Ronî ELÎ
Weke
rêwiyekî
Ku,
Di xwenên
şevan de
Hêviyekê
bide ber dil
Sawirên
aşopî
Di tixûbên,
Sembol û
durişmeyan de
Sîdareyên
çewsandinê
Radihijtin
..
Û di binê
Bîreke
miçqî de
Sorgulek
Di sînga
tariyê de
Ji nifşên
hêvîdar re
Dibişkaftin
Alavên
dûmandinê
Di hinavên
şerpeze de
Pêngavên
geşpêdanê
Bilind û
berz
Berevaniya
hebûnekê
dikirin
ji ber,
Biryar ew
bû
Yek û dû
Finda
serkeftinê lidarxin
Hêvî ew bû
Yek û dû
Di kendavê
reşbîniyê de
Ezmûna
rêveçunekê
Bi encamên
Tîşka
raperînekê
Niyazên
geşbîn
Li karxin
Lê,
Heman şev
bû
Xwen û
sawirên bê hode ne
Raveyên
neçariyê ne
Şiyanê
hastên rakeftî ne
Mebesta
serwerên sextebazin
Çimkî,
Li vebûna
çavan
Û vepirsîna
tîrêjên rojê
Şemal
vemirtî bûn
Sorgul
nebişkifî bû
Tenê xwen
bû
Çirka
dîdariya geşbîniyê bû
Bi şev hat
Û
Bi berbangê
re
Çû û çû û
çû …
17\1\2008