Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 

 

 

 

Roja Şanogerya Cîhanê

 

 

Her sal di 27 ê Adarê de roja şanogerya cîhanê ye, hemû şanogerên cîhanê vê rojê pîroz dikin, û her salê nivîskarek an jî xebatkarekî şano tê hilbijartin da ku gotina şanogerya cîhanê binvîse, ew gotin bi hemû zimanên dinayayê (lê bi kurdî na) tê belavkirin û tê xwendin.

Îsal nivîskarê Brazîlî (AUGUSTO BOAL), hatiye hilbijartin ji bo nivîsandin vê gotinê.

 

 

 

AUGUSTO BOAL kiye??

 

AUGUSTO BOAL: navekî mezin e ji navên şanogerya cîhanê, ewî şanoyek bi navê şanoya bindestan (belengazan) çêkirye, yanî şêweyekî şano bi vî navî ku ji me hemûyanre lazim e. AUGUSTO BOAL timî dibêje ku jiyan şanoyek e û em hemû şanoger in û ekter in. Û dibêje ku em gerek xebatê bikin da ku em bighên dinyayek bê zordest û bindest, jiyanek wekhevî.

 

 

Min jî ji bo hemû hezkiryên şano, ev gotin li gora xwe wergerand zimnê kurdî û ez ji were diyarî dikim, heya ku demek were ev gotin ji hêla dezgehên fêrmî ve were wergerandin û belavkirin bi zimanê kurdî.

 

 

 

Gotina AUGUSTO BOAL

 

 

Hemû civakên mirovatiyê, rengek ji rengên temaşekirinê çêdikin, ji bo rojên xwe yên taybet. Ew rengên temaşekirinê dibin yek ji xebatin vê civakê, da ku her kes here ji xwere binere.

 

Wekî din jî, jiyana însan bi xwe bi rengekî şanogerî hatiye amadekirin, bê ku haya me jê hebe. wekû mînak jî: Bikaranîna valahiya li dora meriv, an jî axaftina bi beden û destan, guhertina deng di dema axaftinên cuda de. Yanî her tiştê ku li ser sehnê tê lîstin ji xwe jiyan e, û ew e şano (teather). Heya bi dawet û şînan, ew jî rengek ji şow ye, lê em pê nahisin ji ber ku em rojane jiyan dikin, û wekû wana jî gelek tiştên din şano ne lê jiyan bi xwene, mîna kultura qehwe vexwarinê li berê sibehê, silav dayîn, heya bi civînên diplomasî rengek ji şanogeriyê ne.

Yek ji armancên hunerê ew e ku bihêle însan karê xwe yê rojane bêtir bi hest bike, dema ku lîstikvan û temaşevan dibin yek û jiyan dibe û wê çaxê dinyajî dibe sehne, naxwe em hemû hunermend in û bi vî rengî em dikarin gelek tiştan bibînin ku ji me veşartî ne, tenê nerînek kûr ji wanre lazim e.

......................

 

Berî 20 salan min şanoyek bi Navê (Fîdra) li REO DI JANERO çêkir, wê çaxê em feqîr bûn me tenê dekorê xwe bi cermê çêlekan çêkir, û hinek darên xêzeran, lê min timî ji lîstikvananre (ekter) digot: Gava ku hûn di nava wan darên xêzeran re derbas bin hûn nema karin derewan bikin, şano rastiye û divê hûn jî rast bin. 

Gava em li tiştên veşartî binerin, emê di her civakekê de, zordest û bindestan bibînin, emê dinayek tijî zilm û zorî bibînin û emê nasbikin ku gerek em vê dinyaya zalim bi yeka din biguherin, xweştir. û em zaninin ku em karin vê guhertinê bikin.

biceribînin, dema ku hûn vedigerin malê  hûnê jiyana xwe dîsa bilîzin û hinek bûyerên rojê dûbare bikin, hûnê zanibin ku şano ne tenê hunerek e, lê şêweyek û rengekî jiyanê ye, em hemû têde ekter in, da ku tu yek be ji civatê ne tenê divê tu têde bijî, lê divê tu hewil bide biguhere!

 

AUGUSTO BOAL

Gotin qedya.

 

 

Ez jî wekû şanogerekî kurd, vê rojê li henû şanogerin kurd û yên dinyayê pîroz dikim.

 

 

 

Kawa Şêxê

kawa142@hotmail.com  

 

 

 

 

 
 

Webstats4U - Free web site statistics