|
 |
|
CIWAN DÊRIKÎ |
ciwanderiki@hotmail.com
Çav reşê bejna zirav ger
carekî bêt pencera
Bireşîn cerg û hinavan hin
ji tîrên çepera
Wan çi pêşwazî dikim xweş
, didme ber sing û bera
Çend dikarî kulbikî can ,bik
..tu merda dilbera
Singe min tîrgeh ji bo te,
ey perî çendî bibar
Êşû jana wan hevalin , lev
dibanin ox û zar
Ez dizanim mêrkujê nadê mi
carek ew bihar
Xokujê derya evîna wê ,
pelasîskim di ar .
Ev cihan têra mi nakê ger
ji minre dil vekê
Dê neçarî bikme çarî , sal
di nêva rojekê
Jêre stêran dikme ristik ,
heyv di nêva xalekê
Tang û topên kujmirov ,
wan didme dora çekçekê
Bejn û bal rewrewke ,
sîtav , çend dibim nêz dûr diçê
Wek şivanê destevala bê
bilûr û tûr diçê
Hêvî û xewn û xwezî ber ba
ketin , lê şûr diçê
Kuştî û girtî dibim hêj
vîn di dilde kûr diçê .
Dilbijim dilber firişte ,
dilgirê çava me ez
Naxweşim dilber nivişte ,
canfirê dava me ez
Dojehim dilber bihişte ,
xwênerê nava me ez
Serxweşim yar bê tenişte ,
şah ezim , zava me ez
* * * *
* * *
DÊRIK – 7 / 1 / 2008
www.amouda.com
|