 |
|
Tengezar Marini
|
Strana bîranîneke winda
Heyvek, asîmanek
û deryayeke reş
hertişt reş
tenê ji ber ku şev e.
Xewin, hîn tawanên din hene, bi ser min de bavêjî
wisa tehlî, na neke.
Baştir ji wilo nizanim
Bêpêjin, ji te hez bikim
ji laşê min cîhan
biçûk
ket.
Miriyekî li çu
cihî neqeydkirî me
bênasnav
hijmareke zêde ji bajarekî
stûnek di avakirina welatan de
Ba ye, awazê dema
min
ewr li derdora
min, ez winda
li nav zimanan digerim
çendî xwe tarî dike
melodiya baranê
hûr hûr dinale,
ronî ye di sinorê
miriyan de
Spî, min dîwarê xwe
xwendin.
hemerengiya şevan im
li mehserên tarî siwar im.
li şûnên cuda dergehan diqutim
Gerdûnek e dûr,
pirr dûr,
di baraneke sor dûr de xwe
radaye
katmjêr hêdî hêdî lêdide,
bi ser çiyayên te de dikevim
binere, odeya
di navbera erd û azmên de nîn e.
her kopleke te digot, ronî dida.
te daristan nedîtine, ba serdarê pêlên bêdengiyê ye.
Stran kurt e,
sîbera çiyayên xemgîn û serbilind,
dengekî hêmin, giyanekî bilind
ka ew heval
yên şûna lingê min li baxan dişopand.
Li wir
ba zîqezîq ji zinaran tanî
bi rê diketim
axînok zuha
roj di rekehê de
pîrepend bêpêjin, awazên zemherîrê vedihûne
spêdeyê dibînim çawa bilbilê min di tozê de xewr dibe.
Peyv e
Min berê kesekî bi zorê nedaye roniyê
peyv e, serî li te digerênî
Li wir
Te dibînim, gerdûneke kal î,
ne difirî,
ne nêçîrê dikî.
min dihejîne, diçe
bêhingavtin diçe dûûrrr
ji bext
pê li min dixe
agirrrrrrrrrrrr.