…… N. Ponepert.
Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e, daxwaz pêdivî û armancên
netewî diyar dike û dide xuyan. Sed û Yazda salan berê, di
rewşa neçariyê de, li Misirê ''Qahîre" şahsîwarê peyvê, mîrê
gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe , û kar û
xebata rojnamiyê dike.
Ew li 22 ya Nîsana 1898 an, yekem rojname bi zimanê Kurdî
bi navê "Rojnama Kurdistan" diweşîne. Li gor berpirsyar û
xwendiyê rojnamê, û mîna ku di hejmara yekê de nivîsiye
Rojnama Kurdistan wê her(15) rojan were weşandin. Û herwiha
ji 22ya Nîsanê 1898 ra 31 hejmar ji rojnamê weşandin,
hejmarên (1 ra 5) li Qahêrayê, ( 6 ra 19) li Cinêvê, (20
ra 23) li Qahêrayê, (24)li Londin, (25 ra 29) li Folkston,
û (30 ra 31) jî li Cinêvê çapkir û belavkir.
-Rojnama Reya Taze di dema 1929 Z.
-Rojnama Kurdistan li Îranê di sala 1959Z ra 1963 Z.
- Rojnama Hawar li Şamê ê ku birayên Bedirxan avakirin di
sala 1932 Z ra 1935Z û di sala 1941 ra 1943Z. (57 hejmar).
- Rojnama Ronahî di sala 1942 ra 1945 Z,(28 hejmar).
- Li Beyrûtê Rojnama Roja nû di sala1943 ra 1946Z,(73 hejmar).
- Belavkirin P.D.K, Rojnama Xebat di dema 1958 an de.
Pêştî dustûra Osmaniya Komela Hîwa Kurd rojnamek heftekî
avakir bi navê Roja Kurd, hejmara yekemîn û duwamîn hatin
belavkirin û wêneyên herdu mêrxasin mezin binav û deng li
ser rûpelê rojnamê belav bû ( Seleh dîn Eyobî û Kerîm xan
Zend).Ebdilkerîm Efendî yê ku vê Rojnama weşad di sala 1904
an de.Piştî çend salan navê wê wergerandin û nav lêkirin
Hetawa Kurd.
-Rojnama Pêşkewtin a yekemîn li bajarê Silêmaniye hatiye
damezrandin. Pêştî wê Rojnama Bangê Kurdistan hat belavkirin
di 2 Tebaxê 1922an de, 13hejmar hat belavkirin û rawestî,
piştî wê Mehmed Norî Efendî rojnamak heftane avakir bi navê
Roja Kurdistan ê ku zimanê HikumetaŞêx Mehmud Hefîdê Kurdî û
bin fermana wî de diweşî û heya 3yê Avdarê 1923Z berdewam bû.
(15hejmar). Piştî derketina Şêx Mehmud ji bajarê Silêmaniyê
cara duwamîn rojnamak Kurdî din avabû bi nav ê Bangê Heq, 3
hejmar jê belavbûn û li dû re rojnama Amîdî Estiqlal avabû,
û belavkirina wê pir dirêj nekir. hukumeta li Silêmaniyê di
sala 1924an de dest bi weşandina rojnama Jîyan we kir , û
paşê navê rojnamê di sala 1925 an hat guhartin bi navê Jiyan
ta roja îro dibinvî navî belav dib.
Di sala 1925 an Mîr Salih Zekî rojnamê k heftane derxist bi
navê diyarî Kurdistan ta sala 1926an berdewamkir û dive demê
de dora 16 hejmar der çû, piraniya hejmaran di hundurê xwe
de wêneyên navdarên Kurdan xuya dikirin, û her wiha di sala
1925 an de Mistefa Paş rojnama bangî Kurdistan derkir li
Bexdadê. Lê pir berxwe neda û rawestî.
Rewşbîrê Kurd Husên Mukiryanî rojnamek bi navê Zar Kurmancî
li Rewandizê deranê