide radan
bayê dirizîne
û awirê hêviyan dinixumîne .
* * *
li borîzana serketinê dide
şahiyan li dardixe ,
alên berxwedan û jiyanê
bilindike ,
pêre sînaryoyên kujeran amade
dike ,
şanoyên tunekirinê
pêşkêşdike ,
bangerê mezin li ser xweziyan
digerîne ,
cendekan dike êmê kurrbûna xwe ,
( dike gêra sa )
tenê . . . li meydanan ,
li kolanên xewnan ,
li asoyê têgehiştinê
qamçî serê xwe hiltîne ,
datîne ,
çavên xwe dibe û tîne ,
derhêner jî xwe dihejîne
qaşo … aramiyê diafirîne .
* * *
sirûda mafan dilorîne
orkestira biheştê lêdixe ,
di dawî de
solên dêwan ,
şûrên bêbextiyê ,
agirê ejdehayan ,
heyranok û lavijan
dikurisîne
sinfoniya enfala di gewriya
bêdengiyê de lêdixe ,
lêdixe û tu hestan najenîne
çi ahenge
çi lorîne . . .
durûtî rêbaze
derew rêjîne .
* * *
li dihola geşepêdanê dide
ta diteqe
çermê mirovan dike dihol
hestiyan dike doqik
lêdixe ... lêdixe
ji avzêma birînê
kevala xwe dixemilîne ,
patoza zimanjêkirinê
digêrîne ,
mêraniyê … ji mêranî dixe
ceger … di malzarokê de
dikezêxe ,
û xewnan . . . bi sola xweve
dixirxirîne .
* * *
peykeran … li meydanan
bilind dike , diçîne
xuda ji ezmana tavêje
pûtê xwe datîne
li her tiştî dibe reş
li kêlekê . . . dartiraşek
darbestan amade dike ,
keraxek . . . keviran avdide ,
hostayek … hişkeber
seriyan dihûne ,
şînek şîndide
şîn li pey şînê
sersaxiyê dişîne . . .
. . . .
hêstir dibin cû
çavên ziwa . . . bi dizî
miç û bell dibin ,
tîrejek .. bi guvişkan tête der
peykeran dihejîne ,
koda derewan diderize ,
taviyek biharî
qeşemê hiltîne ,
siruştê dikenîne ,
lê ma kî heye
nameya biharê
bixwîne . ?
* * * ***** * * *
Dêrik – 12 / 1 / 2008
|
|