Newroz û esmer
Helbest: pêşeroj cewherî
Esmerê zû rabe yarê
Ev roje roja newroze
Rabe karê xwe pêk bîne
Cejna me gelkî pîroze
ez di gel esmera xwe çûm
cejna newroz û adarê
ahinga bilbil û gulan
di nav himbêza buharê
Kulîlk ser şaxan dihejin
Sira bayê rojhilatê
Darkol û kirkak dinalin
Hilma nêrgiz û gulan tên
Pesar û çol xemilîne
Newroz hatiye cîhanê
Cejna we tevan pîroz be
Ey miletê kurdistanê
Esmerê kanî destê te
Da herin nav şax û baxan
Xweza hawîr dor buhare
wek buhiştan û gulîstan
![]()
