Bangek ji bo nivîskar û helbestvanên kurd.
Firsetek e hûn ji destê xwe bernedin, îro heye û sibe nîne.
Aramê Tîgran mir, heçê ku ji zûde nenîvisandine, bela li ser wî
binîvisînin.
- Kesên ku li yekî mirî digerin da ku qedrê wî bigrin, bela li ser Aram
binîvisînin!
- Kesên ku dixwazin yekî bikin mamosteyê strana kurdî bê ku kesekî din
li dijî wana derkeve, bela li ser Aram binîvisînin!
- Kesên ku dixwazin li ser biratiya gelê kurdî û Ermenî binîvisînin bela
li ser Aram binîvisînin!
- Kesên ku dixwazin li ser awazên bi rihê xwe kurdî, lê ji kaniyek
biyanî derdikevin binîvisînin bela li ser Aram binîvisînin!
- Kesên ku dixwazin li ser yekî ku bû hesret di dilê wî de ku bibîne
miletê kurd zimanê kurdî zelal diaxive, û ew bi xwe jî ne kurd be, bela
li ser Aram binvîse!
- Kesê ku dixwaze bêje ku ol di nava kurdên resen de ne bû sedema tu
pirsgirêkan, bela li ser tecrûba Aram binvîse!
- Kesê ku bixwaze li ser sêwiyê bin destê sêwiyan binvîse, bela li ser
Aram binvîse!

Erê gelî bira, heya Aram sax bû, çend kesan ji me dilê wî bi gotinekê
xweş kir?
Çend kesan (bê ku sedemên siyasî bi dûde hebin) jêre gotin, cihê
serbilindayê ye xwedî lê derketina te li ziman û çanda kurdî?
Çend kesan ji me hewil da ku em li ser stran û mûzîka wî binîvisînin?
Çend kesan ji me hewil da ku carekê jêre namak spasiyê li ser navê sazî,
an jî dezgehekê bişîne?
Em ji miriyan pir hez dikin û qenciya wana jibîr nakin, lê em ji
zindiyan qet heznakin û qenciya wana nayê ber çavên me.
Nizanim bê kî bû ew ê gotibû: gulekê di saxiya min de bide destê min,
baştire ji gurzek gul ku tu deyne ser gora min. Lê baş gotiye.
Çand kesan ji me gulek da destê Aramê Tîgran?

Ew kesên ku min behsa wana kir gelekî kêm in, lê kesên ku wê anha mîna
min mirina aram ji xwe re bikin fisetek pir in.
Hinek hevalan helbestê xwe li ser wî hazir kiribûn, hîna di nexweşxanê
de bû û li hêviya mirina wî bûn da ku belav bikin.
Hinek hevalan helbestin sersaxiyê bê nav hazir kirine û li hêviya ku yek
bimire da ku navê wî têxin helbesta ku berê hazirkirî.
Rehma xwedê li te be mamoste Aram...
Em gelekî ji te hez dikin..
û bi taybet piştî ku tu mir..

êdî hezkirina te nema li me dibe bargiranî û kesek nema dibêje madî hûn
jê hez dikin ka şevekê an jî alîkarîkê jêre çêkin.
Anha hezkirina te tenê bi gotin, helbest û quncikan tê dagirtin û ew jî
gelekî rehet e.
Bera serê malabata te sax be û bera serê me hemûyan sax be.
08.08.2009