|
21.11.2009
Nazlî Xelîl kelwaşê Hamid
Bedirxan di pirtûkeke
giranbuha de datîne ...!

Wergerandin : Arşek
Baravî
Rasteqîniya mirov ne di
tiştê ku ji mere re dide
xuyanî deye, lê di hêlên
jiyana wînî ku nizane bide
xuyanî deye, heger ku tu
bixwazî nas bikî ..li tiştên
ku ji te re gotiye guhdar
mek, lê li ên ku hîn
negotiye guhdariyê bik...!
Pêwendiyeke ji pêvî mezinan
li hev nacivîne,ewe têkiliya
di ser mirovahiyê re a ku
hevcivîn di navbera
helbesvanê koçbarkirî Hamid
Bedirxan û xanima bala Nazlî
Xelîl de çê kir, têkiliyeke
bi zanîna mirovahî
têgihîjtin û têhilatin nabe
, roleke wêyî girîng di bûna
Hamid Bedirxan ew
helbestvanê azirî de hebû,
ew mirovê nazikî ku lehiya
hestê mirovahiya bê sînor
bû,tê bêje qey Bedixan ne ji
tu netew û welat û olan bû,
çiku mirov ji xwe re kiribû
êl û hesareyê zemînê ji xwe
re kiribû welat, erê ê ku li
nik xanimeke bala bijî divê
ew di ser regez û reng û
welat û olan re be.. da ku
jê hînî hezkirina mirov û
hezkirina hesarê ku li ser
dijî bibe, belê helbestvanê
me di behreya xwe û hûnana
helbestê û hêza derbirînan
de xurt bû .. û di naverokên
avahiya helbesên xwe de
mezin bû, lê divê em li
jêderên sirûş û xêvzanîna wî
bipirsin ..ew Nazlî Xelîle
a ku can û lehiya hay û
hestan dayê .. tiştê ku
mirov nikare bide tu kesî .
Di bilindahiya wênî mirovî
de Bedirxan hînî hezkirina
reşik û sipî û rengînan bû
.. û helbesta xwe kire
rajeya hemû bindestan.. ji
perîşanên Asya û koleyên
Afrîqa û şoreşgerên mafxwaz
li hemû cîhanê re stira ,
hemû welatên gellan di
welatê xweyî kurd de didît,
sirûda azadiyê li ba wî a
hemû welat û gellan bû ..û
di mirovê xwe ê kurd de ew
kesê bindestî mafwendayî
belengaz didît, lewra
berevaniya hemû bindestan li
goga zemînê kird.
Ango em dikarin bibêjin ku
Bedirxan di despêka xwe de
têkoşerekî çepî şoreşger bû
.. çîteya kirîsteyeke
giranbuha bû, lê Nazlî bû a
ku ew çîte kire gewhereke
natê kirîn û firoştin , ew
şoreşger .. bû helbestvanekî
tijî hestê mirovînî zîrek..
û ristinên wî dîdevanin, em
çiqasî bibêjin .. tucarî em
nikarin mafê evê xanimê
derbarî rola ku ewê di
peydakirina helbestvanekî
mezin mîna Bedirxan de lîst
bidinê .
Bedirxan çû û dikira têketa
pêçeka jibîrkirinê de( ji
aliyê hezker û çêjyarêd
helbestên wî de .. û ên ku
navê wînî mezin di cîhna de
bikar anîn ku dûrî wêjeyê
bûn) .. , tevda ew ji bîr
kirin , tenê ew di
şevbuhêrkên ne boyî bîranînê
de dibîr tanîn daku di bin
siya navê wî re xwe navdar
bikin , di evê jibîrkirin û
bêmafiyê de ..ewê tenê jê re
dilsozî bêyî vên û
xwestekên veşirtî kir, ew
bawermenda wî kesê çûyî bû..
