Roja 27 Adarê

Her sal wek vê
rojê, şanogerên cîhanê bi roja şanoyegerya
cîhanê şadibin û li hev pîroz dikin, şanogerên
xwe yên kevin bi bîr tînin û nameyên pîroz
bahiyê ji hevre dişînin da ko ji nûve hêz bidin
xwe û dest bi afirandinê bikin, hin jê jî
şanoyekê amade dikin ko di vê rojê de bilîzin û
pîrozbahya herî xweş jî ewe.
Timî ji alyê ((Navenda
şanogerya cîhanê)) ya ko Yonîsko ew çêkirye,
şanogerek tê hilbijartin da ko gotina vê rojê
binvîse û ew gotin bi gelek zimanên dinyayê tê
xwendin û di eynî seatê de tê weşan û li ser
gelek textên şano yên dinyayê tê xwendin.
Ew kesê ko tê
hilbijartin ji bo vî karî, yek ji şanogerane, an
nivîskarê şanoye, an jî lîstikvane, an jî
derhênere û an jî rexnevane, lê divê berhemên wî
yên di warê şanode hebin û bargiranya şano kir
be û xwedî tecrûbe be.
Roja 27 ê Adavrê, çima ev roj?
gelek kes
dipirsin, çima ev roj hatiye hilbijartin, bi
rastî ev roj ji sala 1961 an de tê pîroz kirin
tevî ko tiştekî nû ye jî lê dîsajî li ba
şanogeran tiştekî pîroz e, lê sedema
hilbijartina vê rojê çiye?
Di sala 1941 an
de, Yonisko ya ko weke perçak ji yekîtiya
Newtewan tê naskirin, xwest ko sazîkê ji bo şano
ava bike, û şanoger dan serhev da ko karekî bi
vî rengî bikn, lê wê civînê tu encam neda û
hinekî dirêj kir di nava dan û stendinê de heya
ko sala 1948 an konferansekî serkeftî li Pragê
li darxistin û ew sazya ko di xwestin avakirin,
û cihê wî jî li Parîs e.
Pişte û di sala
1961 ê de, dîsa şanogerên vê sazyê li hev
civiyan û xwestin ko rojekê bi nav bikin û roja
27 meha Adarê hilbijartin ji ber ko ev roj roja
vekirina Teatra Sara Bernard (Lîstikvana
Ferensî ya bi nav û deng) bû. û ji wê salê
de heya îro ev roj tê pîroz kirin û gotina salê
tê nîvisandin.
Gotina sala 2008 an kê nîvisandiye?
Wek ko min di
destpêkêde nîvisand, her sal yek tê hilbijartin
ji bo ko gotina salê ya roja şanogerya cîhanê
binvîse û vê salê şanogerekî bi navê Robert
Lopaj ko yek ji şanogerên naskirîne di warê
nîvisandin, derhênerî û heya di prodektion ên
şano de jî tê naskirin.
Rober Lopaj
di sala 1957 an de li Keneda "CANADA"
hatiyê dinyayê, xwendina Drama di sala 1975 an
li bajarê Koybuk li Keneda bi dawî kirye û ji
sala 1987 an de di nava praktîka şano de ye.
Di sala 1984 an
de şanoya wî ya naskirî bi navê (( Grover )) ya
li hemû Keneda gerya û xelata baştirîn derhêner
li ser wê şanoyê stand.
ji berhemên wî:
- şanoya ((
sêçîrokê Ejdeha))
- polîgarf
- derzî û afyon
ji sala 1997 an
de xwedî prodictionek taybet ya şanoye.
Gotina 27.03.2008
Sala 2008 an
Robert Lopaj ev gotin nîvisandiye û min ji were
wergerandye kurdî, dibe ko wergerandina min ne
gelekî rast be jî lê ezê hewil bidim ko naveroka
wê bighînim we:
Robert Lopaj
dibêje:
" gelek nêrîn
hene li ser destpêka şano li dinyayê, lê ya herî
ko min jê hezkir ew Efsane ya ko dibêje:
Di şevek sar
de, berî hezarê salan, hinek kes li hev civyan û
xwestin ko hev û din bi çîroka û agirê zivistanê
gerim bikin, ji nişkave yek li ser lingên xwe
sekinî, li ber agir çîroka xwe got, hişt ko siya
wî li ser dîwêr alîkarya wî bike, carna mezin bû
û carna biçûk û her ew çîrok li ser dîwêr bi
sîkê hate gotin, wê çaxê her kesî ji vî tiştî
hezkir û bi alîkarya wê sîkê naskirin bê kî
xerab e û kî qenc e di çîrokê de û kî zalim e û
kê zilim xwariye.
Îro û piştî
ewqas pêşketin di hemû waran de, ew ronahî ya ko
ji agir hatibû, bûye lempeyên eliktrîkê, textê
şano jî hinekî cuda bû li şûna wê şikefta anjî
xaniyê ji qeşê yê ko yekemîn şano têde hatibû
lîstin.
Ev tê wê manê
tevî rêza min ji hemû kesîre ko hîna şanogerî di
gavên yekemîn de ye ji hêla teknolojî de.
Ev çîrok ne ko
ji qedrê şano kêm dike, lê belê hê zêde dike, ji
ber ko tevî wisa jî karîbû biba bingehek di
pêşketina miletan de û bêtir zimanekî ji hev
fêmkirinê di navbera gelan de afirandiye.
Heger
lîstikvanê şano dixwaze ko bimîne sûretek ji yên
vê cihanê yên rastî; gerek hîna berdewam be di
afirandina rengên nû ji hunera şanogeryê de û
bide ber çavê xwe ko temaşevan kesên ko li hemû
warî pêşketin dîtine gerek li ba wî jî bibînin.
Ez dizanim ko
lîstina bi agir, du riwê wê hene an wê mirovan
gerim bike û an jî wê wana bişewtîne"
Gotin qedya
Ez berî her
tiştî lêborînê ji nîviskar û ji xwendevanan
dixwazim heger min şaştî di wergerandinê de
kirbin lê ji alî naverokê de, ez bawerim wê
gihîştibe.
Di Roja şanogerya cîhanê de, şanoya kurdî?
di rojên wisa
de, şanoya kurdi tê bîra mirov gelo ew şano li
kû maye û gihîştiye kû?
Bi rastî şanoya
kurdî zilmek gelekî mezin dîtiye û bêtirê wê ji
dest şanogeran e û hindikê wê jî ji dest rewşa
giştî ya miletê bindest e.
şanogerya kurdî
di janek dijwar re derbas dibe, li cîhna jê
ronahîyê dibîne û li cîhin din jî tenê xewne û
dicilmise.
Ev mijar dûv
dirêje, ez bi hêvîme ko ez nivîsên di vî warîde
li ser malper û rojnameyên me bixwînim.
Ez vê rojê li
hemû şanogerên cîhanê û bi taybet li şanohezên
Kurd pîroz dikim.
Bi hêvya rojên
ruhnî li pêşya şanoya kurdî ya bin û tevaya
cîhanê.
Kawa Şêxê
kawa142@hotmail.com
Almanya
27.03.2008