DÎROK DI MAFÊ XWE DE
NABIHÛRE
Binivîse boy xwendinê,
menivîs boy nivîsandinê :
derbarî xwestekên jiyana
rojane , .. di sazî û
dezgehên bingeha mirovan de
,.. pêwîste ku em li hin
xalên girîng ..ji tore û
wêjeya gellan xwedî derkevin
û pîkoliyên wircedar rave
bikin, ta ku mafparastina
perwerdeyên ronakbîrî , li
henkûfî pêvajoya pêşveçûneke
demane .. ji rojgarên bûrî
.. di hembêza dilê jiyanê re
derbaskin, ango emê şokirina
dijîtiya wêjeyî ..
ji ser nakokiyên bi ziyan ..dagerînin.
Lewra ..herçawa ku em tevde
dizanin ,.. qasî ku em
biwestin .. emê hevkêşeyî wê
westanê jî..rawestin,..na û
hêna emê vewesînê jî
vexwendî zêweya jî û temenê
bexteweriyê bikin, ..! hebe
..nebe..em pêre sûdmend jî
dibin, lê- gelo – ma heye û
dibe ku mirov bibêje :
ez hatime evê jiyana bê
rûberî ku hema tenê …ez
bixum û hew,..?
Ma em dijîn (jiyan dibin) da
em bixun..an em dixun da em
bijîn ?
Û ev yasaya pirsyarî hempayî
evê pêşinyara me ye, ku em
binivîsin boy
nivîsandinê..qewateke bê
kizwete.. lap(pir)qelse û
valaye,.. nexwa ez boy nav û
deng û rûmeta xwe
dinivîsînim û kiyê tu
mefayên xwe ji evê hewldana
xebata min wergire.. an jî
mîna min di ser guhê xwe re
bavêje (pavêje ) ..ew tevde
ji min re ne derdin ,tenê
derdê minî herî balkêş û bi
êş û azar ewe ku cîhan min
binase…ez Filankesê
Bêvankesim.. nivîskarê
çarnikarî cîhanîme.. û kî
sax be kî mirî be ..ji min
re çiye ?..
Lê - ev netenê şaşiye, belê
çewtî û keçiye jî .
Em bi qateke navnîşankirî re
têkiliyê dikin..ew qata çand
û rewşenbîriye.. hemû hêzên
gelêrî bi çirûskên ronahiya
hizr û sawir û ramanan..ji
herçi zav û tîreyan xwe
vehûnaye…ji arava salên
nivistî xwe bi heyvanê
dîrokê meyandiye…bi ardiwê
mêjûyê ji rejû û komirê xwe
dadaye û bayê ji ber
hêlekana keleka rêwiyên
qonaxdûr.. rivîneke gûr lê
daye..taku xwe li reh û
regezên civakî vepêçaye ,
dîsa ez dê vegerim û bibêjim
: menivîsin boy navên xwe ..berhemên
xwêdana salan … mekin
encamêd xwe û mebin diz boy
berjewendiyên nav û dengê
xwe … eger xwendevanê zarê
we tunebin , ..wan
çêkin..avabikin .. wan peyda
bikin …daku yên bi zarê we
zanebin hebin .
Jiyan berdewame û tu kes tê
de bê tiştek nabe tu tişt,…
Ga dimire çerm dimêne û
mirov dimire nav dimêne.
Mirov bi jiyanê ve
girêdayiye , çawa dîrok
efsanên lehengiyê û destanên
bi mêjer tomar dike…û ji
hevgaran re
dinasîne..tevayên pesind û
rewşên rûmetê jî dipesinîne
, lewra (çavên li deriyan
xwelî li seriyan ) de em
binivîsin boy xwendinê ..da
em mancî bikin :
erê em hatine jiyana rastiyê
bişopînin… bi dilsojî û
dilpakî emê bibine hevbeşê
evê cîhanê û avakirinê,seba
canên me di gewdên me de
biholisin û hêdan û
aramî..me binasin , ku em jî
hene û her û her… mîna
mêhvandaran ku li mêhvanan …em
jî li nivîsînên xwe miqatene.
Puxteya mijarê…danhev û keda
salan ji tûrikê jar û mestan
medize.. û meke bayik ..çiku
wê tomargeha dîrokê li te
mukurê û tê rût bimêne, de
ji ewê hênijandinê derkeve û
li xwe hay bibe..biponije û
li dawî li xwe vegere
.
9/6/2007
ARŞEK BARAVÎ