
Em komîta Celadet ya hokirina zimanê krdî
lêbûrînê ji malperên kurdî û hemû
xwendevanan daxwaz dikin û em di rêkefta û
dema berhemên komîtê de şaş bûne , rêkefta
demê eve:
BERHEMÊN KOMÎTA CELADET
: ji 26/4/2008 ta 26/4/2009
1-
21 xulên seretayî kuta kir
... û hejmara şagirtên ku bawernameyên
serkeftinê wergirtin gihîşte (147) nêr û
(54) mê ....
2-
4 xulên serbestiyê pêk hatin
, hejmara şagirtan ( 35) nêr û ( 9) mê .
3-
Ji xulên serbestiyê ( 3)
mamoste û ( 2) amozê amede bûn.
4-
Civînên mehane ji rewşenbîran
re berdewam bûn .... û hevbeşiya çalakiyên
rewşenbîrî ji hêla endamên komîtê ve
berdewamin .
5-
Rûpelên navên kurdî bi
şirovekirin û tîpên A B C ya kurdî ...
mehane li gell belav dibin .
6-
Endamên komîtê waneyên
rêzimana kurdî di rêya ( enternêtê) re di
malper û koçkên kurdî de boy kurdên koçber
pêşkêş dikin ....
-
Çalakiyên komîtê bi hemî
beşên karê netewî re berdewamin.. lê îsal
çiku pirr piroblem û sedem hebûn.. ango
komîta Celadet nikarîbû bi karê ahenga roja
mamosteyê kurd raba û xelata salane ji
mamosteyên kurd re gêrî demeke dîtir kird..
lewra em lêbûrîn ji gellê xwe dikin û roja
mamoste lê pîroz dikin.. û em evê bangewazê
jî ji berjewendperestan re dihinêrin: birîna
li hevala qula li kendala .. kîjan bijîşk
dikare ewê birînê bikewîne?
-
Agahî
: Komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî li
ber hemî kurdan li çarnikarên cîhanê her dem
dervekiriye.. li hêviya têkilî û
piştevaniyên weye .
Komîta Celadeı
ya hokirina ziman”
kurdª
26/4/2009