Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 

 

 

dildar ismail

 

  VEGER ROJÊ

 

 

Min dît ew bi çavên berê

Rengê rojê ji min dipirse

Û ji rojê dipirsim

Çi rengê şepal min dicivîne

Di vegerin rojên berê

Ew rojên nayên ji bîr kirin

Min pirsî ji herdo çavên şîn

Geşbû li min dilvîn

Are li dil vedibe kul

Şaxê dilvîna min digere

Min hişyar dike ji tevna tarî

Hêstirên dil dibarin

Herdo çav di axivin

Axivtinek dirêj

Dûbare dibe çîrok

Cara yekem hat

Bejna ziravî naz

Dêmen hemî awaz

Ji himbêza  delal

Giran bû li min can

Ji himbêza zelal

Dil dimîne perîşan

Sed car ar divemire

Pir roj dilvîn li min digere

Roj rojê divegerîn e

Raman û roj min windadike

Xapên şevîna her şev

Min di xapîn e roj

Evîn şêrîn û buhaye

Dil nelal dibe û ...

Dil ne kal dibe

Vegere li min rojê

17.03.2005

 

 

 

 

 
 
 

Webstats4U - Free web site statistics