Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

hat û çû

 

 

plana evîna

temenekî din

min nîne

xwedewend

di nava min de mir

ji bilî wê

nasnameyeke min

ya din nîne            

em

du pelên gulekê

du pîrên hurmuzgehekê

du pêxemberên olekê

du dilên

jînekê bûn

birûska şadiyê

dilê min qulkir

rengê kefenekî din

min nîne

ji têkçûna min kûrtir

şerê serkeftineke din

nîne

ji jana min bi jantir

êşeke din nîne

ji maça xwekuştinê rastir

di hişê min de

leyîstikeke din

nîne

 

 

15.07.2009

 

Kamran Simo Hedilî

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics