|
 |
|
Arşek Baravî |
KOMÇETEYÊN ÇANDA KURDÎ
01.02.2010
Sedemên paşketina çand û wêjeya kurdî pirrin , sincî û reftarên
toreyî ji ber wan azirîne, çiku avruwa zimanê kurdî a evra .. bi
arava pîlanên neyaran hatiye şuştin .. û jana êşêd birînên evê
wêjeya birîndar bi girrav û desşo û çirava kîn û dexsê .. bi
destê sîxor û altaxan hatiye dermankirin, lewra birînên ziman lê
hilperikîne ,mîna nîçîra di nav lepên goştexur û direndeyan de
kêferat û berxwedana jiyanê dike ,vedenga qîrr û feryada vî
zimanî .. dîwarê tariyê diderizîne , valahiya asîmanan diqelêşe,
guhê dilê bihîstok dilerizîne .. û nameya hawarê ji me re
dihinêre , gaziya xwe bi gellê xwe digihêjîne .. (gilî û gazinên
xwe bi xak û axa xwe dike) .
Ji evan sedemên ku di evê dema berovacî de bûne arîşe û alozî ..
û rêyan li ber pêşketina kar û xebata wêjeyî digirin , evin ew
komçetene.., xwedanêd navdariya bêyî bayikê wêjeyîne ..
Her weke ku kesêd rêbirr , keleş , eşqiya û çete , bi karên
xwenî ziyandar nas bûne, her weha di nav çanda kurdî de jî peyda
bûne û roj bi roj pitir dibin, ziyanan digihêjînin zîrek û
çalakvan û bawermendên hişmendiyê , pirên arîşeyan li pêşiya
gerdîş û pêngavên delîveyên pêşketina hebûn û peydakirinê ..
dadimezrînin, daku pêşketinê li paş xînin û zanestiyê
biqewrînin(qewtînin) û çerxa çewtiyêyî xwarî mirî .. vejîn bikin
û rast bigerînin...
Her kesekî ku rahişte pênûseke xweşik .. ew bû nivîskar , bila
dernexûm jî rahêjê .. tu kes nikare jê re bibêje na ... çiku ew
hêzdare,sawa tûrikê bi pî ve daliqandî jî heye.., an partiyek li
pişta wê/wiye, an jî olek , êlek , an jî birreke zugurt û sûte û
tûle dane pê ..jê re bûne mirîd û kole , çima na bûne hêzek .. ,
dadwerî jî nîne ku wan tawanbar bike ..!!!
Erê ew nezanin , lê çend nivîskarên wan xwedêgiravî hene .., ji
xwe re hindek bayik ji çewtiya demê dizîne(an ji berhemên dûr û
wenda , an jî ji wêjeya zimanên biyan) , lê bobelata mezin ewe
ku her yekî ji ewan komikan jî rahiştiye pênûsekê.., jixwe wê ji
akarên xweyî kolanan û perwerdeya şeqaman(zikakan) binivîsin ,
da ku bi hemû cure û rengên hawe û şêweyên xwenî bêyî rêzdarî ..
êrîşa xwe bibine ser karekî pîroz û ji hinavan de bilincînin,
weha karê rast dibişêvin û ji rastiyê dadiwerêvin .. , gemara
lawaziyê lê dipêçin ... da rasteqîniyê bi awayekî hêsan û bi
asteke asayî ji jana şahnazî û paya xwe re vediparimînin .. û li
gor berjewendiyên xwe vedizelînin.. eve etav .. eve mergesata
resen .. eve..!.
Heyhêzî(dilpîsî) herdem bermaya(pêmaya) lawaziyeke sincî û
xizaniyeke nihadiye, ji kesê dilpîs werê(weyê) ku ew hez dike ,
lê belê.. tiştê ku ew dike .. tenê ew li asayişa(ewlekariya)
xweyî derûnî .. a taybet digere...
Mîna rojgarên kevnar , dem bûye dema komçeteyên jiyanê , ev
komik li talanê koma dîtir dide, her weha nijdevaniye ..
talankirine... cerdevaniye , ên xurt qelsan dixun .. jiyana
dahlêye(daristanêye)....hey wax ... mixabin..., ma ne şerme ku
li çar hawîr me dijminin û em jî dijminên hevin..!!!???