û ew bi karekî berdest û ji
gotinên sîmînaran mezintir
gumandara zindîkirina
bîranîna wî bû, çiku qelşên
dîwaran ewan gotinên
sîmînar û kolanên wêjeyê zû
dadiqurtînin.. û wê bîranîna
helbestvanekî ku ji wilo
mafdartire ji bîr bibe, boy
evan tevan Nazlî dest bi
karekî kir ku kesî ev hêvî
ne ji wê û ne ji wêjevan û
konevanên ku xwe di jiyana
wî de bi navê Bedirxan şayik
dikirin nedikir (ev wî
berbi dibistana xwe de
vedizilîne û ew wî berbi
şepola xweyî Îdolocîk ve
dikişîne), lê dema ku koçbar
bû tevda xwe kerr kirin .. û
ta bi ciyê ewî navê mezin jî
ne parastin, vaye Nazlî bi
evî karê xwe ê hêjayî ku
balaya giyanê wê dinasîne em
sersam kirin , giranbuhaya
helbestê .. û dilsoziya
hevaltiya temenekî di
navbera xwe û Bedirxan de da,
çaktirîn pirtuk li ser
Hamid Bedirxan bi tevaya
westanê wînî helbestî ve
pêşkêş kir , ev pirtûk ji
naverok û derhênan û çap û
bergekirina xwe de şakareke
bedewe, bi nirxa xweyî
wateyî û ramanî û kirîsteyî
pirbuhaye, pirtûkxana Erebî
û Kurdî dewlemend dike.
Bi gotineke dîtir jî : Nazlî
xanim zor westiyaye daku
kiriye ev karê mezin
ronahiyê bibîne û di nav
destên xwendevanan keve , ne
hêsane ku merev helbestên
helbestvanekî bide ser hev û
di pirtûkekê ji 900 rûpelî
de bi rêkxistin û hemaheng
bike.. û ne hêsane ku merev
karibe çap bike û miftî
(were) belav bike, çiku em
dizanin ku saziyên wêjeyî û
partîtî xwe ji ber giraniya
erkekî bi evî
qewareyî(tibabî) didine alî
û direvin, ev erkê ku Nazlî
bi tena xwe hilgirt û peyama
xweyî mirovahiyê bi hejîtî
pêk anî.. û ji bilî spasiyê
pêve em nikarin tu
nirxandinê bidine evê mirova
bala çiku em çiqasî
guftugoyê bikin têra mafê wê
nake, lê em dixwazin evê
qenciyê bi lêvegerandina hin
kurmên wêjeyênî pîr û sere
.. lê vegerînin , ew kurmên
ku ji bilî navên xwe
hilnagirin ji ên ku guh
nedan kêmkirina nirx û
giringiya karê Nazlî xanim
.. û hewildana ji dexsê bi
navzirandina wê kirin.
Em ji wan re dibêjin:
birêzno werin bi karekî bala
mîna ê wê rabin ..
helbestevanekî an
nivîskarekî an hunermendekî
koçbarbûyî ku li henkûfî
rêzdariyê be zindî bikin ..
û emê jî we çi hildanê
hildin..! çi paya weyî
wêjeyî û akadîmî biçûk be
an navîncî be jî..,!
Ji mere ne girînge bê Nazlî
xanim kiye.. xanima civakê
be an têkildara helbestê be
an..., a ji me re girîng
ewe ku wê karekî xanedanî
kiriye ..ji hinavê wêjeyêye
û ji nerêtên (tîtalên)
xanedanên ku mezinên xwe bi
xwe girtin û karên wan herma
kirine, hindî Nazlî ev wate
tevde naskirin.. dêmekî ew
gelekî ji bazirganên gotinê
balatire, tevlî ku bi rastî
jî berya ku pirtûka wê
bigihêje me me pê ne
bihîstibû.. lewra me tişt bi
dest nine ji bilî ku em
şefqên xwe ji rêzdariya wê
re hildin.
Daryos Darî - Zagros Osman
Wergerandina ji zimanê Erebî
: Arşek Baravî
19/11/2009 Amûdê |