|
KU EZ JI KURDÊ
SURIYÊ BÛMA
 |
 |
|
TarekHeggy |
Zagros osman |
12.09.2009
Wergerandin ji erebî : Zagros Osman
T.H
: zincîra ,,ku ez,, …. xala siyemîn
ku ez ji Kurdê
Suriyê bûma …
kêlîkekê ez
delûdînî nedibûm jibo dengê xwe bilind bikim, da ku cîhan
bibhîze
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
minê dengê xwe
hilda , da ku cîhanê tevî bizanîba , bê çi stemkariyek
sîstematîk li mafên gelê min dibe , jibo hebûn û ziman û
çanda wî ji holê rakin , û minê bi hemî destekên aştyane –
dîmokratîk , xebat bikra , jibo min ew pirojiyê jimartina
ewarte şermezar bikra , ê ku li parêzgeha Cezîrê di 24
katjimêran de bicîbû ,di sala 1962 de,vî pirojeyî bi
şêweyekî bê dadî hişt ku bêtirî 100,000 kurd ji nasnama
welatê xwe Suriyê bêpar bimînin , û îro jimara van kesan
bûye 400,000 hevwelatî , kêmkirî li qiraxa jiyanê dijîn û ji
hemî mafên hevwelatiyê bêparin .
Ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
min sersalî
nedikir da ku xebatê bikim , dijî pirojeya zinara Erebî-
nijadperest a ku li parêzgeha Cezîrê bêkhat li gorî biryara
partiya Elbais ,di sala 1972 , li gorî vê fermanê , erdên
hevwelatiyên kurd ji dest wan derxistin , û li cotkarên
ereb parkirin ê ku desthilatdariya Suriyê ew ji gundên
parêzgehên Helebê û Reqayê guhestin parêzgeha Cezîrê , bi
behana ku pirojeyê berbestê Elfûrat erdên cotkarên ereb
binavkirin , mirov bawer nake ku destlatdar bi darê zorê
erdê cotkarên kurd ji wan bistîne û li cotkarên ereb ê ku ji
dervî herêmê hatne par bike, gerek pirojeyekî gewre wek ê
Elraid dehên hezaran ji Hiktarên erdên avdayî pak bikra û
li van cotkaran bela bibana, erdê vî piroijeyî wê têra wan
bikra û jiber wan bêtir jî bima .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …ezê
bi dengekî qube bigiryama , da ku cîhanê li rojhilat û
rojava , bizanîba , ku fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê
minî kurdî ê ciwan û ê bav û kala , jibo min û zarokên min
qedexeye , bi darê zorê zarokên me fêrî zimanê erebî dikin,,
ê ku ciyê birêz û rêzgirtina meye,, bi vî awayî zimanê me û
çanda me û filkilora me ya netewî a ku em xwe pê serbilind
dikin qels dibe , tev ku ew di dawî de perçak ji kultûra
netewî a Suriyê ye ê fereh renge , û çand û kultûra cîhanî
pê dolemend dibe .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
minê şerê
siyaseta erebkirina navên gundan û bajaran û bajarokan bikra,
û navê wanî ê durust li wan vegeranda , çeko çi navên gund û
pajarên Filestînê hebin wan li deverên kurda kirina , bê ku
ev kar sudekê bide pirsgirêka Filestînî , nakeve serê mirov
ku di vê sedsaliyê de mirov şerê ziman û navên mirovan
bikar bîne , qaşo ev sedsaliya azadî û mafêt mirova ye, û ê
belakirina çanda pir reng û hizkirin û lêborîn di navbira
xelkê deye .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
minê kelecad
bikra jibo êşdîtina gelê xweyî belengaz bighînim
azadîxwazên cîhanê ,û min qebûl nedikir ku jibo kuştina
ciwanên kurda ê ku bi fîşekên zindî hatin kûştin di adara
2004 an de li Qamişlo ,dema ku befçûn derket di neqeba
piştgirên yanê werzeşî Alcîhad tîmê bajarê Qamişlo û
piştgirên yanê werzeşî Elfitiwe tîmê bajarê Dêrelzor , de
pey bevçûnê re 25 xortên kurdan ê ku di temenê kulîlka debûn
hatin kuştin , gelek hatin girtin û bi sedan êşandin li wan
bû , û nakokî di navbira pêkhatên devera Cezîrê de derket
holê , jibo xelk hay ji rewşa xwey jînkarî a xerab nekin ,
û haj xwe nekin ku dîmokrasî û azadî li welat tûneye .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
minê dengê xwe
hilda , da ku cîhan tevî bibhîze , ku çiqas stemkarî li
miletê min dibe, stemkariya ku bêjeya serdemê û pirensîbên
mafên mirovan û nirxên lêborîn yên ola teva wê qebûl nakin ,
û minê lêpirsîn bixwesta jibo ê ku fîşekên teqînok li
ciwanên kurdan barandin di newroza 2008 an de ,û 3 ê xort
ji wan hatin kûştin , dema ku wan bi şêweyekî aştyane rabûn
cejna xweyî netewî lidarxistin , ev tewanbarî wisa derbas bû
bê ku di derbarê wê de lêpirsîn çêbibe ,çimkî di çavê
deslatdariya hukimdar de xwîna welatiyê Suriyê çi ereb çi
kurd erzane û bê nerxe .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
minê bergirî
bikra dijî siyaseta nijadperestî a ku li ser mafê gelê kurd
bi bikar tê , di qada diblomasî û akadimên leşkerî û
dezgehên dewletê ê bilind de , lawên kurda qebûl nekin , û
çavsoriya netewî û şêweyên gûmanlêkirinê li kurda dikin ,
minê şermezar bikra , çimkî kurd bi hemî erkên xwe jibo
welatê xweyî Suriyê radibin , lê himber vê yekê kurd ji
mafên xwe bêparin , û minê yarmetî bixwesta ji hêzên netewî
ciwan û ji çalekiyên civakî û xwediyên wicdanên şiyar û
nivîskarên azad , jibo li pirsgirêka kurdî binêrin mîna
pirsgirêkek netewî Suriyê ye . çimkî ku siyaseta newekhevî û
nijadperestî ji ser milê Kurdên Suriyê rabe wê xismeta
pêşketina welat û dewleta Suriyê bike .
