Mûzîk  

Video

Wêne

Helbest

Rêziman

Navdar Navên kurdî Lîsk Çîrok Meselok Pêkenok Link

 

 
 

 

 

Dildar  Ismail

dildarismail@hotmail.com

 

 

PEYVA TAZÎ   25

 

Daxwiyanî …an… sersaxî……?

Berî sê roja li rojavayê kurdistan, mirîşka mala cîranê me ji kul û derd û xema çû ser dilovaniya xwe û em bi hêvîne hemî kes xwe amede bikin  da ku her yek ji aliyê xwe ve amede be , birastî mirîşka cîranê me gelek kar û xebat dikir û xwe gelek di westan ji bona welat parêziyê ji ber wê bi xwe rêça xweşka  xwe girtibû û welatparêziya wê berdewam dikir. xweşka mirîşkê gelek newal û koncal derbas dikirin û gelek pêxwas dima gelek çîrok û çîvanok beladikirin ,gelek golê çiravê û cokên sikaka dibhurandin . û mirîşkê diqet ji xweşka xwe bihtir dikir ,ne di tirsa xwedî behwerî bû hêvî dijwar bû û can fîda bû û xizmeta gundiya hemiya dikir û carna qamişlo û efrîn li hev dixist û carna jî kûbanê û amûdê jî tewaf dikir.birastî gotin ne tanî ser xwe û xwe kêmî hazira nedikir,bar hemî da bû ser milê xwe û qet ne di got ax û eyî, û ji bona wilo divê em tariyê bikin ronahî zivistanê bikin havîn û payîzê bikin buhar , newala bikin çiya şevê bikin roj dojehê bikin buhişt ,ax ji derdê mirîşka şîn hêka dikê îne în û ax ji derdê mirîşa reş hêka dikê şeşe şeş gava mirîşa me mir em tev ji ber bûne nexweş. Sersaxî….berdewame…..

26.02.2009

 

 

 

 
   
 

Webstats4U - Free web site statistics