|
|
|
PÎZOTÊN DILÊ MIN
D.
Îbtîhal Elxetîb
Di
navbira axaftina min de, bi qûtabiyên min re, yên di beşê wêje
û hunerî de, jibo şaristanî û hunerên Hindistanê yên gewre,
gengeşe vebû , û gotinê ez birim, da ku ez lêvegerandinek bi
şewat bi durûna xwe re bikim , û (ez) çiqasî ji daniştinên
lêvegerandinên durûnî heznakim , çiqasî ez ji gera di hinavên
dilê xwe de di qeherim ,ev navxweyî çiqasî sore û xwînîye û
dilkutokiye û bi êşe û bi kîne û evîndare û
serserîye û bizdoke
!!
, ew jî berovajîye , û girêkoke ,ez nikarim pêre bidûbistînim ,
dema ku çîhan zorê li min dike û dihêle ku ez di hinavê xwe de
xwe lihevbipêçim,wê çaxê bê westandin û xembarî ez nikarim jê
derkevim, û bêtir durî razîbûnê di kevim ,an ku durî
lihevhatinê bi durûna xwe re di kevim
.
Ez û zeriyên(qutabiyên ) xwe ,hatin ser axavtinê
jibo serwera dirama ku di olên kevnar yên hindistanê de peyda
dibin , û min hewldan kirin bi wan re da ku em bighêjin
nîgarkirinek zelal bo vê serwerê , a ku wateya wê bi giştî û bi
şêweyekî hesane dibe xaçirêkek durûst bo rastiyek tenahî dibe
nûnera navika jiyanê,ew jî
rastiyek cîyawazî
têde heye ,di navbira mirovekî û yê dîtir , û
dema ku mirov dighêje naskirina rêka xweyî rast ,û rola xweyî
taybetmend di vê jiyanê de ,wê çaxê wê
dirama xweyî taybet dîtibe .
ne tiştekî hesane ye jibo mirov têbighêje da ku
vê pirensîba kur ya ku wateya wê di şûnwarê felsefa hindî
kevnar de koka xwe berda ye, nemez ku mirov,bi baweriyên xweyî
olî yên nûtirîn ,û bi locîkên xweyî ku yek carî nerîna wan
berovajî nerîna hindistaniya ye di warê têkilya yazdan bi
xelkê re, û di hêla rola yên dîtir di
jiyanê de .
Lê qutabiyekê misogerkir ku wê dirama xweyî
taybet dîtiye , rastiya bêbend dîtiye, û ew rola xwe di jiyanê
de xweş nasdike, tev ku baweriya minî serrast ,ku wê tu tişt ne
dîtiye , û ew ji tiştekî ne bawere durtir ji bêvila wê ku li
jorî rûwê wê ye , lê min hizir li bêzariyek vebirîn kir ,dilê
min tijî kir ,û ez agehdarî rûniştinekê ji wan rûniştinên
zikroşî kirim, ê ku mirov di wan de , lêpirsînê li
durûn xwe dike.
çi xweşik bû baweriya temenê
biçûk ,dema ku min bawer dikir ku ez her tiştî dizanim ,û
baweriya min serrast û serbixwe ye , û pirsên min tev de
bersev bo wan hene, û bersevên min tev de behaneyên wan asê ne
, dema ku melhezên min diyar bûn ,û armancên min rê li ber
wan ne dihat girtin , dema ku ez
pişt rastbûm ..
vê rojê .. ,bi taybetî vê rojê,her tişt ji min
perqoqanî xuyadikin, ji dewsa ku li ser lingên xwe rawestyayî
bin , rê bi leylan xuyadike , û armanc bo min biyanî ne ,tev ku
min ew bi destên xwe afirandine, tiştek li cem min nîne ji
bilî birsên merezî giravî dûbare kirî mîna şilaya ku di kelkela
rojek havînê de xwe veşartiye
..
Eztexîrollah ku bersevek amede li cem min hebe ,
ew.. dereweke , xapandineke ,mîna liba Espirînê êşê dibirîne , û
dema ku bandora bikêrhatina wê bi dumahî dibe ,dîsa pirs li
rehê dixe ,wê di sûtîne û wê dax dide ,laş
tev de kontak dike
!!
Dûre ev çi azarîya wijdane ku nahêle ez bêhna xwe
bistînim , dibêjin ku azarîya wijdan bi rûdarî diyardeyek
mêyîtiye , em hatin afirandin tenê jibo wijdanên me , me bi
êşîne ,qatînebû ku pêkhata wijdan
mêritîye ,wijdan min di şewitîne çimkî min dergoşa xwe
nebir nav nivînên wê di wê şeva ku çivînekê ez niçîrkirim ,
wijdanê min xweda jê ne razîbe ,min dax dide çimkî ez amede
nebûm li wê simînara ku pêwîstî min bû da ku ez piştgirîya
mijara wê bikim, û dihêle ku ez boşman bibim jibo vê pêlava ku
min bi temenkî mezin buha kiriye , ya ku di kare xwarinekê bîne
ser mesefa malbateke dîtir an ku zarokên wê fêr bike an ku laşê
wan derman bike , û herweha ew
êşdîtinê bi min re peyda dike , ku ez ewa erzan bikirim a ku
lnigê min di êşîne û perên min pela dike di kirînek ziyanî de, dilê
min, min di şewitîne ku kombyoter min ji kelandina xwarinek xweş
distîne, a ku minê li ser destê xwe ew pêşkêşî malbata
xwe bikra
Û hişê min li himber min radibe dema ku ez katê
xwe li metfexê winda dikim ,û ez di serguhên xwere davêjim wê
pirtuka ku li hêviya mine , ya ku miz mîna a wê nîne, ku min
porê xwe hûnand ezê bixwazim ku wî berdim ,û ku min ew berda ezê
bixwazim ku di
girêkekê de wî kedî bikim.
Jibo çi ta nuha min dirama xwe nedît ye, gelo
têwera hindistanî a ku dibêje : /hebûna me bi xwe azariyeke
dirêj dibe di gel dirêjbûna daxwz û dilbijandin û hêviyên mirov
ve,gelo wê têwereke durust be ?
ew pêlangêrk bi rastî dijî mine , lehengên wê
wijdanê minî rûşuştiye , û dilê minî xwînîye ,û hişê minî
serseriye , her sê siwaran bi kêfxweşî serpereştiya wêrankirina
min dikin ,van her sîkan hevbendî kirin bi Boda re yê
şehristaniya hindstanê ye ,û bi Konvoşyos re yê şehristaniya
çînê ye , ez li Boda guhdarim ku dibêje : /em mijûl dibin,
em bûne ne /, lê Konvoşyos qebûl nake ku ramana wî ji
rîformkirina cîhanê durtir here ew dibêje :/ hîna me jiyan fam
ne kiriye ,vêca çawa emê mirinê fam bikin /,û bi ramanên felsefa
pelabûyî ,di neqeba vî û wî de , li hişê min xweştê, û dilê
min derda dibîne ji werzeşiya hişê min ya dijwar,û wijdanê min
piştgiriyê dide herdukan bo bêtir min
bi êşînin ..
Boda gotiye :/ em ramanên xwe ne, her tiştê ku em
ewin , ji ramanên me der dibin , bi ramanên xwe cîhanê em saz
dikin/, eger ku peyva Boda rast derkeve ,ez xwe dibînim ku ez
tiştekî di jiyana xwe de nekim ta roja dûmahî yê.an hebe ku ez
şoreşekê çêkim ku min û neyarên min li ber xw bibe
Tiştê dûmahî ..
Boda dibêje : /ku tu xwe bi pingirandênê ve
bigre ,wek ku te pîzotek sincirî zevt dike ,û di xwaze ku bavêje
mirovekî dîtir ,lê ê ku dişewite tu ye /,vêca jibo kê ezê
bişewitim , ku hîna destên wî di nava pîzotên wî dene,wek ku ez
dikim ,gerek em lihevhatinekê bikin ,bo em îro pîzotan deynin
kêlekekê,û li hev biburînin. ,berya ku pîzotên pingirandinê
lepên me şewitandî û nelihevhatî bihêle .
………. ……… ………
Wergerandin : Zagros Osman |
|
|
|