|

08.12.2009
HINEK KURDÊ ME HENE
Hinek kurdê me hene
nezan û bê hodene
Bi kînê şerpezene
sofiyên Şêxê xwene
Jinêd wan kenîşene
lehengên jinê xwene
Bê sincî û wêjene
kelemên rêya mene
Bi tawan û lomene
ji wan werê zanene
Dûvikin hin kolene
altaxin ewarene
Dexsa wan a bi kene bi
nav jî tew konene
Li rû ew firîştene
lê marên
kevnarene
Oflaz, durû, çetene
ew kewên eşkerene
Şabaşkirên werene
em bi wan ne ewlene
Xemxurên gewendene
sermiyanên tûlene
Li kolanan sûtene
bi gotinan lewçene
Metirsin ew nijdene
kaxezin rengşêrene
Çavnetêrin xurene
şevreşkên dirindene
Çilekên şîrovene
kêsbazên demsalene
Xinizin, gilêşene
ji bo me hemîşene
Ji ber wan em tunene
havînên me çilene
Nûnerên bê perdene
piroseyên serene
Ji neyar melhezene
dûrî mene, xewlene
Lê em ne di xew dene
xelkên me tev zanene
Karane perwerdene
hejîne amadene
Berên daran mêwene bi
katin , tovhîmdene
Arşek Baravî
6/12/2009 |