|
MÛRAD CIWAN
SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Û
DEWLETA CIHÛ
FÛAD
SÎPAN
Almaniya, 16.08.2009
Kurdistaniyên hêja!
Divêt em ber bi çav bikin, ku helwesta Erdogan baweriyeke
xurt nade mirovan, ku ewê doza gelê Kurd bi awayekî dadimend
çareser bike. Çimkî plan û projeya wî ji vê daxwazê re
tinin. Erdogan di sala 2002an de înkara hebûna gelê kurd
dikir, tew wî di ser de jî di sala 2004an de digot, heger
Kurd li Arjantîn jî welatekî serbixwe ava bikin, “emê herin
wê derê û wê Kurdistanê li Arjantînê jî wêran bikin”. Ma di
vê demê de çi bûye, ku Erdogan ji nişkan ve hatibe
“guhertin”. Heger em pîvanekê di navbera salên 90î û niha de
bikin, emê ji xeynî tawanbarên rêxistina terorê ya
Ergenekonê tişteke wisa berbiçav nebînin.
Ji aliyê din ve em niyeta berpirsiyarên Tirkan baş dizanin.
Yek armaca wan heye, ew jî ew e, ku ew bi vê pilanê xweliyê
bavêjine nav çavên Kurdan û hinekî dilê wan xweş bikin. Ew
dixwazin mermên xwe yên ku wan di pê hilweşandina Osmaniyan
re bi cih neanî bûn, bînin cih. Armanca karbidestên Tirkan
ew e, ku ji dûr û nêzîk ve Kurdên Başûr, heger hêza wan têr
bike, Rojhilat û Rojava jî bînin bi Tirkiyê ve girê bidin,
ku Tirkiyeke mezin û bi hêz di Rojhilata navîn de ava bikin.
Lê divê desthilatdarên Tirk baş bizanin, ku ew kul û mermên
wan dê di qirika wan de bimînin.
Xwediyê malpera Netkurd û siyasetmedarê kevin Mûrad Ciwan di
gotara xwe ya dawî de behsa zehmetbûna avakirina serxwebûna
Kurdistanê dike û koçberên Kurd yên li Rojavayê Tirkiyê ji
destê zora rejima Tirkan bela bûne, wek mînak dide. Ev
nêrîna Mûrad Ciwan di derbarê ezmûn û zanebûna wî de li ser
dîrokê ez xistime nava şokê.
Çavkanî, binêrin malpera Netkurd:
http://www.netkurd.com/?mod=author&option=view&id=320
Mûrad Ciwan bixwaze, nexwaze bi vê helwesta xwe qapûtê
(paltoyê) Abdullah Ocalan davêje ser milên xwe û dixwaze
vîna gelê me û mafê dadimend yê neteweya me bi azadiyê û bi
avakirina dewleta xwe li ser xaka Kurdistana xwe -bi kêmanî-
bixe cihê gumanê. Ev helwest ne helwesta rewşenbîrên
Kurdistanê ye, bêhtir ji wê ew helwesta keysperestekî bê
bawerî ye.
Ez naxwazim bi taybetî mînakekê ji dîroka Israîlê bidim, lê
ji ber nêzîkbûna ciyografî û zûtêgihştinê, da Mûrad Ciwan
bibîne, ku mirov ne tenê ji metropolên Tirkiyayê dikare
vegere welatê xwe, lê ji seranserê cihanê jî, ezê hatina
Cihûyan ji bo Filistînê û avakirina Israîlê bikim mînak.
Di sedsala 19an de Cihû li Rojhilata Navîn –heme bêje-
nemabûn. Hemû Cihûyên cîhanê bi bang, hawar û pêşengiya
Theodor Herzl di 1896an de li Basel, li welatê Swîsre Kongra
Sîyonêzmê çê kirin û di wê Kongrê de biryar hate girtin, ku
Cihû ji xwe re li ax-erd bigerin, ku welatekî serbixwe ava
bikin. Berê Cihû çûne girava Madagaskar, ku wê derê bikirin.
Lê paşê dîtin, ku Madagaskar ji bo wan biçûk e, loma dev ji
Madagaskarê berdan û di sala 1903an de grûbeke Cihû ji 25
kesan ji Polonya berê xwe dane Filîstînê. Bingeha dewleta
Îsraîl bi vê gavê hate avêtin. Paşê bi hezaran Cihû wek
lehiyê berê xwe dane Filistînê û destpêkirin ax-erdên Ereban
ji xwe re kirîn. Lê Ereb bi cehaleta xwe hay ji planên
Cihûyan tinebûn. Tew Cihûyan di nava xwe de cihên kolektîv
(Kibbutz) wek pergala sosyalîzimê ava kiribûn, ku xwe zû
bigihînin armancên xwe û di dawiya dawîn de dewleta Îsraîl
di sala 1948an de ava bû.
