|

JIYAN SÎBEREKE GEROKE
16.12.2009
Jiyan sîbereke geroke , li
geştê digere, di ber her
deriyî re derbas dibe .. û
li pirr deriyan dide, hin
vedibin û hinin jê jî
venabin.. û hinek ji
nişteciyên ewan malên ku
derî venakin .. di pacan re
li jiyanê dinêrin , pê
dikenin..., lê xwe bi rûbarî
wê naxin.. çiku ew ne ên
şabaşêne ...
Lê mirovin hene hezkerên
jiyanêne da ku mebestên xwe
bi teşiya wê dirêsin,
xwestekên xwenî birçî ji
kurtêlên parsekên biyaniyê
têr dikin .. û ji muwên nav
xwêdana bin çengên
belengeazan werîsê têkoşîna
xweyî bêbayik .. li sê
hevdeyan dihûnin , hevdeyek
ji diziyê û yek ji tep û rîp
û xapikan .. û hevdê sêyem
ji dexs û kîn û derew û
tawanbariyêye ,(ên weha bila
nemînin .. çêtire) .. ew
gunehkarên paşketinêne,
jiyan li wan bi quzelqurt be
jî .. dadiqurtînin.
Evêd weha bêrûmet sawêran
diçivînin ser hev û ji
çewtiyê re diçimînin .
Bavpîrên kurdan ji berê de
gotine : - dûrî xwendevanan
- sakûlê vî heyamî(zemanî)
palên xwe didine nazbalîfan
û dibêjin .. ji bav û kalêd
xwe de em axane .
Ev jî evin , axayêd bê hoz û
obene , lê nabe ku tu kes
bêyî rêdana wan tu karî bike
, çiku ew xwediyên her
tiştîne , xwe dirêjî
serkêşiya hemû rade û
raweyan dikin .. cîhan
pêmaya wane û bi palenerê
berevaniya berjewendiyên
navdariya xwe engîzin , eger
bi dest wan nekeve , ewê..
me tawanbar û sûcdar û
gunehkar bikin, çiku ew tenê
mafnas û mafxwazin .. loma
mafdarin jî ku ew
axêverên(berdevkên) menî
fermî bin... çiku ew
serkêşin û mafê rewayî li
gor zagonan di dest wan deye...
sirûş û velorînkên wan
asîmanîne ... !!!
Ji wan de ketê ... bila xwe
bigirin ..., hûn guh medin
wan ,ew bi destê xwe tînin
serê xwe , ku bi agir bin
xwe hilm û pifekê li ber
sura bayê rasteqîniyê
nagirin , çiku gizrene zû
vedimirin .., mexabin !!!
Hinek xeman direvînin û
derûnê vediwesînin, hin jî
xeman dicivînin û mirovan
dilincînin ... ji xwe pê ve
tu kesî nabînin, xwe tenê
zana dibînin , çiku oflazin,
li nik wana kîn .. kîne,
zana û ronakbîrên dîtir kîne
???
Çima na !!!
Ez jî heme ,li mîrnişînan
mîrim, li biyabanên dûr bi
mîrgehim .. şêrim .. , lê
gelo ma di kêferata hebûnê
de û di cewşena çewisandina
çarenûsê xwenasiyê de jî ez
bi kêrim ...!!??
Pêdivêye ku mirov li xwe
vegere .., ku zanibe bê wê
bersiva peyva wî çi be ; ewê
bi salan wê peyvê di qirrika
xwe de rawestîne û jê re
mijûl bibe ..., erê.. ê ne
li şeran be şêre ..!
Ez li karûbarê evê cîhanê
sêrik û mat dimînim, hemû
candar temenê xwe di
westandina rengareng de bi
dawî dikin .. da ku pariyê
xweş ji dev re peyda bikin ,
lê ku hewldana dilopekê ji
ewê westanê bikine para
gotina xweş ji ewî devî re
.. tu car û tu car poşmaniyê
nabînin...
Hinek ji mirovan kedîne û
hin jî kovîne.. dirrin,
mirovin hene bikêrhatîne,
kêmasiyan çaksaz dikin , hin
jî hene kîndarin..
dexsebazin, di paca xwe re
li cîhanê dinêrin û êrîş
dikin, ango xweşiya kar li
paş dixin û bêyî ku sûdê bi
tu tiştî gihînin .. xwe
navdar dibînin , kêsbazin ..
bi girrin , ziyandarên vêna
jiyanêne, çiku qenc li xwe
danaynin ku guh bidine
xiraban(bi a wan nakin) , lê
ên ku dijberiya qenciyê
dikin .. ew .. xirabin !.
Ji xwe derkevin û ezê bikne
em-ew .. hûnê zanibin ka kî
sûcdare.., ta ku hûn xwe
tenê bibînin ... hûn ji xwe
û pê ve (ji bilî xwe) nas
nakin.
Zana ji zanan bi wereze..,
nezan ji nezanam bi dexse..
û parsek jî bi parsekan re
li hev nake.. , ka çima
hezkirin weha bextereşe...!!??
Bersiv : ne derde .. ez bi
we dizanim , hûn di bin
çanda rût û bêbextan de têz
bûne.. hûn xweperestin , hûn
perwerdeyeke ne ji zihrî û
kizwat û nerêtiyên xwe
dişopînin , hûn xwe di
welatê xwe de revend û eware
dibînin , hûn rêwînî bê
oxirin .. lewra em li we
nagirim , çiku ewan
çilapekên ku di derza derya
me re dane der .. hûn
naşên(nikarin) zuha bikin û
bimiçiqînin, .. ev derya
rastiyêye û ew derza wê jî
hûn sedemin ...
Pîtoliya zanyariya derûnî..
di aloziya karê kirinê de
dinasîne ku pênc hestekarên
diyer hene : - dîtin û
nêrîna çav - pêjn û
bihîztina guh - bêhn û hilma
poz - mize û çêja dev -
berkeftin û pelandina dest û
çerm ..., lê emê di evê rêyê
re li ser endamin gewde
rawestin :
Çav, dibîne û dinêre(mêze
dike) .. û digirî .. û ..
h.. w..d..
Poz(bêvil), hilm û bêhnê
dike .. û alîkarê
henasedanêye .. û lîçikê (lîkê)
jî derdixîne... û ...
h...d..
Guh(gwêçke), tenê deng û
pêjnê dibihîze...
Dev(dem), henasê dide û
distîne, dixwe û vedixwe.. û
bi mize û çêjê hay dibe,
dikene, taxive (daxive =
diaxive) .. û..h..w..
Çerm (pîst-kevl), bi hemû
endaman re alîkarê haydariya
pelandinêye...
Em pirr fireh nakin çiku ev
mijareke kûr û dirêje , lê
mebesta me jê eve :
Gelo ka çi dadweriya
yeksaneyî di parvekirin û
dabeşkirina erkên evan
endaman de heye ..?
Hin jê pirr diwestin û hin
jî kêmwestanin , aya her
endamekî erkê xwe li gor
pêdawîstî û karîna xwe
wergirtiye..?
Ka kî sedeme ..?
Bersivêt evan pirsan ji me
têtin xwestin.. , ku sûcdar
be mejiye.. û ku dadgêrê
mafdar be jî mejiye..., çiku
ewe xwediyê biryara
dabeşkirina karmendiyan.. û
ew birêvebirê ewî gewdê
şayiste .
Arşek Baravî
16 / 12 / 2009
E.mail ..
arshekbaravi@gmail.com
|