CEJNA MAMOSŁE
Bªsı ß ľeľ” coıan” roja xweľya
jiyan”
Cejna mamosıey”d
Kurd (amozey”d)
B”jin §ªroz li
wan”
Em tev diĸin ľahiy” bo cejna
zanesıiy”
Bila herin ĸul ß derd
Da em biĸin dªlan”
Ciy” mamosıe heye ber”ze li ba
meye (amoz”)
æiqas zana ß comerd
Hebin ew yeĸ ji wan”
Nepen leheng” diyer ¿i zanay”
ı”koľer
Haıª ji mer bßye qird
Sanbola niľıªman”
Mijarek ji paxila dîrokê
Çiqasî em di xepirandina dîrokê de kûr dayên
ewqasî emê di kwîrkolên xew de bêdengiyê
vedengînin , her weha di vedengên jiyana
çandî û rewşenbîrî de arîşeyên pîtepêdayî di
gerdişên nofa heyinê de ..bê miqateyî şityar
û berz dibin.
Jiyana mirovî hema bi komahiya hemû
delîveyên demê re vîn û hezê dide ardiwê
ponijandinê,.. taku kêferata hay û hestan
vemale û hizir û raman xwe ji erkê radeya
çerxa demê binasin , ango melevanî bilîmetan
peyda dike ,zanyarî pîtol û hozanên şevên
tarî bi bizava komahiyê re dinasîne .....
Leşkerên nepen ji şanişînên tariyê .. di
dema raperîneke galdanan de dipejirin û nas
dibin .
Dem dema şehnaziyane , ev rol lehengên
ronakbîriyê li ber devê holê diyer dike ,
çirûskên ronahiya xebata Mîr Celadet Alî
Bedirxan - mamosteyê (A B C) û rêzimana
kurdî ,.. xwe bi renc û azaran re nûjen
dikin ,mîna tava hilabê .. çavên şevreşkî (
qarixî) ron dikin .... Mîr Celadet : ne ji
jiyaneke were û miftî hatiye , belê ew ji
hedan û arama dawerê kurdên jîndar û ne
nişkavî nûvar bûye , navdar naşê bê encam
nasyar bin , loma ronahiya karê ewî peyarê
pît rêya rêwiyên rêdûr çirisandiye û bûye
homanê deştekê ku koçber lê holisîne .
Hojînên sûdmend di malzaroka cîhanê de
hêwirîne ... girêbend û salnivistî bûne ,
taku zikê cîhanê vepizirî , ziyanan ew
veqelaşt , berhemên henkûfî xweşdemê çizirîn
û vepijiqîn û belav bûn .... cîhanê ber
avêjt ... û mîna komîta Celadet ya hokirina
zimanê kurdî jê pejirî .... evê komîta
gelêrî ... rewşenbîrî ... û serbixwe ...
soza ronahiya kesên mîna Mîr Celadet ji xwe
re kire erkekî pêwîst , ta ewê ronahiyê geş
bike û fermisk û rondikên keç û lawan bi (
ABC) ya kurdî vemirîne û bi rêzimana kurdî
lawaziyê û nezaniyê biqewirîne :
NAV
: Komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî
DAMEZRANDIN: 26/4/2006
DURIŞME
: zimanê me nasnameya meye
BERHEMÊN KOMÎTA CELADET
: ji 26/4/2006 ta 27/4/2007
1-
21 xulên seretayî kuta kir ... û hejmara
şagirtên ku bawernameyên serkeftinê
wergirtin gihîşte (147) nêr û (54) mê ....
2-
4 xulên serbestiyê pêk hatin , hejmara
şagirtan ( 35) nêr û ( 9) mê .
3-
Ji xulên serbestiyê ( 3) mamoste û ( 2)
amozê amede bûn.
4-
Civînên mehane ji rewşenbîran re berdewam
bûn .... û hevbeşiya çalakiyên rewşenbîrî ji
hêla endamên komîtê ve berdewamin .
5-
Rûpelên navên kurdî bi şirovekirin û tîpên A
B C ya kurdî ... mehane li gell belav dibin
.
6-
Endamên komîtê waneyên rêzimana kurdî di
rêya ( enternêtê) re di malper û koçkên
kurdî de boy kurdên koçber pêşkêş dikin ....
-
Çalakiyên komîtê bi hemî beşên karê netewî
re berdewamin.. lê îsal çiku pirr piroblem û
sedem hebûn.. ango komîta Celadet nikarîbû
bi karê ahenga roja mamosteyê kurd raba û
xelata salane ji mamosteyên kurd re gêrî
demeke dîtir kird.. lewra em lêbûrîn ji
gellê xwe dikin û roja mamoste lê pîroz
dikin.. û em evê bangewazê jî ji
berjewendperestan re dihinêrin: birîna li
hevala qula li kendala .. kîjan bijîşk
dikare ewê birînê bikewîne?
-
Agahî
: Komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî li
ber hemî kurdan li çarnikarên cîhanê her dem
dervekiriye.. li hêviya têkilî û
piştevaniyên weye .
Komîta Celadeı
ya hokirina ziman”
kurdª
26/4/2009