|
Peyva
tazî çiye : peyveke vekirye bê sînore, peyveke rastiye kurte û Levhatiye ,
lê xwiyaye hinek ji bona hinka nerazîbûna xwe didin xwiya kirin û ji
rastiyê ditirsin û li pişta perdên reş lotka didin piştî votka Divexwin. û
ji bona wilo her em berdewa min . em miletekî bindestin Welatê me parçeye û
her parçekî sed parçeye, û parçebûn parçîn nabe û Bi hesanî birîna kûr
derman nabe . û dijminê me teroristiya xwe Berdewam dike li ser gelê kurd û
roj bi roj pir dibe û kes nakê dengî , Tenê nîv rûpelek tê nivîsandin û li
ser malperên kurdî belav dibe. Dibêjin em dixwazin serbest bên berdan dem
hatiye guhertin û rêjîm Divê dev ji vî karê han berde û çîroka mafê mirova li
dare..((rêjîma bahs Û mafê mirova çawa li hev dike …..tir li kû û das li kû))
û em dengê xwe Hildidin hemî dunyayê û emê rojê bixin ceng û emê agir bikin
pereng û Zebeşa bidin ber kêra û rehnê mirîşka bidin ber deva û şevê bikin
şeva Dendik û gwîz û sêva…??? pirs li kû windadibe sal dibhurin û dih roj
Derbasdibin dîse girtin berdewame û dîse ew nivîsa berê tenê nav tê Guhertin
û rojê xwe weha berdewam dikin û salê xwe dibhurênin ..lê Pirs eve kî dengê
we dike , kî li we guhdar dike ji ber tû bengih nehatine Avakirin li derveyî
welat û ti hêz jî nikarê bê ez berpirsiyarê gelê kurdim Ji ber her yek dibê
ez û ez… denge an renge wehaye rewiş dibhure , kanî Dengê şêrên demê, şêrên
bi tolikê ve girêdayî û sûnda ku dixwin li ber Bernameyên ku ji bona
çareser kirina pirsa kurdî li kû avê divexwe. kî Dengê we dike û heya kengî
bê dengî û çareserî bi parçebûnê parçîn Nabe û bê yekîtî welat rizgar nabe
.
11.01.2009
dildarismail@hotmail.com |