 |
|
Kamran Simo
Hedilî |
siya çû û manê
min
dengê mirinê dît
û
xwazî bi mirinê anî
mirin direvî
dil dihejiya
mîna
bayê siwarê meşela çiyan
li nav qêjîna giriyê zarokan
cendekê min
dibirin nav siya mirinê
li oda tarî
rondik dibarandin
dayîka
kur zîndanî û mêr di gorê de
bêdengiya tirsê û berxwedan
hatibûn pêşberî hev
di gola harbûna êşê de
tewanbaran
ken diqusandin
di mala dînbûnê de
zinge zinga
zengilê rêzdariyê
diherikî hiş
di çala bendîxanê de
18.08.2009
Kamran Simo Hedilä