|
ÊDÎ BESE KAMBAXÎ
|
Arşek Baravî |
 |
Kesêd berêz… xwedanêd hêzên giran…
Ta evê rojê ..gazina min ji bobelat û
sosretan tune bû , çiku aştîxwaz ..dilsojin
û di neyaran jî dadiwertên , lê ji
îroj û pêve divê em dilopên xwîna evî dawerê
xweyî bextereş palêsin ,.
Di rakêşa hevrikiyên demane û rojane
de..rûxsarên taqîkirinê bi rijdî gêran bikin,
rengeya hin tiştên wenda .. ji evan
nimoneyên berçav .. ên ku roj bi roj şityar dibin ,
bi çarenûsê xwe ve biçespînin .. û eşkere
bikin ..da kîndarî di çirava xwe de vegevize , daku
dexs û çavreşî ji me dilsar bibin ,..êdî em hew dikarin di
ewan kurtegoriyên di berbanga xwe de bibuhûrin,..
Wê ta kengî xwestekên me tîman û mamikên
veşirtî bimînin..?
Ma em neçarê tolhildanane ..an neşê û nekarin
…?
Ma ta kengî sersaxî …?
Êdî bese guvaştin û bişavtin û heşavtin û …
kambaxî .
Hêjano ….
Hin rastiyê dikirin û hin jî
difiroşin
Li meyxana rastiyê em tenê meynenoşin
Peza lawazî şexel bê fedî em
didoşin
Karê me ê rojane gotinên
qereqoşin
Hezkirin ji bîr bûye em li kînê
bicoşin
Tevde ji hev dilreşin lê li rû
zimanxoşin
Ne rojek û ne rûkî jiyanê tenha têra temen
nakin …!!
Sînorin bi xwînê nîgar bûne û hin jî bi
ximavê …?
Birînên xakê kul bûne ……lê hilperikîne …!
Bêyî şwînî û bê şahî dikene û digirî
Wek evîndar li ser bayê nivîsî ..û jê birî
ARŞEK BARAVÎ
12 / 3 / 2008
|