Çi di nava Semîh Şiqêr û
Şivan Perwer de derbas bû
|
 |
|
Semîh Şiqêr |
Kawa Şêxê
Em kurd,
me li ser pir kesan
gotiye, heçê kesê li ber xwe dabe û me navê wî
bihîstibe, me li ser wî gotiye, Cegerxwîn, Tîrêj, Şivan,
Mihemed Şêxo, Bêbehar û hwd... li ser gelek
miletên cîhanê gotine, weku Vêtnam, Kuba, Pol Robson,
Marks, Lênîn, Diyan Biyan Fû, ......
Lê heya
anha kesekî ku li ser xebata me kurdan nîvisandibe, nîne.
Ya rast
em bêjin min nebhîstiye, tenê min bi du kesên ne kurd
bihîstiye ku li ser kurdan gotine, yek jê Mahatma
Gandiye ku ji qîza xwe re (Andera) behsa kurdan
kiriye. Û yek jî jê ev mijara ku ez anha li ser
dinîvisînim ew jî Semîh Şiqêr e.
Semîh Şiqêr kiye?
Ji bo kesên ku wî nasnakin, ezê Semîh bi
kurtasî bidim naskirin:
Semîh Şiqêr stranbêjekî
ereb e, ji Sûrî ye,
Hatiye naskirin bi sranên xwe yên
şoreşgerî, gelek ji gotinên stranên xwe bi xwe
nîvisandiye, lê awaz hemû yê wî ne.
Hinek dibêjin ku ew komonîst e, lê ew bi
xwe li ser xwe dibêje: Ez ne
bû me emndamê tu partiyên siyasî, û ez timî serbixwe
bûm.
Stranên wî însanî, evînî, şoreşgerî, û
siyasî ne.
Ji bilî stran gotinê ew mûzîka filman jî
çêdike û ya şanoyan jî û herî naskirî jêre awazên ku ji
bo şanogerya Muhammed Maxût
(Li
derveyî refê)
çêkirine.
Gelek
stanên wî ji helbestên helbestvane
Filistînî ye naskirî: Mehmûd Derwîş in.
Heya berî demekê gelekî bi zehmetî karê
xwe yê hunerî dikir, ji ber rewşa aborî û astengiyên
dewletê jêre. Lê anha hinekî rewşa wî baştir bû ye,
piştî ku nav û dengê wî ji sînorê sûriyê derbas bû ye û
gihîstiye hemû
welatên ereban.
Li ser Beyrûrê stran gotine, li ser
hêviyê, li ser çinîna genim û çotkaran.
Stranên wî yên herî naskirkirî tevî ku
qedexene: Santyêgo, Mehcûb û strana Hevalekî min heye ji
Kurdistan, navê wî şivan e.
Sê Albûm çêkirine, yek bi navê: ez ji
kêre distirêm.
Ya din
bi navê: di dest min de Gîtar e.
Û ya
siyemîn jî bi navê boxazên we, an jî zengelorkên we.
Çîroka strana li ser Kurdan:
Semîh
dibêje:
Di sala 1985 an de, meha Adarê, Şevek
xwendina helbestê ya hevalê min yê Helbestvan Hessan
Izzet, li bajarê Hesekê, hebû, .
Em bi
hevre çûn û li hûtêlekê li Hesekê bûn mêvan, roj jî 20
adarê bû û me dît ku tevgera bajêr ne normal e. Wek tê
bê sibe eyd e. Yanî karê kirîn û firotinê û çûn û hatina
milet.
Me pirsî û ji mere gotin: sibe Newroz e.
Heycanê em girtin, dostek ji xelkê hesekê
hat û got: heger hûn qebûl bikin ezê we sibe dawtî
Newrozê bikim!
Ji kêfa Newrozê re em firyan, wê şevê em
ranezan, hestên cuda hebûn û heya li me bû sibeh min û
Hessan Izzet me alîkarya hev kir di nîvisandina gotinê
stranekê li ser kurdan, çiya û newrozê û ji ber ku min
Şivan Perwer wekû sembûl ji van hemû tiştanre dît, rabû
min li ser Şivan nîvisand û got.
Min ew di stranê de kir hevalê xwe tevî
ku heya anha jî me hîna hev û din ne dîtiye.
Tiştekî nexweş çêbû ez dixwazim bînim
ziman, dema me stran çêkir, û em çûn newrozê, me xwest
em wê stranê diyarî kurdan bikin, lê komên ku wê çaxê li
newrozê digotin nehiştin ez derkevim ser sehnê û vê
stranê bêjim, ji ber ez ne girêdayî tu alî bûm û ne li
ser navê tu partiyan hatibûm.
Ez û Hessan Izzet em şikestin, lê dîsa jî
qet nerîna min di vî miletî de nehat guhertin û ne jî
nerîna min di Şivan de û ne jî nerîna min di Newrozê de.
Û ji ber wê jî ez hatim û min ew stran
xiste albûma xwe de û ew stran bû sedema qedexe kirina
albûma min. Lê tevî wê qedexekirina ew albûma min ya her
hati belav kirin û hezkirin.
Gotina min ji bo Mamoste Semîh Şiqêr:
Ez jî anha li ser navê wan komên hişk ku
ne hiştin tu bistirê lêborîna xwe dixwazim.
Li ser navê miletê ku bi hesret bû ku
navê xwe bighîne miletên din, li ser navê wana ez te
spas dikim.
Û bi destura tebe, ezê gotinên strana te
wergerînim kurdî ji bo perçê miletê min yê bi erebî
nizane:
Hevalekî
min heye ji Kurdistan
Navê wî
Şivan
e
Dengê wî
di balê de
wek dema
ku di newrozê de agir li ser chiya vêdikeve.
Bistre Şivan bêje
 |
|
şivan
perwer û kawa şêxê |
bêje û mizginiya paşerojê bide
xetîra
xwe ya bi ceger
di wê
dûraniya wêrek de vêxe!
Em di heviyan de yek in
me heye yek rêç
ka em bi
hevre pexînin
da ku
were
ew kêfa
em hemû li hêviyê ne
ew roja
ku em wê pîroz bikin
li serê
çiyayên bilind.
li serê
çiyayên bilind
Kawa Şêxê
12.08.2009