 |
|
Pêşeroj
Cewherî |
Kurte çîrok
kongira
şermola
Şevekê ji şevên
zivistanê li bajarê amûdê li nêzî girê şermola bi şêweyekî
raz û veşarî ajal û lawirên bajêrê navborî li hev kom bûn li
ser daxwaz vexwendina berazekî û di vê kombûnê de hemî
lawirên cûrbicûr têde peşdar bûn ji berazan bigir ta tajî û
pisîkan û ji kûçikan bigir ta kund û gumgumokan bi kurtayî
hemî celebên ajalan ber hev bûn û bi vî awayî kongira xwe
saz kirin li ser navê kongira şermola endemên vê civata ber
fireh bi yek dengî serokê kongira xwe hilbijartin bi
şêwazekî demoqrat beraz bû serokê kongira lawiran bi
helkeftna hilbijartinê wek serokê vê civata ber fireh beraz
gotareke şoreş gerî xwend li ber dem civata ajalan di vê
gotara xwe de anî ziman û got heta em civata zindîweran emê
di bin destê insana de bin ji îro pêve em ret dikin ji kok
de ev zor û setema ko li ser me bi karê tê ji destê civaka
mirovan gelî birêzan gelî endamên amade bûyî kê ji me ji
civaka ajalan tûj û tundî ji destê mirovan nexwarî ye heta
kengî bê dadî û bê bextî êdî bese xeşimkarî lewra li pey vê
kurte gotarê ez pêşniayar dikim şoreşeke çekdarî li dijî
mirovan ta ko em rizgar bikin hemî zindîweran ji bin destê
insanan li bajarê amûdê bijî azadî bese koletî serkeftin ji
bo doza me serkeftin ji kongira mere sipas
Piştî vê gotarê
çend lawiran peşdarî kirin herî bi peyvke xwe
Ker
: ez hemî karan dikin ji bo mirovan tev wilo jî êm nadin min
li gor keda ez dikim lewra ejî şoreşê erê dikim
Kûçik
: ez malê insanan di parêzim ji hemî metirsiyan tev wilo jî
cî ji mire nîne ji ber ba û baranê pêve lewra ez vê
pêşniyarê erê dikim
Tajî
: ez nêçîrê ji wan re dikim û bi deh kîlometran baz didim
tev wilo jî para min hestî ne lewra ejî vê yekê erê dikim
Kund
: ha hew tew em ji tîrora insanan newêrin bi roj bifirin tim
û tim bi şev derdikevin lewra navê me kirine kund ji ber vê
yekê ejî vê pêşniyarê pîroz dikim .
Bi awayî hemî
ajalan derd û azarên xwe anîn ziman û herweha bi yek dengî
di gel hev pêşniyara beraz serokê kongira lawiran pîroz
kirin û bi rêkeftin ko roja heyştê azarê dest bi şoreşa xwe
bikin di heman dema navborî de raperînê dest pê kir ji
bazara komfiroşê ya pincar û şînayî û jê pêve fireh bû dest
danîn ser hemî navend û gergehên amûdê ji şarevaniyê ta
navenda êm di kurt de amûdê hemî dagir kirin û zora insanan
birin û beraz bû şaredarê bajarî navborî lê mixabin ser
mixabin zindîweran li hev nekirin ser pişk û paran çimkî
beraz avahiya bajarvaniyê û kuştargehê go hemî ji mir ye lê
kuçika ev yek pejirand ker dixwest bazara komfiroşî û
navenda êm jêre be lê çêlekan ev yek ne pejirandin kulikan
xwestin ko zad ji wan re be bizin û hîtikan ne pejirandin.
Tajiyan xwestin
keroşkên bajêr ji wan re bin roviyan ev yek ne pejirandin bi
vî şêweyî şoreşa wan ket û ruxwiya û dîsa lawir ketin bi
destê insanan di dûmahiyê de gumgumokan xwestin agir bi
amûdê xin lê gêrik û marmarokan ev yek ne pejirandin torîkê
rojnamevan ji kewkurkê pirî çima şorşea ajalan têk çû
kewkurkê persiv da û got : ji ber sê egeran
1-
berjewendiya taybet di ser a giştî re girtin
2-
bê rêxistin û bê rêk û pêk bû
3-
idyolojiyek netewî hevbeş di navbera wan de nebû.
11.09.2009
Daner
: Pêşeroj Cewherî |