Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 
 
 
 
 

 

 

Dildar ismail

 

ÇIMA TENÊ

 

 

 

Çima tenê daiykên me hêstira dibarînin

Kul û derda dikşînin…..

Çima tenê zarokên me şepirze

Bê omîd û bê rêç……….

Çima tenê em dostaniyê dixwazin

Biratî û hevaltî

Çîma tenê em dikin qîr û hawar

Belengaz û birçî

Çima tenê em koçber dibin

Bê war û bê zar

Çima tenê em dimrin bê mirad

Mirinek arzan hemî tirs

Çima tenê em bi zor dijîn

Êş û elem

Çima tenê em li ber dîwaran dimînin

Sêwî û pêxwas

Çima tenê em qelen di deynin

Ar û xwîna sor

Çima tenê em di kavila de dijîn

Kavilên hêrivî bê binî

Çima tenê buhara me diçilmise

Xemgîn û rengîn

Çima tenê li me roj dibe

Dûman û leylan

Çima tenê li me azadî qedexeye

Her dem Sînor û kêl

Çima tenê pelên darên me

Diweşin û diçlmisin

Cima tenê deştên me

Zuha û bê nefel

Çima tenê li me şev tarî dibe

Bê ronî û bê çar

Çima tenê qelen para meye

Girtin û kuştin

Çima tenê gulên me diçilmisin

Girî û çavên melûl

Çima tenê em dixwazin Aştî

Jiyanek wekhevî

Çima tenê em bûyerên xwe

Winda û ji bîr dikin

Çima tenê em di xewna de dijîn

Xewnên bê dawî

Çima tenê em bê dengin

Rûpelek ji bîrkirî

Çima tenê em bê welatin

Parçe parçe

Çima tenê li me tê guhertin

Navê gund û mirov

Çima tenê li me qedexeye

Xwendin û kar

Çima tenê dimînin winda

Bê nav û zanav

Çima tenê ji me pirs û pirs

Bersiv her windaye

Çima tenê didin ser me pêlav

Li ber çava dibe xwinav

Çima tenê bê zar û perîşan

Kole bê jiyan

Çima tenê mirin ban dike

Hêvî li ser pêlên derya

Çima tenê li me jiyan bê bexte

Ji meye an roj ne wexte

Çima tenê bê çare dimînin

Hêvî ji qadê dipirse

Çima tenê Ala me nayê hildan

Kesk û sor  sipî û zer

Çima tenê em bê welatin

Gilî û gazin ji kê

Çima tenê kurd bin deste

Çil melyon çîrok

Çima tenê kurdistan bin deste

Çil meliyon helbeste

Çima û Çima

Ma çare qet nema

    09.05.2009

dildarismail@hotmail.com

 

 

 

 
 
 
 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics