Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

LÎDERA MIN YA MÎNAK E

 

FÛAD SÎPAN                                                                                                Almaniya, 13.08.2009

 

Kurdistaniyên hêja!

 

 

Serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di 04.08.2009an de ji rojnameya Tirk, Sabah re got:

 

Min rojekê jineke Kurd dît. Mala wê bombe kiribûn. Di destê wê de torbek hebû. Çar zarokên xwe wenda kiribûn. Wê perçên zarokên xwe di wî torbî de kom kiribûn. Hemû di dest de bûn. Ez çûme ba-nik wê. Min nikaribû xwe bigrim. Wê ji min re got ‘ez naxwazim bibînim, ku tu digirî’ Du lawê min yên din jî hene. Ezê wan jî bêxim qurbana Kurdistanê. Belê,  ew jina Kurd lîderê min ya mînake.

 

“Ben birgün bir Kürt kadını gördüm. Evini bombalamışlardı. Elinde bir torba vardı. Dört oğlunu kaybetmişti. Çoçuklarının parçalarını bir torbaya toplamıştı. Hepsi elindeydi. Yanına gittim. Ben dayanamadım. Bana 'Seni ağlarken görmek istemiyorum' dedi. 'Benim iki oğlum daha var. Onu da Kürdistan'a feda edebilirim.' İşte o Kürt kadını benim örnek liderim oldu."

 

Çavkanî rojnama Sabah:

http://www.sabah.com.tr/Gundem/2009/08/04/ozala_saygim_buyuktu_ama_elini_opmedim

 

Belê, serokê herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke di gel wî de ji aliyê rojnamegera Tirk, Nûr Batû ve van gotinan dibêje.

 

Ev helwesta dayika Kurd esaleta jina Kurd nîşan dide. Vê fedekariyê encax dayikek welatparêz dikare bike, lê serokê herêma Kurdistanê, ku vê jinê ji xwe re dike pêşewa, ji bo dayîkên mîna wê û jinên perîşan yên Kurd çi dike?

 

Mesûd Barzanî qanûna zewaca pirjiniyê îmza kir, bi hin gotinên xweşik, goya pesnê jina Kurd da û bi bihaneyên li jêr jî bi van peyvan xwe parast:

 

Ne mumkun e, ku ev qanûn bê redkirin. Ji ber ku hemû alî, hikûmet, parlamento û lijneyan ew amade kiriye. Hûn bi xwe jî endamên van dezgehan in, hemûyan li hev kiriye. Îca ez ê çawa li dijî vê derkevim û wê careke din vegerînime nav parlamentoyê.


Bi rastî ez ê têkevim rewşeke fedîkar. Ji ber ku heta em prisgirêkekê çareser bikin, nabe em deh pirsgirêkên din biafirînin. Ku tiştek bê kirin, divê ev gav bi gav be, û qanûn çawa hatibe dengdan, dê bi vî awayî were bi cih kirin. Guhertinên her cûre jî bila bimînîne demeke din.

 

Çavkanî malpera Welatê me: http://www.welatname.com/kitekit.php?id=55

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics