ابراج

 

العاب

 

صور

 

مسلسلات

 

افلام

 

فيديو

 

اغاني

 

الرئيسية

 

 

Nivîskar 

Arşek Baravî

DEREW
-----------------------------------------------

Ehmedê Huseynî

Rono 2002
-----------------------------------------------

Kamran Simo

Ewqasî li benda te mam
-------------------------------------------------

Zagros Osman

KU EZ JI KURDÊ SURIYÊ BÛMA
-------------------------------------------------

Dildar Ismaîl

PEYVA TAZΠ  30
-------------------------------------------------

Gulnar Elî

Keval
-----------------------------------------------

Beşîr Mele

Ha ho
-----------------------------------------------

Pêşeroj Cewherî

 kongira şermola
-----------------------------------------------

 ArŞevin Mikail

Kevalek mendehoşî bi porè ermoşî
-----------------------------------------------

Fuad Sîipan

TIRAJEDÎ Û ÇEWTÎ BERDEWAME
-----------------------------------------------

Kawa Şêxê

Wa dîsa bû şev!!
-----------------------------------------------
 

 

 
   

 

 

Melê welat çî

 

Daner:pêşeroj cewherî

27.02.2010

Gundê me gelekî xweş û rinde navê gundê me rojava ye hemî derdor û sînorên me xweziya xwe bi me tînin ji hemi hêlan têkiliyên civakî û mirovatî gelekî xurtin di navbera şênî xweciyên gunde çi kêşe beyda nabin û eger peyda bibin jî bi şêweyekî lezgîn çareser dibin û bi vî awayî nav û dengekî mezin vedaye rojekê ji rojan gava mirovek ji gund derdiket û bi geştekê diçû riyeke dûr dem berî demê di xwest vegere mala xwe divê jîngeha xweşde çîneke mezin ji xwendevan û rewşenbîra di jiyana gunde binijî rewşa gundê me serobin bû çimkî mele hest bi yekê kir ku stêra wî roj bi roj melûl dibe di asîmanê gunde .

Mele çi şêwaz û xapên bi qirêj nema û nekir ji bekotiyê û ta sîxuriyê bigir û ta bighêje bêbexti û tometên tometên riswa ev hemî yek dikir li pênava rê bigre li ber pêşveçûna jiyanê da ko dem û dewran ji dest wî dernekevin çimkî raweşkarê giştî ji gunde re berê melê bû bi vî awayî melê me dest bi bekotiyê kir di navbera şênî û xweciyên gunde di encama vî kare bi qirêj de dû caran şder qewimî di gundê me de ji ber vê yekê gundiyan navê wî kirin meke beko lewra xelkê him bi him xwe jê parastin û dûrî wî diketin mele û malbata xwe naskirin ku xelk xwe ji wan vedigirin û navê wan kirine mala mele beko bi rastî ew çîna çandewer ku di jiyana gunde bi binije alîkariyek mizin kir dîtin û dermankirina hemî nexweşiyên lewra raserî dijminaniya mele û hemî zigurt û serseriyên alîgirên wî hatin .

Weke me got mele beko rojekê ji tevlî vê bekotiyê bû endamê partiyekê û bi vî awayî mele xwest xwe ji hemî qirêjan bişo li ser navê partîperweriyê dako kirasekî din li xwe û roleke din bilîze û xwe bi gore ev yek diyar bû gava qîza wî û malekê ji gund pevçinîn qîza wî di got welê cavê xwe veke bavê min ne mele bekoye bavê min bûye partîperwer ango bûye welatçî ma ka bavê te welatçiye wek bavê min .

Her weha bi vî şêweyî mele beko bû welatçî lê gava xelkê bihîst ku mele dixwaze weke mar kirasê xwe bigore mirovekî di ber xwe de peyivî û got ev ya rast ha roja çandewerên me xwe ji ber dîrokê veşartin teşqelçî bûn welatçî.

 

 
 
 
 
 
 

E-mail    info@amouda.com

Webstats4U - Free web site statistics