Nexasma ev êşa ku hin kurdên başûrê biçûk pê ketine , xwe di
her warî de ji her kesî mezintir dibînin , xwe ji hev jî
mezintir dibînin , dînbûna meznahiyê li wan bûye nexweşiyeke
derûnî.. da xwe ji xwe jî mezintir dibînin .
Girr û kînên wan berdewamin, tu kes ji wan kesekî hempayê xwe
nabîne, her komçeteyek dixwaze komçeteya dîtir di kwîrkol û
kunçalan de werke , navdar li nûvaran digerin da ku wan
vemirînin û nûvar jî xwe li bin guhê navdaran didin da ku bi wan
re navdar bibin .. an jî wan bi xwe re daxînin, bajarî û gundî
jî li hev digerin , nivîskarêd zimanên dîtir û ên zimanê kurdî
jî hevûdu talan dikin... û di her beşekî de jî xwe bi xwe hev
tawanbar dikin, hev digevizînin , toza salan bi hev rêş dikin û
dîsa radibin xwe dadiweşînin , cewşene cenge .. , awaza fortan
buhara welêt bizdandiye .. û xwendevan ji xwendina berhemeke nûh
an jî ji amadebûna sîmînar û şevbuhêrk û civînan çavşikenandî
kiriye , tew dudiliya kesên dûrî vê cewşenê .. hew dizane .. kî
erêye û kî naye û ... h ..w ..d.. lê dawî dûdirêje , poşmanî li
me poşmane û em bi ser temenê jiyanê de vedirşin .. gazina me jî
ji bêdadiya mezdaye ne ji yazdane.
Raweyeke pêknehatî (ne tekûz) tu caran rêdana karekî pêkhatî (tekûz)
nake , çiku ewê rewrewkî be , mîna leylanê be .. û pêkenek be ,
ango bi êrîş û tawanbariyan mirov bi ser nakeve..., comerdî
dewlemendiye, lê kesek nikare ji bilî arzî û samanên xwe tu
tiştî bide( kes nikare bêhtirîn ji tistê li ba xwe pêve bide).
Dema ku handerê mirovî.. biryaran ji guvişka mejiyê mirov
distîne, wî dajo(diajo) ser dîtina xweşiyê , lê sinciyê
perwerdeya wî ê ku ji jînwarê wî hatiye .. wî ji ser xweşiya
nelirê vedigerîne, di jînwarê rewşenbîrên kurd de jî rewiştên
perwerdeyî hene.. , de kanî bera hander û palinerên wan jî ..
wan ji ser paye û navdariya nelirê vegerînin .. ma gawiristanî
rabûye... an pîlanên dijminan ji me mezintirin ...!!!???
Kesê ku ji desalet û raseriyê hez dike , ew bi xwe lawaze,
serkêşiya wî êrîşeke parastinêye.., ew êrîşê ji xwe re dike
rêbaz .. ji ber tirsa ku êrîşî wî bibe(êrîş were ser wî) .. û
riswa bibe, dêmekî desalet û raserî ji lawazan re
qereboyin(cîgirin) seretene.., ango riswakirina xelkê.. sawîrên
balahî û hêzdariyê bi dest wan dixîne (ji wan re peyda dike) ,
tevlî ew bi xwe hay dibin .. ku bêyî mezaxtina(bikaranîna) hêza
zîrekiya ku ew jê re neçarin.., karek pêk anîne.. !
Balo dijxwazî vacî hêzdariyêye,heger pêdivê be ku hevrikî vên û
deyax be.. dêmek wê hiştir(qantir) ên herî vêndar û bi deyax
bin.
Pêdivêye ku mirov ji wîtiyê(pêhaynebûnê) derkeve û hewildana
kedîkirina handerên ezîtiya xweyî civakî bike.. da ku perwerdeya
xwe di reftarên cîwarê(jînwarê) xwe re bide nasîn, li wê hindê
ewê ezîtiya xwe a herî bilindî ku ji ezîtî û wîtiya li ber
zêrevaniya perwerdeyî pêk hatiye.. pêk werîne .
Di dilê min de birînin vebûne ,weke lêvin qalind ku li wan xuyan
dibe …taya mirinê .. û her birînek jî .. kûrtirin ji ewan
robar(çem) û nwalên te…, ji ber ku (çiku) evana birînên doza
tene …hey welat......
Arşek Baravî
Amûdê - 31 - 1 - 2010
arshekbaravi@gmail.com |