Çima Cihûyên ku bi hezarê salan ji welatê xwe hatibûn
derbider kirin, karîn vegerin û dewletê xwe ava bikin, lê
çima vegera Kurdan ji metropolên Tirkan ji bo Kurdistanê
astengiyek e? Pişt re çima serxwebûna Kurdistanê bi koçberân
ve tê girêdan? Ma bê vegera van koçberan gelê Kurd nikare
dewleta xwe bi rê ve bibe û serxwebûna xwe biparêze?
Li aliyê din ez di vê helwesta nû ya Mûrad Ciwan de peyameke
veşartî dibînim. Ez bawer im, ew dixwaze bi vê peyamê ji
rayadarên dewleta Tirk re bibêje, ku ew jî li dijî
serxwebûna Kurdistanê ye û bila ew ji aliyê Tirkan ve wek
nûnerekî cidî bê girtin. Çimkî wekî din mirov nikare ti
wateyê-manê bide vê nêrîna wî. Ev helwesta Mûrad Ciwan dîsa
eşkere nîşanî me dide, ku dema mirovên wek wî êdî qediya ne,
û divêt ew herin di mala xwe de rûnin û nema seriyan gêj
bikin.
Çimkî nêrîneke wisa, ku zehmet e, Kurdistaneke serbixwe ava
bibe, di eynî demê de pejirandina meşrûyete dewleta Tirk li
Kurdistanê ye. Di eynî demê de meşrûyet û pejirandina
faşîzim û dîktatoriya dewleta Tirk li Kurdistanê dide
qebûlkirin.
Bila ti kes ji niha de lê nexebite, seriyan tevlihev neke,
Kurdan çavtirsandî û dilşikestî neke û dewleta Tirk jî ewqas
mezin neke û nebêje, ku serxwebûna Kurdistanê zehmet e.
Herçiqas bi dehsalan e, dewleta Tirk bi hemû hewldanên xwe
lê xebitiye, bingeha daxwazên Kurdan vala derxe û paşê jî
çend pariyan biavêje ber çend Kurdan, lê vîna gelê me ji van
lîstik û yariyên wan xurttir e. Pêşiyên me gotinên pir bi
wate dibêjin û divêt em ji bîr nekin “Kevir tot dibe,
diçe li cihê rast disekine”
Belê ew kevira êdî tot bûye, wê ne Tirk bikarin wî kevirî
bidin sekinandin û dê di cîhanê de ti hêz nikaribe wî kevirî
bide sekinadin, heya ku ew kevira li cihê rast bisekine.
Ew cihê rast jî serxwebûna Kurdistanê ye. Serxwebûna
Kurdistanê daxwazeke dadimend ya gelê me ye. Di ber vê
armanca pîroz de bav û kalên me bi hezaran gorî û cangorî
dane, Tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê di dîroka xwe de gelek
mirovên keysperest dîtine û bi demê re ew ji rêya xwe
avêtine.
Divêt ewên serxwebûna Kurdistanê ewqasî zehmet dibînin, wan
tiroviroyên xwe ji xwe re veşêrin. Hewcedariya Kurdan êdî bi
gotinên wan kesan tine.
Herçiqas di nava Kurdên Bakur de hêza ku
ji xeynî PKKê tevgera Kurdên
Bakur biparêze tine be jî, lê qet gumana min nîne, dê di vê
demê de tevgereke nû derê meydanê. Jixwe ew partiyên ku dema
şerê sar de hebûn, rista xwe ji zûde qedandine û ti kes jî
êdî guhên xwe nade wan.
Îcar jî em li ser gotinên Abdullah Ocalan rawestin, yên ku
ew goya di derbarê çareserkirina pirsa Kurd de dibêje.
Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re roja 14.08.2009an de da
xwiyakurin, ku ew dewleteke serbixwe û federasyonê
napejirîne û wisa got:
Devlet bir çözüm değildir, engeldir (Dewlet ne
çareseriye, asteng e)
Bana Güney’deki gibi bir federal devleti verseler de ben
kabul etmem.
(Heger dewleteke federal wek Başûr
bidin min, ez napejirînim.)
Şimdi bugün bana, Amerika’nın Barzani’ye verdiği gibi bir
federasyon deseler ben bunu kabul etmem.
(Niha îroj Amerîka ji min re bibêje ew federasyona wek wan
daye Barzanî bidin, ezê nepejirînim.)
Çavkanî, binêrin:
http://firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=12614
Yanê Amerîka ji Abdullah Ocalan re bibêje, were ezê
federasyonê bidim Kurdan, dê Abdullah Ocalan li dijî wê
federasyonê derê.
Abdullah Ocalan di rastiyê de di vir de bi wê helwasta xwe
dibêje, ku çima ewê dewlet an jî federasyonê bixweze, koka
wî Tirk e, Tirk bav û kalê wî ne, ew jî xulamokê wan e. Û bi
vê yekê ew dîsa pê li hebûna gelê Kurd û rûmeta cangoriyên
Kurdistanê dike. |