Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 

 

 

Dilêsh Luqman

dildarismail@hotmail.com

 

PEYVA TAZΠ   22

Çep û rast

Kanî çep û kanî rast

Ne dewe û ne mast

Bûne wek  qîra ser cahdên xwar û rast

Ne orte û ne morte

Hemî bûne gêj û mêj

Ji hevre geşdikin ji hevre xweşdikin

Kîne Çep û kîne rast

Çep li dora hev dizîvirin

Çep ji çep tê der

Çep li çep nake

Çep bûne gelek

Hemî kirin henek

Herdem bê bextê felek lô ???

Nav ji hev nayên der

Hemî bi navan tên bakirin

Rast bû weke şîrê çêdikê mast

Penîr ,nîvişk û qeymax

Dewê bi rûn û bê rûn

An mastê rijî .....

Her yek li dora xwe

Geşdike bijî bijî

Xweziya rojê ji rojê pirsî be

Kengî diçê ava kengî tê der

Orte û morte navin

Çendin ji hev tên der

Tîpek zêde tîpek kêm

Derbaske li min negre

Herdem bê bexte felek

Henek pêkirin  dimîne genek

Şevbêrgên dirêj derbasdikin

Cî xweşdikin lê rû reşdikin

Dewrane li ber çep û rast

Çîrok û pirs arzane

Fermane li zikên pifdayî

Miştî gemara neyaran

Qehfê pehin li qadê paldayî

De bimrin di dema arzaniyê de

Dema bê ziman û serî tê xwar

Dema pirs dimîne bê bersiv

Dema biryar bi dawî dibin

Û her em dibêjin xayine felek

Bê bexte felek …feleke bê bext

Heger felek bê bexte

Li cem çep û rast kengî wexte

Peyve an heyve

Taziye an ronahiye….??????

2.12.2008

 

 

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics