|
 |
|
ArŞevin Mikail |
|
Ji asoyê
tunî yan awayî li ba
nigarkêşên kurdan dem bi
dem her wuha ew jî weke
devedorê û ne kêmî
devdora xwe maye, û wisa
bêtirn ji gelekan di
hunerén di cuhané de di ber
xwe dide û xwe rêzgar
dike, ji qonaxê fikrên
reş bi wan rengan xwe
dixemiland, bi cudaya
rengan, bi dîmenên
keskesorê li ber xwe
dida, ji wê qonaxê ta bi
vê qonaxê rabûn û
şiyarbûn, bi hêzên
rastîyê û bê sucî dinav
tevnên mirinêda dihat
xemilandin, tev toz û êş
û tev qirêj ta bedewbûna
canikekê yan zeriyekê,
yan hêsirên zarokên
sêwiyan, ew hêsirên bi
têrbûna zeyta rengan
gelek hunarmendên kurdan
hêsirên wan zarokên
kurdan yên perîşan û
bindest li ber çavên wan
dibû wek zeyta rengan,
bi wê zeytê alîkariya
rengên xwe dikir, bi
hêsir û ken bi perîkan
li hev dida, û pê
dîmenên rastîyê
diafirand, ji qonaxekê
ta qonaxeke nûjen, û
wisa ketne deryake mezin
û fire, di jiyaneke bi
xwezayetî û di bin
ezmanekî reş û tarî ne
zelal, ta ji wan rengên
kurdî dihat gotin bi
rengên gerim û sincirîn,
di ket ramanên gelek
hunermendên bin dest,
her wisa simfonîya hebûn
û nebûnê jê dihat
sazkirin, hin ji
hunarmendên din, ji
hêviyên perkên wan yên
sivik bi wan rengan yên
têr wateyên herî giran
ji bo doza xwe bi
perwerî rengên xwe bi
xizmet û alikar bû ji bo
doza xwe, hin ji kurdên
dinê ji alî teknîk û
semenên huner jêhatîbûn,
bersiv jêhatîbûn nebes
wê bi perîkên rengan be,
pêwiste ramanên kokî ta
perkên xwe yên netewî
eşkere bikin, ta bibe
alîkar ji bo pêşveçûna
doza xwe ya netewî, wan
hunermenda xwe eşkere
kirin di nav sistem û
civaka beyanîyê de, ê ko
berî bibe alîkar ji wan
hunermendên kurd re,
birastî wan sistema
bercewendiyên xwe yên
siyasî ji wan distend,
lê hin ji kurdan
pîvaneke mezin ji wan
hunermendên ko xizmet
nedikirin ji kurdanre ji
wan re di girtin, û ji
alîyekî dinê hunarmendên
kurd yên bi ûcdan pir
jêhatîbûn ji bo doza xwe,
hin ji kurdan li ser wan
bê dengî xwe çend
dikirin, gelek caran
hunermendên windakirî,
gelek caran ji bo
pêşengên wan ew li
zindana li darxistinin,
lê mixabin gelek
nigarkêşên kurdan, dinav
civaka kurdan her wisa
ji bo pirsgirêka kurdan
doza mafên miletên xwe
bi êfade tabloyên xwe li
dar dixistin, wêneyên
xwe bi eşkere dikirin tev
lêdan û bi girtinê û
wisa man bê deng.
Ji hêla hin xwedî
pirsyar û xwedî biryar,
ya nigarkêşên ko perikên
wan û rengên wan her dem
dihat ricifandin ta roja
îro ji bo naverokek
kurdî bi eşkerekirin yan
ji bo pirsa kurdî, her
wisa pêşengên wan di
navenda ,,ALŞEBIBE U
ALBEHIS ,, dihat
raxistin, û wêneyên
kurdên bi ûcdan bi lêdan
û li ser dîwarên zindana
dihat bîranîn û raxistin
û ji ber pêvajoya
kontirola şofiniya dihat
veşartin, dîsa ew qata
berpirsiyar û xwedî
biryar wan hunermendên
tirsonek bi pivaneke
mezin wan didîtin û
hunermendên bi hêz û bi
saw wan bê nav û bê heyf
dikirin, pirsa me eve ka
pîvana rastiyê û ka
asoyê hunerîyê, yên
şêwekarîyê, li ba qata
biryar û berpirsyar ta
gelek rewşenbîrên kurdan,
ji ber wê sedema nerîna
kor û bê heyf civaka
kurdan gavên xwe ji bo
huneriyê wek meşa kîso û
reqa gavên xwe bi
derengî civak hîn dibe,
ji ber wisa pîvan û
ûcdan çima nakeve bin
çavên rastîyê...?
1-fêrbûna kurdan ta roja
îro, ji bo hin ji beşên
huneriyê hîn qelse.
2-peydabûna dibistanên
hunerî hîn qedexeye.
3-dûrbûna civaka kurdan
ji bo hunerên şêwekarîyê
û hin jı hunerên din,
gelkî civak dûre.
4-xwendina hunerên
nîgarkêşiyê ji hêla
pirtûkên kurdî, ew
nehatiye çapkirin yan
amedekirin.
5-rexnevanên kurdan ji
bo rexin û ramanên
nîgarkêşiyê çênebûnin.
6-pêşengên kurdan li
welat ù bitaybetî li
welatên biyaniyê kurd lê
amade nabin û kêm lê
temaşe di kin.
7-bindestiya miletên
perçekirî civaka kurdan
ji huner bi dûrtir
xistiye û li dû pêwista
nan û avê ketinin.
8-disa dimine beşè huner
yè şèwekariyè li ba
kurdan li du beşè tev
aya hunerin di cihanè
de kurd xwe pè mijol
nakin
ArŞevın Mıkaıl 01/05/2006