 |
|
Dildar Ismail |
AMED
Ey ameda bi
nav û deng
Ger nemîne
tar û ceng
Paytexta hebûna min tiwî
Rêça saza
evînê her tiwî
Çira armenca
her bilind tiwî
Dijmin ji nav xwe bêne der
Bi xebat û kar û ber
Aştî daxwaz û hêviya tebî
Hey hawar û sed hawar
Yekîtî armenc û nîşana
tebî
Hey warê hêja û kevnar
Tû hêviya hemî kurdanî
Tû bûka gelê kurdistanî
Ey ameda bi şax û ber
Dijmin ji nav xwe bêne der
Bi yek destî
hildin jor
Ala sipî û zer... kesk û
sor
Dijmin dimîne
dijmin
Qet nabe dost
û birader
Barê giran û
pir giran
Ser milê te
êş û jan
Pêşeroj roja
teye
Dereng nemîne
roj dibhure
Serfirazî
daxwaza teye
Ey ameda tev
jin û mêr
Hemî egîdin
wekî şêr
Dildarê
jiyanek nûjen Dimînim
Wêneya amedê
zindî bibînim
Tû hêlîna
hemî kurdan
Paytexta xaka
kurdistan
12-01-1010
dildarismail@hotmail.com |