ku ez ji Kurdê Suriyê bûma …
minê lez û bez bikra ,da ku min rola
kurdan li tenişta ereban bida xuyanê di cenga serxwebûnê de
dijî dagirkirên firansî, û xebata kurdan bo damezrandina
dewletek nûjen li Suriyê eşkere bikra , dema ku
destlatdariyên bilind ê siyasî û yasayî û leşkerî û îdarî di
destên maqûlên kurda de bûn , berya ku pêkhatê kurdî derînin
dervî jiyana giştî , di bin bandora vezilandina nijada erebî
, di çaxê yekitiya Misrê û Suriyê de , bi seroketiya Cemal
Ebidelnasir , û sîstema polîsî a ku bingeha yekitîyê li ser
avabû , rewş pîstir bû dema ku wergerandina 8 / 3 / 1963 ji
aliyê partiya Bais Elerebî çêbû û destlatdarî ket destê
Basiyan , vêca zincîra zordarî û stemkarî dijî kurdan
destpêkir û berdewamkir û jiyana siyasî li welat bi giştî
herifandin û destdirêjî li mafê mirova li
Suriyê kirin ,û pêl azadiya giştî û
kesane kirin .
ku ez ji
Kurdê Suriyê bûma …
ez delûdînî
nedibûm jibo beşdarî beza netewî a sîvîl – dîmokratîk bibim
,da ku şûrê
yasayên tengavî
û
dadkirinên nerêtî
, ji ser milê gelên Suriyê desthilgirin , ew qanona ku
bikar tê ji dema wergirandina partiya Elbais 1963, û jibo
avakirina dweleta maf û yasa û dezgehan, minê dest bi dest
di gel hemû kesên ku xêra welat û milet dixwazin xebat bikra
, nemez kesên rewşenbîr û çalekvanên dîmokrasî yên jimarek
mezin ji wan di girtîgehan de ne , li gorî
dûxa tengavî
çewt a ku ji dadgehên ne yasayî û ne zelal dertên , hemî
dezgehên mafeyî û ê mafê mirovan dibêjin ev dadgeh ne
yasayîne , lewra çaresekirina pirsa kurdî bi pêşketina
dîmokrasiyê ve hatiye girêdan , û çêspandina desturekî
şehristanî , ê ku derbrînxwazê rewşa komelgeha Suriyê pêk
tîne li gorî sozûqirarê mafê mirovan ê cîhanî , û Suriyê ji
aliyên serete bû yên ku li ser wan nemze kiriye .
doza min
hevwelatî û wekhevî û dadmendîye , û tu rê li ber min nîne
ji bilî xebata aştyane – dîmokrasî bê zordarî .
----------------------
Ferhengok:
Pêkhatên
ãßæäÇÊ
yasayên tengav
ÞæÇäíä ÇáØæÇÑìÁ
dadkirinên nerêtî
ÇÍßÇã ÚÑÝíÉ
derbrînxwaz
ÊÚÈÑ
--------------
Tarek Heggy
:
Nivîskar û
ramyarekî
misrî
lîbralî ye
,xwedî
berhemên giran bûha ye, di warê ramayrî û abûrî û torî de ,
ew dostê miletên bindeste , û jibo mafê komikên kêm ê etnîkî
û olî xebatê dike , di vî warî de jibo helwestên wî ê
mirovayetî gelek xelatên cîhanî bi destketine wek a
Grinzane Cavour
ji Îtalya û a
Grinzane
,T.H perefîsor bû li zanîngeha Fas , û berpirsyarekî bilind
bû , di kompanya Şêl,û ew xwediyê kompanya Tana a betrolê ye
TarekHeggy
:
http://www.facebook.com/group.php?gid=119750042367&ref=mf
Zagros
Osman
:
sibasdar@gmail.com
|